Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi saya têkoşîna jinan em dikarin di her warî de bixebitin

24/04/2024
in Uncategorized
A A
Bi saya têkoşîna jinan em dikarin di her warî de bixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Xedîcê El-Xelef ku tekane firoşkar a gerok li navçeya Til Temirê kar dike, tîne ser ziman ku bi saya têkoşînan jinan jin dikarin di her warî de bixebitin û dibêje: “Di çi rewşê de be jî jin dikarin xwe li hemberî hemû rewşan ragirin.”

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sîstema dewletê û hişmendiya ku wê tengav kiribû rêyeke sêyemîn hilbijartin, ew jî bi riya Şoreşa Jinan gihîşt lûtkeyê. Ger îro em jinan di qadên siyasî, aborî, leşkerî, diplomasî û heta li bazaran, qadên bazirganiyê û pîşesaziyê dibînin, ev bi saya têkoşîna şoreşa “Jin Jiyan Azadî” pêk hatiye.

Jin deriyê malê derbas dikin, rengê xwe li bazaran datînin. Ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewletên cîran ve, bi girtina deriyên sînorî yên bazirganiyê û mirovî, zirar da aboriya herêmê. Jin zirarê dibînin, ji lewre jin, dayik û heta dapîr bi her awayî ketine nava movikên vê jiyanê û bi karên biçûk û mezin yên dikin, hewl didin krîza aborî sivik bikin.

Xedîce El-Xelef 48 salî ye û dayika 6 keç û 2 kuran e, ji gundê Riguba yê li başûrê navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî. Xedîce bi meqseda kar li gelek parêzgehên Sûriyê geriya ye, lê ji ber kêmewlehiya li wan parêzgehan û tirsa li ser zarokên xwe, 3 meh in vegeriyaye gundê xwe.

Firoşkarên gerok

Li naverasta navçeya Til Temirê û taybetî li dora çerxereya Qendîl a li ser riya M4 dikeve, firoşkarên gerok ku gelek cureyên zebze û fêkiyan difroşin hene. Fêkî û zebzeyên raxistî rastî eleqeyeke mezin ji şêniyên herêmê û koçberan jî tê û sira vê yekê jî rûkeniya firoşkaran, danûstandina baş û firotina bi pereyên li gorî derfet û berîka mişteriyan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî Hevserokên Şaredariya Gel a navçeyê gotî hebûna firoşkarên gerok li naverasta navçeyê dê demkî be, ji ber ku cihê lê tiştên xwe danîne, nabe ku demên pêş veguhere bazareke gelêrî.

Di nav firoşkaran de firoşkareke jin jî ji saetên berbangê 03:00’an weke bazirganekê diçe bazara halê ya bajarê Hesekê fêkî û zebzeyan dikire û tîne Til Temirê jî difroşe.

Li ser karê ku Xedîcê El-Xelef dike ji me re axivî û çend hûrguliyên karê xwe anî ziman.

Bazirgan û firoşkar e

Xedîcê El-Xelef di destpêkê de wiha karên ku berê kiriye anî ziman: “Berê weke her jinê min karê çandiniyê dikir, pembo diçinî û kemûn berhev dikir. Niha jî ez di bazirganiya fêkî û zebzeyan de dixebitim. Westandin hişt ku nexweşî di bedena min de çêbibe, ji lewra min ev kar, berî sê mehan hilbijart û destpê kir. Zehmetiyên wê hene lê ji bo ku em bijîn, divê ku em bixebitin. Li gorî daxwazên mişterîyan ez fêkî û zebzeyên pêwîst tînim.”

Xedîcê El-Xelef wekî her jinekê di civakê de rastî gotegotan tê, li ser vê xalê jî wiha dibêje: “Nêrîna civakê tu li mal bî an jî ji derve bî wê her biaxivin, ji ber wê jî ez niha bi wîjdan û xwêdana eniya xwe kar dikim û civak çi dibêje bila bêje. Nêrînên piştgir jî hene û nêrînên wekî ku ez jin im çawa karekî wiha dikim, heye. Lê ez bi vê îqna dibim ku ez ez im, biryara min a girîng e.”

‘Hêza min a îro dibe çavkaniya hêza keça min ji bo sibe’

Xedîcê El-Xelef bilêv kir ku jin jî wekî mêr berxwedêr e û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo zarokên xwe jî divê ku jin bihêz bibin. Ji ber dema ku keça min jî mezin bibe û bibe xwedî erk û berpirsiyarî wê bihêz bibe, hêza min ya îro dibe hêza keça min a sibe. Ji ber wê ye ku îro divê jin di nav civakê de hebûna xwe îsbat bike, dem ne dema berê ye. Kes nikare êdî rola jinê paşguh bike, ji ber jin têkoşer û berxwedêr e. Di bin çi rewşê de be êrîşên dagirkeriyê û çi rewşên din derkeve karê me wê nesekine, ji ber jin dikare xwe li hember hemû rewşan ragire.”

Xedîcê El-Xelef da zanîn ku ew tekane jina firoşkariya gerok dike ji bo mişteriyan ev tişt bilêv kir: “Hemû firoşkar li vir mêr in, tekane firoşkara jin ez im. Her tişt qismet e, qismeta min di çi hebe ez ê bigrim, lê belê ji min zêdetir mişterî herî zêde berî didin firoşkarên mêr. Ji wan be ku jin nikare û nizane terezîyê baş bikar bîne, lê ev nêrîneke pir şaş e di civakê de. Lê ferqa min ji jinên din ew e ku ew dikirin û ez difroşim. Heman fêkî û zebze li cem min li cem firoşkarê rex min e, heman terezî ye jî ji lewra divê ku civak îqna bibe ku jin jî dikare bazirganiyê bike û bifroşe jî.”NÛJINHA

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.