Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA û YRJ’yê  êrîşên li ser Stêrk TV û Medya Heber şermerzar kirin

23/04/2024
in NÛÇE
A A
YRA û YRJ’yê  êrîşên li ser Stêrk TV û Medya Heber şermerzar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

YRA û YRJ’yê ji bo şermezarkirina êrîşên polîsên Belcîka li ser Studiyo û navenda Televîzyona Stêrk TV û Medya Heber, li bajrê Qamişlo daxuyaniyek dan.

Îro di demjimêr 12’an de Yekîtiya Raghandina Azad û Yekîtiya Ragihandina Jinê li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên polîsên Belcîkayê li ser Studiyo û navenda Televîzyona Stêrk TV û Medya Heber, daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çapemeniya azad, dengê gel e û di nava pêşbirka ragihandina rastiya gel de ye û wiha hat domandin: “Çapemeniya azad di nava têkoşîneke mezin de ye. Ji bo derxistina rastiya dagirkeriyê û êrîşên li ser nirxên azad ên gel bû xwedî bedelên giranbuh. Di nava vê têkoşînê de bû deng û rengê gelên bindest, li hember tevahl êrîşan. Vê sibehê seat 1 û nîv ji aliyê polîsên Belçîkî ve êrîş li ser navenda Stêrk TV û Medya Haber çêbûn. Herwiha li Stenbol û Enqerayê jî bi dehan rojnamevan hatin girtin. Ev êrîş di vê pêvajoyê de ne tiştekî tesadûfî ne. Roja rojnamegeriya Kurd û di wextekî de ku gefên mezin li ser vîna gelê Kurd tê xwarin de, pêk hatine.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat zanîn ku ev êrîş, weke parçeyekî ji êrîşa li ser gelên Kurdistanê ye û wiha hat gotin: “Ev êriş li ser vîna azad a ku li hemberî dagirkeriyê her dengê xwe bilind dike û dixwaze rastiya van êrîşan ji raya giştî re eşkere bike ye. Beriya vê jî êrîş pêk hatin. Lê di vê pêvajoyê de, ev êrîş parçeyek ji êrîşa mezin a li ser tevahî Kurdistanê ye. Parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan e. Weke Yekîtiya Ragihandina Jin û Yekîtiya Ragihandina Azad, em van êrîşan wek parçeyekî ji êrîşên dagirkeriyê ya li ser xwe dibînin. Em dixwazin ji gelê xwe û raya giştî re bibêjin, ev êrîş nikarin me bêdeng bikin û her em ê bibin rastiya ku gelê me îro pê bawer dike, ji bo wê têdikoşe û berdelên giran dide.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat got: “Em rojnamevanên jin tevahî hevalên xwe yên rojnamevan vedixwînin ku bi dengê rastiyê û parastina heqîqetê li hemberî van êrîşan bisekinin. Em dibêjin ti kes nikare dengê azad ê gel qut bike û êrîşên di asta qirkirinê de û berxwedaniyên di asta lehengtiyê de li Kurdistanê diqewimin veşêre. Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin. Çapemeniya azad vîna gelê azad e. Biji berxwedana kedkarên heqiqeté. Biji çapemeniya azad.” 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.