Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hefteya Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

21/04/2024
in Uncategorized
A A
Hefteya Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê got: Mijarên sereke yê hefteya wêjeyî ( pirsgirêkên weşanê û nivîsê, wêjeya zarokan û rexneya wêjeyê) ne. Her wiha di hefteya wêjeyê de ji bo ciwanan wê derfeteke mezin hebe da ku tevlî bernameyê hefteyê bibin û ji tecrûbeyên nivîskarên temen mezin di nivîsandinê de sûd bigrin.

Her sal ji hêla Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hefteya wêjeyê tê li dar xistin, cara yekemîn sala 2022`an li bajarê Qamişlo hat li dar xistin, di sala 2023`an li bajarê Kobanê hat li dar xistin, îsal jî wê di 27`ê Nîsanê de li bajarê Dêrikê bê li dar xistin, di hefteya wêjeyê de mijrên wêjeyê, berhem û hilbrîna xebatên wêjeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên nîqaş kirin.

Derbarê vê mijarê de berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê ji rojnameya me re amadekariyên hefteya wêjeyê anî ser ziman.

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Di salên destpêkê de ji bo hefteya wêjeyê gelek kêmasî û metirsî me jiyan kirin û ji me re bû weke ezmûneke xurt ku bi awayekî serkeftî û guncaw der bas bûn, îlhama berdewamiya li dar xistina vê hefteyê zêdetir bû. Hefteya wêjeyê her sal di meha Nîsanê an Gulanê de tê li dar xistin û 6 rojan berdewam dike. Ev encamname dibe weke belgeyekê ku em kar û xebatên xwe li gorî wê berdewam dikin.”

Narîman Evdikê wiha diyar kir: “Di hefteya wêjeyê de mijarên wêjeyê û pirsgirêkên nivîskaran tên nîqaş kirin em weke dîwana wêjeyê sûdê jê digirin ku li gorî wê kar û xebatên xwe dimeşînin.”

Narîman Evdikê têkildarî amadekariyên hefteya wêjeyê wiha got: “Ji destpêka sala nû ve em amadekariyên li dar xistina hefteya wêjeyê dikin û îsal wê li bajarê Dêrikê bê li dar xistin, her wiha mijarên sereke hatine amadekirin û li gorî mijaran jî mêvan hatin teyîn kirin, em hewil didin ku ji tevhî Bakur û Rojhilatlê Sûriyeyê tevlîbûna hefteyê çêbibe ji Şehba heta Dêrikê.”

Beşdarên bernameyê wê sê mijarên sereke nîqaş bikin( pirsgirêkên weşanê û nivîsê, wêjeya zarokan û rexneya wêjeyê) her mijarek du rojan nîqaş tê kirin; Narîman Evdikê wiha domand: Ji ber hebûna qelsbûnê di wêjeya zarokan de me vê salê bal kişand ser vî warî û gelek kar û xebat me meşand ji bo pêşxistina wê.

Di çarçoveya bernameyên hefteya wêjeyê wê çîrok, xwendina pirtûkan, panêl, helbest û semîner bên dayîn .

Narîman Evdikê berhem û encamên salên çûyî nirxand:

“Di sala yekemîn de mijara sereke jin û wêje bû gelek nêrîn hatin dayîn her wiha kêmasiyên jinên nivîskar hat nas kirin ev du salin ji bo pêşxistina wêjeya jinê kar û xebat tê meşandin me kargeh ji bo îmzekirina pirtûkên jinên nivîskar vekirin, em giringiyê didin berhemên jinên nivîskar dema ku ji dîwanê re tên şandin da ku hejmarên wan zêdetir bibe û naveroka wê xurtir bibe. Her wiha ji mijarên sereke yên sala yekemîn wêjeya şoreşê bû me hewil da ku heta astekê em şoreşa xwe belge bikin û ji cîhanê re derxînin pêş û wêjeya xwe bidin nasîn di wir de pir pêşîniyar û nêrîn derketin.”

“Sala duyemîn mijara herî balkêş Roman bû li gorî wê jî me giringî da nivîsandin û çapkirina berhemên Romanê, şert û mercên ji bo weşandina romanê hat guhertin da ku nivîskarên me berhemên xwe li herêmê bibînin û em bi wan re bibin alîkar.”

“Mijarên me yên herî giring ku em kêmasî û qelsbûnê tê de dibînin rexneya wêjeyê ye ji bo pêşxistina nirxandina pirtûkan û rexneya wêjeyê hin çalakiyan em li dar dixin weke dîwana xwendinê ku pirtûk berî çapkirinê û piştî çapkirinê tê xwendin.”

Wê pisporên di her 3 mijarên sereke tevlî hefteya wêjeyê bibin her wiha ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê nivîskar, wêjevan, rewşenbîr, weşanger û rexneger beşdarî bernameya hefteyê bibin.

Narîman Evdikê bal kişand ser mijara pêşxistina rexneya wêjeyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Ji ber ku nivîskarên me rexneyan qebûl nakin her dem asta rexneya wêjeyê li herêma me kêm e ji bo xurtkirina asta rexneya wêjeyê semîner tên dayîn lê divê nivîskarên me jî zêdetir pirtûkan bixwînin da ku bighêjin asteke baş ji rexneya wêjeyê”.

Narîman Evdikê herî dawî destnîşan kir ku ser tevlîbûna ciwanan mîna van bernameyan û got:” Tevlîbûna ciwanan pir giringe divê ciwanên me tevlî bernameya hefteya wêjeyê bibin dema ku li bajarê kobanê hefteya wêjeyê li dar ket gelek ciwanên zanîngehê tevlî bûn û bi nêrînên xwe di bernameya hefteya wêjeyê de zengînbûneke çêbû, em bi hêvîne ku ciwanên me vê carê jî tevlî bernameyê bibin û sûd bigrin ji nivîskarên bi temen mezin ku xwedî tecrûbeyên nivîsandinê ne.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.