Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo piştgiriya Gerîla şênî daketin qadan

22/04/2024
in NÛÇE
A A
Ji bo piştgiriya Gerîla şênî daketin qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamşilo

Şêniyên kantona Qamişlo bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ji berxwedana behmpa ya Gerîlayên HPG’ê re nîşan dan, herwiha êrîşên dewleta Tirka dagirker û xiyaneta PDK’ê bi tundî şermezar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Nîsanê ve bi awayekî berfireh bi balafirên şer êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li kir li Başûrê Kurdistanê dike. Li ser banga Komîteya Însiyatîfa Gel, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û nişandana piştgiriya bi berxwedana gerîlayan re, şêniyên bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo tevlî meşê bûn, meş ji çerxerêya Sonî ya li navenda bajêr destpê kir û heta navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Gerîlayan, herwiha pankartên li ser nivîsên ( Bimre xiyanet, Bijî Berxwedana Zap û Metîna, Gerîla Rûmeta me ye) hildan.

Meş bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin, piştre li ser navê TEV-DEM Xerîb Hiso axivî.

Xerîb Hiso di axaftina xwe de berxwedana Gerîla pîroz kir û wiha pê de çû: “Ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk êrişî Gerîlayan dike, rêjîma faşîst a Erdogan êrişî gel û îrdeya wan li her çar parçeyên Kurdistanê dike û hedefa qirkirinê ji xwe re kiriye esas, dixwaze têkçûna xwe ya siyasî di hundirê Tirkiyê de û li bakurê Kurdistanê veşêre.

Xerîb Hiso wiha domand: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya tevahî pirsgirêkan e û xiyanetê jî tune dike. Hevkariya bi dijmin re têkçûne, kurdê ku êrişê qebûl dike tu nirxê kurdatiyê pê re tune ye. Sekina me giringe divê em berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin bi rojane em li kolanan bin û piştgiriya Gerîlayan bikin yên ku canê xwe feda kirin ji bo rûmeta me biparêzin.”

Li ser navê Kongra Civaka Demokratîk jî Mazin Harûnî axivî û wiha got: “Divê em bi ruhekî biratî bi hev re bijîn da ku kesên ku li ser xwîna gelan jiyan dikin hebûna wan tune bikin. Dewleta Tirk xwe li ser nakûkiyên ku derdixe nava gelê kurd de, xwe ava dike.”

Mazin Harûnî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Weke sembol em dibêjin bijî biratiya gelan bi yek helwestî û dengî dibêjin na ji şer re na ji şerê birakujiyê re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.