Rojnameya Ronahî

Serdana ku agirê dagirkeriya Tirk gurtir bike… PDK’ê jî pejrîner

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Piştî dirêjahiya 12 salan Erdogan serdana Îraq û Başûrê Kurdistanê kir. Helbet dema ku AKP û Erdogan tevgerê bikin, dagirkeriyê bi xwe re tîne, di serî de jî qirkirina gelê kurd. Tevî ku hikumeta Îraq û PDK’ê vê yekê baş nas dikin, pêşwazî celadê xwe kirin. Bi ken pêşwazî kirin û di dema pêş de wê bi sedema wî agirê dagirkeiyê bi girî qebûl bikin!!

Piştî xwesteka Erdogan a kevn û domdar a ji serdana Îraq û Başûrê Kurdistanê, Erdogan di 22’ê Nîsanê de serdana Bexda û Hewlêrê kir.

Weke ku Goler da xuyakirin, ev serdan qaşo ji bo pêkanîna peymanên ewlehî û ekonomî ye, lê belê pilana ku wê artêşa Tirk bi dirêjahiya 30 kîlomtreyan derbasî xaka Başûr û Îraqê bibe, pilaneke dagirkeriyê ye.

Di van rojên dawîn de êriş li ser Qadên Berxwedanê pirtir bûn, bi taybet 21’ê Nîsanê ku di vê rojê de dagirkeriya Tirk li Metîna dest bi oprasiyona dagirkeriyê kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker piştî binkeftina desthilatdariya AKP’ê di hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de dest bi êrişên berfireh kir li ser Qadên Parastina Mediya.

Êrişên li ser Qadên Berxwedanê xaleke bingehîn e ji hevdîtinan

Di 17’ê Nîsanê de koma parlemaniya AKP’ê  civînek hat lidarxistin, di vê derbarê de Wezîrê Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku çalakiyên dijî Hêzên Parastina Mediya berdewam in û wan pilan ji bo vê yekê bi cih kirine. Di derbarê de plana şerê dijî Gerîlayên Azadiyê de jî Goler got ku wê serokê Tirkiyê, Erdogan di 22’ê Nîsanê de serdana Îraqê û Başûrê Kurdistanê bike. Wekî em siyaseta AKP’ê nas dikin, ger di rêvebirin an jî bi destxistina çi hilbijartinên Tirkiyê de bibin dikeve û naghêje mirada xwe, êriş dike û encamên van êrişan weke mizgîniya xêr û serkeftinê dide gelê xwe. Me dît ku çawa AKP’ê bi vîna gelê kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket. Binkeftina AKP’ê jî nîşan dide ku gelê kurd û gelên Tirkiyê bi giştî nema serweriya AKP’ê qebûl dikin. Lê dîsa AKP’ê dixwaze xwe ferz bike û bi şêweyê serkeftina li ser hesabê xwîna gelên herêmê û Gerîlayên Azad gelê xwe bê deng bike. Li ser vê bingehê jî piştî encamên hilbijartinên şaredariyan, HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji 17 heya 19’ê Nîsanê êrişên xwe li ser Zap û Metîna berfirehtir kir. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêz, taqet û derfeta xwe di xwaze gelê kurd bi riya şerê li dijî Gerîlayên Azad, tune bike. Daxwaza dagirkeriya Tirk ne daxwazeke nû ye, lê belê ji demeke mêj ve ye. Ji destpêka ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatiye damezrandin ve heta roja îro, dewleta Tirk bênavber û bi hovîtî şerê vê tevgerê kirye. Bi dirêjahiya dîrokê jî PKK’ê berxwedaniyên bêhempa bi vîna gel û rastiyê û rihê apoyî destanên lehengiyê nivîsandiye. Tişta ku Erdogan li Hewlêr û Bexdayê di rewşa hestiyar de pilan dike, pir xeternak e, li ser hebûna gelê kurd bi xwe xeternak e. Ji ber ku hebûna gelê kurd bi hebûna Tevgera Rizagriya Kurdistanê ve girêdyî ye. Lewma divê gelê kurd baş vê rastiyê fêm bike û li rex Gerîlayan berxwedaniyê bisekne û bikeve nave seferberiyê.

