Rojnameya Ronahî

Şehîd Cûdî Reşo û Cûdî Gabar li Şehbayê hatin oxirkirin

Gelê Efrînê û şêniyên Şehbayê bi merasîmeke bi heybet şehîd Cûdî Reşo û Şehîd Cûdî Gabar ku di encama çalakiya fedayî ya Hêzên Rizgariya Efrînê di 30 ê Çileya 2024 ‘an li gundê Basilê li dar xistibûn Şehîd bibûn oxirkirin.

Zana Roj/ Şehba

Di 30 ê Çileya 2024 an de Hêzên Rizgariya Efrînê li hember dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên girydayî wê çalakiyeke fedayî bi pêşengtiya 5 têkoşeran li gundê Basilê li dar xistin. di encama wê çalakiyê de her 5 pêşeng bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Bi derbasbûna zêdetirî 2 mehan li ser şehadeta her 5 hevalan, di 20 ê vê mehê de li herêma Şehbayê gelê Efrînê cenazeyên Şehîd Cûdî Reşo û Şehîd Cûdî Gabar pêşwazî kirin. Îro bi merasîmeke bi heybet ku bi hezaran gelê Efrînê û şêniyên Şehbayê kom bûn her du qehreman li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Efrîn û Şehbayê Bavê Şîlan û bi ser navê Hêzên Rizgariya Efrînê ve axaftin hat kirin.

Bavê Şîlan di axaftina xwe de çalakiya fedayî li hemû gelê kurd pîroz kir û wiha domand: “Her 5 qehremanên ku şehîd ketine, bi biryardarî û bi tolhildana ji tavahî legengên ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd ketine de; ev çalakî lidar xistin. ev çalakiya pîroz em li tavahî gelê Kurd pîroz dikin û wê tu carî dagirkerî li ser xaxa Kurdistanê negihîne armancên xwe. Hêzên Rizgariya Efrînê bi xwîna xwe rizgarkirina Efrînê misoger kirine û emê di her kêliyê de li pişta hêzên xwe bin”.

Di dawiyê de wesîqeya Her du hevalan hate xwendin û hatin oxir kirin.