Rojnameya Ronahî

Dîrok rastiya gerdûn û mirovahiyê vedibêje

Ronaz Silêman/Qamişlo

Dîrok ji bû têgîhiştina mirovan ji zanînê re riya bingehîne, ew pira di navber dema bûrî û dema niha de saz dike, herwiha hizir û bîra civakê ya dewlemend ji bo nifşên nû dide nasîn.

Dîrok, di dema borî de, di cihekî de bûyerên ku diqewimin ji aliyê sedem û encamê ve lêkolîn dike. Çîroka pêşketina mirovahî û gerdûnê vedibêje. Civaka mirovahiyê li kû, çawa û kengî jiyaye, lêkolîn dike. Pira di navbera dema borî, niha û dema bê de saz dike. Hizir û bîrên civakê û dewlemendiyên me, bi me dide nasîn. Zanista dîrokê, zanisteke ku rola rastiya civakê dide têgihandin, pêşketina baweriya wan a cewherî û hilbijartina wan a riya rast pê dide qezenckirin. Ji bo nasîna hebûna xwe ya dîrokî, ji bo têgihandina roj û pêşeroja xwe, her wiha ji bo afirandina jiyana rast û azad, em fêrî dîrokê dibin.

Dîrok xwenaskirine

Dîrok bêdawîbûne, lê veguherîne ji ber hertim xwe di nava guhetinan re derbas dike. Herwiha dîrok ji bû têghiştina mirovan ji zanînê re riya bingehîne, di riya dîrokê de her mirov xwe û derdora xwe nas kiriye, heger dîrok tuneba wê wateya jiyanê jî tunebû, lewra dîrok bingeha çavkaniya jiyanê ye.

Di ronîkirina bûyerên dîrokî de xalên bingeh

Girîngiya Cih û Demê; Bûyerên dîrokî di dem û cihên diyar de derketine holê. Derdorên erdnîgarî û mercên xwezayî yên ku civakan jiyayîn, pir girîng in. Awayê jiyanê û pêşketinên wan, girêdayî rewşa wan a dîrokî ye. Di encama vê yekê de li cihên cuda, dîrok bi awayên cuda û xweser herikiye. Tiştek bê dem û cih nabe.

Girîngiya peywendiyên sedem û encamê

Di pêkhatina her bûyereke dîrokî de bi misogerî sedemek an jî hinek sedem hene. Sedemên bûyeran weke bûyerên ku mirovan afirandî û bûyerên xwezayî, di bingeh de dibin du beş; Bûyerên ku mirovan afirandî, bi bûyerên xwezayî ve ango bûyerên ku ji derveyî xwestek û daxwazên mirovan pêk tên re, ji nêz ve peywendiyên xwe hene. Bi erênî an nerênî her bûyerek çêdibe, bi xwe re encamên cur bi cur pêk tîne. Mînak; Ji ber ku ax, av, parastin û kevneşopiya civaka xwezayî di nava hevsengiyê de, li Kurdistanê dihat jiyîn, Şoreşa Neolîtîkê pêş ket û di encamê de, di tevahiya formên jiyanî yên cîhanê de guhertin çêkir.

Girêdana zanista dîrokê bi zanistên din re

Hemû şaxên zanistan ji hev sûdê digirin. Zanista dîrokê jî, yek ji van şaxên zanistê ye ku sûdê ji gelek zanistên din digire.

Qonaxên Nivîsîna Dîrokê

-Peydakirina belgeyan;Dîroknas li gorî qada pisporiyê, dema ku di derbarê bûyereke dîrokî de lêgerînê dike, neçar e tevahî jêderên ji bo mijara ku lêkolîn dike pêwîst in, li gel hev kom bike. Ev, piranî dibin du beşên bingehîn û wiha ne:

1) Jêderên Destê Yekem:

Tevahî kavil û avahiyên ji demên derbasbûyî mane, tevahî kel û pelên nirxê wan ên hunerî heye yan jî tuneye, alav, çek û nivîsên kevn, salname û tevahî belgeyên nivîskî (nivîsên arşîvan, tapo û lênûskên tomarkirinê), dirav, madalyon û mohr jêderên dîrokî yên destê yekem in.

