Li ser vê mijarê bîr û baweriyên cuda hene. Yek ji van kesan jî zanayê Çek, Miroslav Hrosch e (°1932). Lêkolîn û xebatên hêja pêk anîne. Herçend e ew li ser vê mijarê di çarçeweya Ewropa de kar kiriye jî, ji bo me Kurdan mînakek balkêş e.
Di lêkolîna li ser avabûn, pêşketina tevgerên netewî û nasnamê de sê qonaxan dibîne. Rola materialên bi giranî ji aliyê rewşenbîran tên berhevkirin ku nasnameya neteweyî were pêkanîn, ji aliyê aktivîstan (xebatkarên berjewendiyên gel diparêzin) berhevkirina kes û koman bi girseyî ji bo pêkanîna vê projê, bi pêkhatina tevgera girseyî, vcivaka ku vê prosesê dike rastiya jiyanê.
Wek tê zanîn ku li Çekiye, gel ji bo parastina ziman û çanda xwe, têkoşîneke bi wate di hember Germanîzmê (Elmanî/Otrîşî) bi rê ve bir. Bi taybetî serdestiya Germanî di herêmên Bohem û Moraviye de ku hebûna Çekî dikir bin xetera hundabûnê. Lê gelê Çek rêya hundabûnê bi awayê xwe, xebateke pirralî bertaraf kir.
Siyaseta Germanan, mecbûrkirina bikaranîna zimanekî hevpar ku her kes bikaribe tê bigihije û bi yekbûna welêt were parastin. Bê goman “ew ziman jî Almanî” bû. Û her kesekî ku bixwesta bibe xwedî ciyekî balkêş diviya Almanî bizaniya. Dibistanên Almanî bi hemû derfetên dewletê dihatin xwedîkirin. Herçend e ji bi Çekan bikaranîna zimanê wan di jiyana rojane de ne qedexebû jî, zimanê wan ketibû nava çarçeweya zimanê “gundîtiyê.”
Di nîvê sedsala nozdehan de Çekên xwedî erkeke neteweyî, lê kêm derfet di hember parêzvanên Almanî û karmendê dezgehên dewletî de dijberî peyda bû û roj bi roj xurt bû. Ev têkoşîn bû sedema ku di 1882 zanîngeha Pragê pejirandina perwerdeya du zmanî bi xwe re anî. Almanî û Çekî. Li bajarên din jî li herêma Bohêman ev destkeftî pêk ahtin. Di demeke kurt de bi xêra tevgera neteweyî perwerdeya bi zimanê Çekî pêşket û Almanî kêm bû.
Bi têkçûna hêza Alamanî paş şerrê cîhanê 1, Çek û Slovakan dewleta xwe ya hevbeş ava kirin. Ev rewş ji Almanîaxêvan re pirr giran dihat. Hikûmeta ku di navbera 1939 û 1945 de li dervayê welat dima, paş vegera xwe hewqas bêhnteng bûbû ku paş şerr qediya hemû Almanpîaxêvan ji welê derxin.
Dema meriv li rewşa me Kurdan dinêre, mînakên hevpar xuya dikin. Li Bakur zimanê Turkî bi hemû hêza dewletî serdest e. Kurdî ji aliyê sêstemê qedexe ye û di heman demê de siyaseta piçûkkirin û bikêrnehatina zimanê Kurdî heye. Bê goman Kurdbûn, herweha gelên din jî, di bin qedexe û xetera tinekirinê de ye.
Li Rojhilat jî rewş xerab e. Meriv dikare bi rewşa Bakur re muqayese bike. Li Başûr û di van salên dawîn de li Rojava rewş wekî din e. Lê dîsa tengasî pirr in û pêdiviya hişmendî û hişyariyeke kûr heye ku zimanê Kurdî ciyê xwe yê bi rûmet bigre.
Ji bo em xwe ji vê rewşa şermokî azad bikin barê me tevan giran e lê ne ku nemimkin e. Berî niha min gotiye û nivîsiye: Xwedîderketina zimanê dayikê di her cî û warî de, bikaranîna wî di perwerdê de li welêt û di nava civaka xwe de. Pêdiviya bikaranîna zimanê Kurdî di sazî, komele, partî û malbat tê de şert e. Li dervayê welê qet ti zor û tengasî nînin ku em Kurd zimanê xwe biaxivin, binivîsin, bixwînin. Heta bi avakirina xwendegehan jî mimkin e. Bes em Kurd bixwazin û bikin.
Derwêş M. FERHO