Rojnameya Ronahî

Hozan Sefkan hunermendê berxwedêr û heskiriyê azadiyê

Navenda Nûçeyan

Şehîd Sefkan di sala 1960’an de li gundê Laleşoxa ya Çemişgezek’ê (Dersim) hate dinê. Piştî ku li Elezîzê dibistana xwe ya navendê û ya lîseyê diqedîne, ew di sala 1978’an de xwe qeydî enstîtûya perwerdehiyê ya Amedê dike. Di salên xwe yên ku li Amedê derbas dike dikeve nava tevgera azadiya kurdan û li dibistan û komeleyan xebat dike.

Piştî demekê ew êdî bi awayeke bingehîn tevlî rêxistina azadiya gelê kurd dibe û digel çend şoreşgerên din ji Amedê derbasî Libnan û Filistîne dibe.

Piştî perwerde stendinê dîsa vedigere Kurdistanê û li herêma Dêrsimê bi cih dibe. Li wir dibe berpirsyarê mezrayê û di vê çarçovê de him karên leşkerî him jî yên rêxistinê dimeşîne. Hêjayî gotinê ye ku wî karên xwe di dema darbeya leşkerî 12’ê îlonê de di nava tengasiyên gelek dijwar de meşandibû.

Şehîd Sefkan di sala 1982’an de digel Şehîd Mizgîn derbasî Ewropayê (Swîsrê) dibe û ew li wir yekemîn komeleya çand û hunerê ya Ewropê ya bi navê Huner Kom’ê dadimezirînin. Di heman demê de ew koma muzîkê ya bi navê Koma Berxwedan avadikin, ya ku di muzîka kurdî de yek ji komên herî girîng ên tevgera azadiya kurdan e.

Hozan Sefkan yê ku heta sala 1984’an li Ewropa dimîne, di havîna wê salê de biryar dide ku ji nû ve vegere welêt. Gava digihêje welêt, ew derbasî çiyayên Qendîlê dibe û dest bi jiyana gerîllayê dike.

Koma Berxwedan bû dengê şoreşa Kurdistanê

Li navendê û şaxan de komên muzîk, şano û govendê birexistin kirin. Dîsa kasetên muzîkê derxistin, şano lîstin, şev û bîranînên şehîdan amade kirin. Di heman demê de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Koma Berxwedan jî hat ava kirin û kom bû dengê şoreşa Kurdistanê. Çand û hunera kurdî di sedsala 20’emîn de rastî asîmîlasyon û qedexeyên giran hatibû. Xebatên HUNERKOM’ê çand û hunera kurdî zindî kir û pêşxist. Hozan Sefkan, di sala 1984’an de vegeriya welat. Di nava du salan de eniya çand û hunerê saz kir, kesata Koma Berxwedan a yekem amade kir û kaseta xwe ya ‘Solo’ jî derxist. Her wiha ji bo pirtûk, kovar, meş û şevên wê demê gelek wêne xêz kir. Dîsa di nav du salan de li Ewropayê bi dehan şev hatin lidarxistin. Di hemûyan de Hozan Sefkan bû amadekarên van şevan û bi dehan bajaran jî stran û awazên xwe parve kir.

16’ê nîsana 1985’an ji bo şoreşe Kuridstanê rojeke reş e

Hozan Sefkan li başûrê Kurdistanê tevlî yekîneyên gerîla bû. Li vir jî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî coş da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir. 16’ê nîsana 1985’an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e. Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de li Heftanînê 8 mîlîtanên PKK’ê ku di nav wan de Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî hebûn şehîd bûn. Hemû jî ji bo têkoşîna gerîla ya ku nû dest pê kiribû xwe perwerde kiribûn. Weke mînak, Rauf Akbay li zanîngeha Goethe xwendîbû, Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (FEYKA KURDISTAN) damezirandibû û hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de kedeke girîng dabû şoreşê. Her yek ji wan têr û tijê xwe ji bo şoreşê amade kiribûn. Lewma şehadetên 16’ê nîsanê ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke giran bû.

Şehîd Sefkan xwest ku eniya çand-hunerê bibe yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Kurdistanê. Bi vê armancê bingeha eniya çand û hunerê danî. Li ser vê bingehê bi sedan kasetên Kurdî û bi hezaran stran hatin nivîsandin. Dîsa bi sedan komên muzîk, govend û şanoyê hatin avakirin. Ev hemû nirx nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê şehîdên xwe û armancên wan ji bîr nake. Ew ala ku şehîdan emanetî wan kiriye hildigire.

Têkoşîna hemû şehîdan armancên mêtingeran têk bir

Barbarên mêtinger, dixwestin çand û hunera kurdî tune bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe û komkujî pêk anîn. Xwestin nav, ziman û stranên kurdan ji holê rakin. Têkoşîna hemû şehîdan ev armancên mêtingeran têk bir û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê kurd vekir. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir. Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Şehîd Sefkan jiyan dike û wê her tim pêşengiya gelê Kurdistanê bike’.”

Hunera Şehîd Sefkan girêdayî gel û têkoşînê bû. Şehîd Sefkan bi stran û wêneyên xwe berxwedan, têkoşîna çekdarî, êşkence û şehadet anî ziman. Divê xebatkarên çand û hunerê wek şehîdan tevbigerin. Divê erkên şoreşê pêk bînin. Divê di berhemên xwe de rewşa gel û têkoşînê vebêjin. Stranên ku em dinivîsin, şanoyên me, klîb an fîlmên ku em dikişînin, wêneyên ku em xêz dikin divê coş û hêzê bide gel. Divê îradeya gel a têkoşînê zêde bike. Divê ala Hozan Sefkan timî li ba be.”