Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Raghandina Azad Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

22/04/2024
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Raghandina Azad Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Îro Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî bi beşdarbûna gelek rojnamevan û mêvanan şahiyek li Komelegeha Mêrî Land a Siyahî a li bajarê Qamişlo li dar xist.

22’ê Nîsanê weke roja Rojnamegeriya Kurdî tê destnîşan kirin, ji ber ku di vê rojê de weke yekem amûra rojnemegeriya kurdî ji bo gelê kurd a bi navê Rojnameya Kurdistan berî 126 salan hat damezrandin.

Bi vê boneyê jî Yekîtiya Raghandina Azad şahiyek li dar xist.

Di destpêka şahiyê de hevserokê YRY’yê bixêrhatina hemû kesên amade kirin û piştre jî hevserokê YAR’ê Dilyar Cizîrî di derbarê dîroka rojnamegeriya kurdî de wiha da zanîn: “Ev 126 sal in ku rojnamegeriya kurdî di şert û mercên zehmet de xebateke bi nirx dike. Bi dirêjahiya vê dîrokê rewşa kurdan û rojnamegeriya kurdî gelekî zor û zehmet bû. Bi derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê li asta Kurdistanê tevî derfet ji bo pêşketina rojnamegeriya kurdî çêbû. Rojnameya Kurdistan a ji aliyê Midhet Bedirxan ve hat damezrandin, weke gava yekem  bû ji bo rojnamevaniya kurdî. Her wiha di wê demê de rastî gelek  êrişan ji aliyê dijminên kurdan ve hatin. ”

Piştre Edîtorê Rojnameya Ronahî Refîq Ibrahîm di pêşveçûna rojnamegeriya kurdî û rola şehîdên rojnameger ji bo diyarkirina heqîqet û demokrasiyê  wiha got: “Di vê roja pîroz de em hevalên xwe yên  rojnameger  yên ku bi canê xwe ji bo heqîqetê feda kirin, bibîr tînin. Ji ber ku bi saya wan kar û xebata ragihandinê gihaşte vê astê û bingeheke xurt ji bo bidestxistina azadî ava kir.  Vê rojê li hemû rojnamevanan pîroz dikin û bi hêvî ne ku dem bi dem çapemeniya kurdî pêş bikeve û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin di serî de jî şehîd Seyd Avran. ”

Di pêşveçûna şahiyê de çend sitran ji çanda kurdî ji aliyê Koma Yekpar û Koma Cûdî yên hunerî ve hatin gotin. Piştre jî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî jî xelata Kedê ya Mezlûm Bagok a salane ku ji aliyê YRA’yê hatin belavkirin. Rojnamevanên ku xelat wergirtin jî ev bûn: Xelata Kurdistanî ji bona Silêman Ehmed yê ku ev zêdeyî 6 mehaye ji milê PDK’ê ve hatiye revandin û tu agahî li ser wî nayên zanîn, xelata beşê dîtbarî ji bona pêşkêşvanê bernameya AX û welat Şerîf Mihemed hate dayîn, xelata wêrekiyê jî ji bona nûçegihana telvizyona RONAHÎ-TV Ciwana Cumaa û endama telvizyona JIN -TV Delîla Egîd hate dayîn, xelata beşê nivîskî jî ji bona rêveber û edîtora rojnameya Ronahî beşê erebî Berîvan Xelîl hate dayîn, xelata cîhanî jî ji bona rojnamevan û nivîskarê Misrî Ilhamî Elmilêcî hate dayîn. Her wiha ji bona beşê bihîstbarî jî xelat ji bona Hiyam Ebdella û. Herî dawî jî sipasnameyek ji bo Loristan Derwîş pêşkêşvana JIN-TV ji aliyê YRA’yê ve hat dayîn. Şahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.