2) Jêderên Destê Duyem:

Nivîsên dîrokî yên ku di demên borî de hatine nivîsîn in. Ango “pirtûkên dîrokî” ne. Dema pêwîst be ji deskeftiyên felsefî, wêjeyî, dadî û erdnîgarî jî sûd tê wergirtin. Wekî din, helbestên dîrokî, çîrok, efsane û destanên koka wan diyar an jî ne diyar, lê dev bi dev heya roja me hatine û nehatine jibîrkirin jî hene. Ji van re jî “jêderên devokî” tê gotin. Pirtûkên dîrokî yên destpêkê, ji sedsala 5`an B.Z û pê de hatine nivîsîn.

Li gorî awayê nivîsînê, çend cureyên ‘Dîroka hatî nivîsîn’hene û wiha ne:

1- Dîroka Biçîrokî (mîtolojî)

Vegotinên dîrokê yên bi awayê efsaneyî ne. Dema ku tê gotin dibe ku tiştên li derveyî hêza mirov û ne pêkan tê de hebin, lê ew bi xwe di bingeh de, rastiyên civakî vedibêjin. Ev rêbaz heke ku berî wê dest pê kiribe jî, bi awayekî nivîskî di dema sumeran de, dest pê kiriye. Nêzî 3000 sal B.Z û şûnde dest pê kiriye.

2- Dîroka Kronîk

Ev curenivîsa dîrokê, weke ”salnameyên qralî” yên Rojhilata Navîn a kevn e. Di vê cureyê de bûyerên her salekê, bêyî ku di navbera wan de peywendiyek bê sazkirin, li pey hev hatine rêzkirin.

3- Dîroka Lêkolîner

Bingehê zayîna dîrokvaniya roja me pêk aniye. Ji sedsala 19’an û pê de, weke zanistekê hat pejirandin. Dîrok jî, weke çengekî zanistê bi rêbaz û zagonên lêgerîn û pêşxistinê ve hat girêdan.

Dîroka gerdûnê

Di salên dawî de mirovên zanyar hemfikir in ku temenê gerdûnê yê texmînî nêzî 14 milyar sal e, temenê cîhanê digihêje 5-6 milyar sal. Beramberî vê, dema mirov li dîroka jiyana mirovahiyê dinêre, gerdûna ew qasî kevn mirov dikare bêje ‘nû ji dayîk’ bûye. Gerdûna me her tim di guherîn, tevger, pêşketin û firehbûnê de ye. Ji pêvajoya çêbûna Gerdûnê heya niha, gelek zindî çêbûne. Hinek ji van tune bûne û hinek jî hîna hebûna xwe didomînin. Mirov jî, yek ji van cureyên zindiyan e ku tê gotin beriya 7 milyon sal li ser rûyê cîhanê peyda bûye. Ji dema avabûna gerdûnê û heya roja me ya îro, ji bo tevahiya zindiyan pêvajoyeke girîng û dewlemend hatiye derbaskirin. Hemû zindiyan di nava hevsengî û hevpariyê de hebûna xwe domandine. Her ku dem derbas bûye, dewlemendiyên cur bi cur ava bûne. Bihevrebûna hemû zindiyan, avakirina wan a dewlemendiyan û pêşketina wan, bûye dîroka gerdûnî û heya roja me ya îro didome. Di gerdûnê de her tişt zindî ye.

Dîroka mirovahiyê

Mirov kengî fêrî pêxistina agir bûye, nayê zanîn. Mirovên despêkê bi hev ve anîna kevir, an jî firkandina du qetên daran dibe ku agir bi dest xistibin. Mirovên despêkê debara xwe bi çi dikir? Ew jî baş nayê zanîn. Lê li gorî nêrînên hevbeş wan şînatî, fêkî û hêk kom dikirin û ji binê erdê kokên şînatiyan derdixistin; nêçîra lawirên kovî û balindeyan dikirin. Masî û marmarîşok digirtin… Her wiha, cil û bergên xwe ji kevil-postên lawiran û pelên daran çêdikirin.

Dîroka civakbûyînê

Pêvajoya civakbûna mirovahiyê, dûr û dirêj e. Civaka destpêkê ya mirovan tê texmînkirin ku beriya niha 5-7 milyon sal pêk hatiye. Civakbûyîn di du pêvajoyan re derbas bûye:

1-Civaka xwezayî

Serdema Paleolîtîk – Serdema Mezolîtî -Serdema Neolîtîk

2-Civaka bi dewlet

serdema 1 (koledarî) -serdema 2 (feodalîzm) -serdema 3 (kapîtalîzm)

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle