Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK’ê di hevkariya xwe ya bi dijmin re bi israre

27/04/2024
in NÛÇE
A A
PDK’ê di hevkariya xwe ya bi dijmin re bi israre

SONY DSC

Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê diyar kir ku PDK’ê li herêma Metîna 3 noqte ava kirine û hêzên dewleta Tirk a dagiker di van deran de tên derbaskirin. HPG’ê da zanîn ku hêzên PDK’ê li herêma Xakûrkê jî xwestine bikevin qadên gerîla û şerekî demkurt derketiye.

Navenda Nûçeyan

Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Nîsanê de dest bi êrişên berfireh li dijî Qadên Berxwedanê yên herêma Metînayê da destpêkirin. Di van êrişan de tevahiya cûreyên çêk û teknîka  pêşketî, balafirên şer û helîkopteran êriş dike û dixwaze dagirkeriya xwe bwefireh bike.

Dagirkeriya Tirk di şevên 17, 18 û 19’ê Nîsanê de bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer Qadên Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Çarçel bombebarankirin, herwiha êrîşa dagirkeriyê ya di şeva 19’ê Nîsanê de li qada Şêlazê, ber bi qada Dergelê ve berfireh dibe û dewam dike û di rewşa heyî de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê di hedefa dagirkeriyê de ne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û destekdayîna PDK’ê pêk tê. Hêzên PDK’ê bi gelek wesayetan hêzên xwe ber bi qadên gerîlan ve dibe û hewil dide hin nuqteyên xwe li wê devrê çêke.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, Hêzên Parastina Gel HPG’ê daxuyaniyek da û tê hin agahiyên nû derxist holê.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Metînayê dabû destpêkirin, agahiyên destpêkê parve kiribûn. Di rewşa heyî de artêşa Tirk a dagirker li hin cihên li qadên Şêlazê, Kanîreş û Yekmalê ya herêma Metînayê bi cih bûye û sekinî ye. Bi teknîka şer bombe li qadê dibarîne. Hêzên PDK’ê jî bi armanca ku ewlehiya rêya di navbera Yekmal û Girê Amediyê de pêk bîne, 3 nuqte girtine. Hêzên dewleta Tirk a dagirker di van her sê rêyan de derbas dibin”.

Hêza PDK’ê ya ji 60 wesayîtan pêk tê

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Herêma Xakûrkê jî hêzên PDK’ê xwestine bikevin qadên gerîla û ev agahî hatin dayîn:

“Roja 23’yê Nîsanê li qada Berdespî ya Xakurkê, hêza leşkerî ya ku ji konvoya bi 60 wesayîtî ya ayîdê PDK’ê pêk dihat, beriya nîvro û piştî nîvro 2 caran xwest bikeve nuqteyeke ayîdê hêzên me. Ji bo ku ev hêza leşkerî ber bi nuqteya me ve ber bi pêş neçe, hêzên me guleya hişyariyê berdan, piştre şerekî dem kurt qewimî û di her du caran de jî vê hêzê xwe paşde vekişandiye. Dîsa heman rojê li qada Goşînê jî hêza leşkerî ya bi 6 wesayîtî bêyî ku agahî bidin ketin qadê. Hêzên me yên gerîla ji vê hêzê re jî guleya hişyariyê berda û piştre vê hêzê xwe vekişand. Di saetên ku her du bûyer qewimî ne de, li vê qadê tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk zêde bûye. Piştî hêza PDK’ê çûyî jî qad ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin, lê ti windahiyeke me çenebû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.