Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûken Îbrahîm: Hilbijartinên Şaredariyan gaveke dîrokî ye

24/04/2024
in Uncategorized
A A
Rûken Îbrahîm: Hilbijartinên Şaredariyan gaveke dîrokî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di çarçoveya hilbijartinên şaredariyan yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wê 30’ê Gulana 2024`an de bê li darxistin, li 7 kantonan komîteyên hilbijartinê tên avakirin. Piştî erêkirina Qanûna Dabeşkirina Îdarî wê nexşerêya hilbijartinê bê eşkerekirin.

Piştî erêkirina Hevpeymana Civakî di dawiya sala 2023’an de, Meclisa Gel a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Sibata sala 2024’an de yasaya  Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pesend kir û endamên komîseriyê hatin erkdarkirin.

Di 28’ê Adara 2024‘an de Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Di civînê de makanîzmaya komîseriyê hat nîqaşkirin û dema destpêkirina hilbijartinan hat diyarkirin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan 3 nivîsgeh damezirandin û ji bo her yekê hevserok hilbijartin. Ew jî nivîsgeha çavdêrî û îtîrazê, nivîsgeha daîreya hilbijartinê û nivîsgeha perwerdeyê ne. Her wiha logoya komîseriyê hat pêşniyarkirin û ji aliyê endamên wê ve hat erêkirin. Di logoyê de bi 3 zimanan hatiye nivîsandin.

Her wiha komîteyek ji 6 endamên komîseriyê ji bo amadekirina rêziknameya komîseriyê, hat damezirandin. Komîseriyê ragihand ku hilbijartin dê di 30’ê Gulana bê de dest pê bikin.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm ji Rojnemeye me re axivî.

‘Di 30’ê Gulanê de wê hilbijartinên şaredariyan were destpê kirin’

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku wê 30’ê Gulana 2024’an navendên dengdanê ji bo hilbijartinên şaredariyan vebin û wiha got: “Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya yekemîn de makanîzmaya komîseriyê hat nîqaşkirin û dema destpêkirina hilbijartinan hat diyarkirin. Di civînê de komîseriyê 3 nivîsgeh damezirandin û ji bo her yekê hevserok hilbijartin. Ew jî nivîsgeha çavdêrî û îtîrazê, nivîsgeha daîreya hilbijartinê û nivîsgeha perwerdeyê ne. her wiha Komîseriyê ragihand ku hilbijartin wê di 30’ê Gulana 2024`an de were dest pê bikin.”

Hazirkirina hilbijartinên şaredariyan

Rûken Mele Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser emdekarî û hazirtiyên hilbijartinan û wiha û got: “Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê 30’ê Gulana 2024`an hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin. Di hilbijartinên ku piştî îlankirian rêveberiya xweser wê cara yekem pêk werin, wê hevserokên şaredariyan û endamên meclisên şaredariyan bên hilbijartin. Di heman demê de piştî diyarkirina dîroka hilbijartinê, amadekarî jî dest pê kirine. Di vê çarçoveyê li 7 kantonên herêmê Şehba, Efrîn, Minbic, Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Cizîr dest bi avakirina komîteyên hilbijartinê hatiye kirin. Komîserî û Meclisa Gelan a Demokratîk bi hevre xebatên avakirina komîteyan dimeşînin. Komîteyên ku tên avakirin wê ji aliyê Komîseriyê ve di perwerdeyê re werin derbaskirin û piştre dest bi kare xwe bikin. Ji bo hilbijartinan wê kartên hilbijartinan radestî komînan werin kirin û di heman demê de komîn jî wê kartê hilbijartinan li malan belav bike, da ku her kes tevlî hilbijartinan bibe. Li ser asta 121 şaredariyan hazirtiyên berferih hene.”

Rûniştina 97ˊan

Ruken Mele Îbrahîm diyar kir ku Meclisa Gelan a Demokratîk rûniştina 97ˊan bi beşdariya Desteya Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk, endamên meclisên qanûnsaz li herêman û Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Di rûniştina 97ˊan de meclisê li ser qanûna şaredariyê û Yekitiya Şaredariyên Demokratîk ku ji 62 madeyan pêk tê erê kir. piştire madeyên qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hat xwendin, di heman demê de nîqaş li ser hatin çêkirin û piştî guhartinan li ser hatin erêkirin. Madeyên projeya qanûna Hilbijartinên Şaredariyan ji 29 madeyan e; danasîn, pergala hilbijartinê, namzetbûn, tedbîrên hilbijartinan, encamên hilbijartinan, dagirtina valahiyê û ji nû ve hilbijartin. Projeya qanûna Hilbijartinên Şaredariyan ji 29 madeyan li ser 6 bendan belav e, pêk tê.”

Xalên serke di rûniştina 97`an

Rûken bal kişand li ser xalên serke di yên ku di rûniştina 97`an de hatin erêkirin û wiha got: “Zagona 5`an ya hilbijartinên şaredariyan hat erêkirin, her wiha ji 22 madeyan pêk hat. Di serî de madeyên serdeka yek ji wan Meclisên şaredariyan ku çawa bin û ji çend kesan pêk were, Meclisa şaredariyan wê ji 16`e kesan pêk were, li gor zagonan wiha hat diyar kirin ku heya bigihîje hijmarên pir mezin. Ya din jî kesên ku xwe bernamzet bike ku kî be û çi kese û çert û mercên wî çibin. Ji bo kesênb ku dengê xwe bidin ji heilbijartinên şaredariyan ji despêkê heya dawî ku bi çi rengî were meşandin hat destnîankirin. Di hindirê zagonan de ji xwe 29 made ne û bi awayekî berferih hat nîqaşkirin û hat erêkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.