Hîlala Şîî ji aliyê DYE û Îsraîl ve tê dorpêçkirin. Ev polîtîkaya tengav kirin û tepisandinê niha li ser Sûriyê re tê kirin. Emerîka eniya li dijî Îranê dihûne û bandora xwe zêde dike. Li Rojhilatanavîn Erebîstana Siûdî û gelek welatên kendavê di nava vê eniyê de ne. Hewl tê dayîn ku li Iraqê hêz û partiyên ku nêzîkî Îranê ne nebin desthilat. Tirkiye wê çiqas di nava vê eniyê de cih bigire, ew jî nêzîkatiyên Emerîka û hevalbendên wê yên li dijî Kurdan wê diyar bike. Tirkiyê her dem Îran tevlî îtifaqên li dijî Kurdan kiriye. Sala derbasbuyî li dijî hewldana Barzanî ya referandûmê Tirkiyê bi lez bi Îranê re hevkarî kir. Helwesta Tirkiye a ku xwe nêzîkî DYE bike an jî ser girtî piştgiriyê bide Îranê, wê nêzîkatiyên ji pirsgirêka Kurd re diyar bikin. Ger Tirkiye li dijî PKK’ê û li dijî hemû Kurdan piştgiriya Emerîkayê bigire wê di eniya li dijî Îranê de cih bigire. Ji ber ji bo Tirkiyê ji derveyî Kurdan niha mijareke sereke tune ye. Ji xwe Tirkiye di eniya li dijî Îranê de ye. Ji be Tirkiye serkêşiya eniya Sunî, Îran jî serkêşiya eniya Şîî dike. Li herêmê du dewlet di nava rikberiyê de ne. Lê dema ku Kurd dibin mijara gotinê tên cem hev. Îran û Tirkiye naxwazin li herêmê sazîbûna netewe-dewletê biguhere. Her du dewlet jî di rewşeke gelek hişk û dogmatîk de ne.
Îsraîl, dema ku li dijî DAIŞ’ê şer berdewam dikir gelek bê deng bû. Ya balkêş jî, Îsraîl û DAIŞ qet dest nedan hev. Dema ku DAIŞ li Sûriyê têk çû Îsraîl li dijî Îranê ket nava tevgerê. Daxuyakirin ku wê li baregehên Îranê yên li Sûriyê bixe û wê destûrê nede ku li Sûriyê bi cih bibe. Dema ku xwest jî êrîşî Sûriyê kir. Qasî ku tê fêhmkirin Îsraîlê li dijî Îranê bi Rûsya û Emerîka re li hev kiriye. Lewra li hember êrîşên hewayî yên Îsraîlê Rûsyayê ti helwestek nîşan neda. Îsraîlê eşkere kir ku ew li dijî mayîna Esed ya li ser desthilatiyê nîn in. Xwesteka Îsraîlê rêveberiyeke Esed ya lewazbuyî ye. Gotin, bila Îran ji dewrê derkeve û sed kîlometre nêzîkî sînorê Îsraîlê nebe. Tê fêhmkirin ku Rûsya ev yek jî qebûl kiriye.
Hîzbullah û Îran du hêzên ku li dijî DAIŞ’ê bi çalak şer dikirin. DAIŞ tenê bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê tune nebû. Van her du hêzan berdêla şer dan û niha jî ji wan re dibêjin oxir be. Rûsya jî dixwaze ku tesîra Îranê li Sûriyê kêm bibe. Rûsya dixwaze bi tena serê xwe li Sûriyê bibe hêza diyarker. Dizane ku Emerîka ne li dijî wê yekê ku Rûsya li şûna Îranê bi tesîr be. Bi Îsraîlê re li ser hev hevdîtin pêk anîn. Tê fêhmkirin ku Emerîka û Rûsyayê li Sûriyê li ser mijarên sereke lihevkirine. Emerîka û Rûsya timî nikarin di nava pevçûnê de bin. Berjewendiyên wan cuda ne lê mijarên ku li ser lihevbikin jî wê hebe.
Zêlal nîne bê Sûriye wê çawa were ava kirin. Lê ya zelal ew e ku Emerîka, Rûsya û hêzên ku li cem wan xwedî projeyeke demokrasiyê nîn in. Ti pirsgirêkekî wan û mijareke wan ya sereke bi vî rengî tune ye. Her tişt li gor berjewendiyên wan û tesîra wan ya ku li ser herêmê bê avakirin e. Girînge ku mirov bizanibe her dem û fersendê de dikarin li dijî gelan lihevbikin. Îran jî di nav vê de ye. Ti polîtîkayeke Îranê ya demokratîkbûna herêmê tune ye. Destwerdana Îranê ya li herêmê di eksena parastin û berdewamkirina desthilatiya xwe û sînorên xwe de ye. Ji ber wiha ye şansê Îranê yê ku piştgiriya gelên herêmê bigre tune ye. Ji xwe Îran pirsgirêkên gelên nav xwe jî çareser nake. Heta ku di hundur de demokrasî pêş nekeve, gel bi nasnameyên xwe bi azad nejîn, Îran wê tenê weke parçeyek ji şerên serweriyê bimîne û nikare bibe xwedî bandor. Ev jî ji bo Îranê xeteriyeke mezin e. Dema wiha bimîne derfetên ku îtîfaqên xwe mayînde bike namîne. Îran wê nîvenga rojhilatanavîn ya bi şer û parçekirî de bibe aliyek, bibe hedef û ji wê wêdetir nikare biçe. Ji bo Rojhilatanavîn û Sûriyê çareseriya herî mayînde çareseriya netewa demokratîke ku yekîtiya gelan esas digire. Hemû gel, çand û bawerî bibin yek ancax wê karibin destwerdanên derve û pevçûnên bi xwînî bi dawî bikin.
Zekî BEDRAN