Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekemîn Konferansa Ekolojiyê li Qamişloyê tê lidarxistin

26/04/2024
in NÛÇE
A A
Yekemîn Konferansa Ekolojiyê li Qamişloyê tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

BirûcResûl/Qamişlo
Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” li zanîngiha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo dest pê kir. Di konferansêde 120 delege, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, rêxistinên civakî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Piştî wê li ser navê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratî Hesen Koçer axivî û wiha got: “Dema ku êriş li ser xwezayê tê kirin, li vir civakê û exlaqên wê dike hedef û wekî ku em dibînin ekosîstem ber bi hilweşînê ve diçe, ji ber vê yekê em her tim li ser bilindbûn û pêşketina hawîrdor û xwezayê disekinin. Dinya ji bo avakirina sîstema xwe ya aborî xwezayê îstîsmar dike û bi vî awayî wêran dike, eger ev yek berdewam bike û zêde bibe cîhan di xetereyê de ye, hemû tevgerên ekolojîk û zanyar ji vê xetereyê hişyar dikin ji ber vê yekê divê bi rêya vê konferansê metirsiyên li ser xwezayê baş bên nîqaşkirin û çareserkirin.”
Piştre sînevîzyonek têkildarî ekolojiyê hat pêşandan, her wiha perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de hat xwendin.
Li gorî komîteya amadekar, konferans wê 2 rojan dewam bike. Di bernameyê de mijarên Ekolojî di modernîteya demokratîk de, Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê, Avakirina çandina ekolojîk ji bo bidawîkirina dagirkeriyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, wê were nîqaşkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.