 Bazarên Tirkiyê û bidawîkirina pirojeyên aborî

Pirojeya aborî ya bi navê IMEC ango Xeta Hind-Rojhilata Navîn-Ewropa ya Aborî yek ji xetên herî mezin di cîhanê de ye ku parzemîna Asiya, Rojhilata Navîn bi Ewropayê ve girêdide. Her wiha ev xeta aborî ji Hindê destpê dike, derbasî Kendava Erebî dibe, ber bi Israyîl ve diçe û ji wir ber bi parzemîna Ewropayê ve dibe. Piştî ku şerê Hemasê û Îsrayîlê bi sedema Îran û Tirkiyê ku xizmeta wan jê heye, hate destpêkirin, êdî xwesteka  Tirkiyê bi cih hat. Şerekî kûr û berfireh li Filestîn da destpêkirin û rê li pêşiya vê xeta aborî ya ku nediket xizmeta aboriya wê, hat girtin. Lê di encama vî şerê ku hîna didome, 1200  Îsrayîlî ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin, 543 kes birîndar bûn û 239 îsrayilî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin. Her wiha zêdeyî 32 hezar û 705 filestînî hatine kuştin û zêdeyî 75 hezar û 190 jî birîndar bûn. Ji wan zêdeyî 13 hezar zarok hatine kuştin. Her wiha 8900 jin hatin kuştin, 23000 birîndar bûne, zêdeyî milyonek jin jî koçber bûne. Her wiha 2100 jin nexuane. 60 hezar jinên ducanî bi nexweşî û kêm xwarinê re rû bi rû mane. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û Îraq jî di Pûşbera sala 2023’an de dest bi hevdîtinê ji bo vekirina riyeke abûrî ku wê ji Kendava Erebî ber bi Tirkiyê  û Ewropayê ve biçe, kririn. Niha jî dixwaze di bin hencetên pirojeyên aborî û ewlekarî Başûrê Kurdistanê û Îraqê dagir bike, serdana Erdogan jî pirs û metirsiyan li cem civak, gelek siyasetmedar û warê rojnamegeriyê ava kir.

Bazarên Tirkiyê, Îraq û PDK’ê

Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna berjewendiyên abûrî û hewldana dagirkirina xaka Başûrê kurdistan û Îraqê gelekî bi lez û dozdar e. Lewma jî pirojeya mezin ku bi navê Geşepêdana aboriyê ya Îraq-Tirkiye hate destpêkirin. Ev danûstandin ji wê demê nehatin rawestandin, hetanî vê serdana ku Erdogan ji Bexda û Hewlêrê kir. Hevdîtinên ku pêk hatin ji bo bidawîkirina pirojeya Geşpêdanê bûn. Di heman demê de mijara ava Dicle û Firatê ku dewleta Tirk a dagirker bi dirêjahiya wan salên bûrî weke alavekê ji bo xizmetkariya xwe bikar tanî, mijareke gelekî girîng bû di hevdîtinana de. Mijara avê ji bo Îraq û Başûrê Kurdistanê xwedî roleke girîng e di warê çandinî û aboriyê de. Lewma dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Îraq û Başûrê Kurdistanê neçarî sefqeyên abûrî bike, her wiha xêr û bêrên Başûr di serî de petrolê bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em di van rojên dawîn de dibînin ku gavên cidî di binyadkirina şert û mercên dewleta Tirk yên di warê aborî û ewlehî de, çêdibin. Artêşa Tirk bi êrişên hewayî ji aliyekî ve û tevkariya Pêşmergeyên PDK’ê bi dagirkeriya Tirk jî ji aliyekî din ve li dijî Qadên Berxwedanê dide meşandin. PDK’ê qirika xwe dane ber şûrê dagirkeriya Tirk weke ku ji bilî vê riyê ti çarserî tune ye!!!.

Xeteriya serdana Erdogan li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Yek ji şoreşên cîhanê yên nimûneyî, Şoreşa Rojava ye, Rêveberiya Xweser û fikrên Netewa Demokratîk ku afrînerê wê Rêber Apo ye, ji destkeftiyên wê şoreşa nimûneyî ye. Dewleta Tirk a dagirker, Rûsya, Îran, hikumeta Şamê û hêzên din bi dirêjahiya şoreşa 19’ê Tîrmehê re dijberiya gelê kurd û hemû pêkhateyên din kirine.  Bê guman êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim didomin, dewleta Tirk a dagirker rasterast gel û sivîlan dike armanc. Li kêleka wê jî binesaziya ku gelên vê herêmê avakirine dixwaze biruxîne. Ji destpêka Cotmeha sala 2023’an dewleta Tirk êrişî binesaziya herêmê û navendên xizmetguzarî dike. Wekî em dizanin ji bo çi hincetê êriş kir, sedema bingehîn ew bû ku pirsgirêk û kirîzên xwe yên hundurîn nikare çareser bike, lewma bi siyaseta xwe ya qirêj dixwaze gel mijûlî pirsgirêkên derve bike. Dîsa jî AKP’ê di vê demê de di rewşeke zehmet re derbas dibe. Êdî weke masiyê ku ji nav avê derkeve û li beravê xwe bigevêze û zerera dawî li dredora xwe bike. Lewma jî di vê tevger û serdana ku Erdogan ji Îraq û Başûr re dike xeteriyê ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tîne.  Lê weke her car bi vîn û berxwedaniya gelan û şerê gelê şoreşgerî bi fikr û felsefeya Rêber Apo wê hertim pilanên dagirkeriya Tirk vala derkevin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle