Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê yekemîn firina ku tê de jin û mêr bi hev re kar dikin

21/04/2024
in Uncategorized
A A
Li Şehbayê yekemîn firina ku tê de jin û mêr bi hev re kar dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Zane Roj/Şehba

Ji bo destekdayîn û xurtkirina aboriya jinê di civakê de, xebatên taybet yên ji bo jinê tên pêşxistin. Li herêma Şehbayê jî rûxmî mercên zehmet yên jiyanê, Ji aliyê Ofîsa Koparatîv ve firinek bi ser navê jinê hat vekirin û xebatkarên jin tê de kar dikin.

Li herêma Şehbayê ji aliyê Ofîsa koparatîf ve firkinek nû li herêmê hat vekirin. Ev firin bi boneya roja 8’ê Adarê hat vekirin. Ofîsa Koparatîf di aliyê destekdayîna ji civakê re gelek xebatan didin meşandin. Di aliyê çandiniyê de pirojeyên çandiniyê ji malbatan re pêş dixin û li ser wê esasê ji malbatan re dibin alîkar û ev yek sûdê li her du aliyan dike. vê carê xebateke cêhwaz ku dikare bandora xwe li ser binasaziya herêmê bike dan meşandin. Weke ku tê zanîn li herêma Şehbayê firinên nan çêkirinê gelek kêm in û bandora xwe li ser berhemdan û gihîştina destê hemû gel dike. Ofîsa koparatîf li herêma Şehbayê firinek nû bi taybet ji bo jinan vekirin. Her wiha ev firina yekemîne ku jin û mêr bi hev re tê de kar dikin. Firin bi armanca xurtkirina aboriya jinê hat vekirin her wiha bikaribin ji berhemdana nan li herêmê zêdebikin.

Têkildarî vekirina firina jinan li Şehabyê hevserokê Ofîsa Koparatîf ya Kantona Efrîn û Şehbayê Yehye Hesen Mihemed û berpirsê firinê Zêneb Murad ji rojnameya me re axivîn.

`Yekemîn Firina ku jin û mêr bi hev re tê de kar dikin`

Yehye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirojeyên Koparatîf û wiha got: “Ofîsa Koparatîf ji zû de li Şehbayê hatiye avakirin. Armanca me di van mercên zehmet yên heremê de em bikaribin bi malbatan re di aliyê aborî de bibin alîkar. Her wiha xebatên cuda ji bo gel bên pêşxistin di heman demê de em  hezkirina pêşxistina xebatên komînal di nava malbatan de armanc dikin. Ji ber herêma Şehbayê bêhtir bi çandiniyê tê naskirin, weke destpêk me giranî da pirojeyên çandiniyê. Di tecrûbeyên bi me re derbasbûne de hat dîtin ku ev xebat bi awayekî erênî ji aliyê gel ve tê pêşwazî kirin. Ji ber wê jî êdî emê dest bi pirojeyên pêşesazî bikin. Yekemîn gava ku hatî avêtin jî ew bû ku em firinek nan ku bibe yekemîn firina herdû zayend tê de kar bikin vekin”.

 Rûxmî hemû zehmetiyan jî pirojeyên ji bo gel tên pêşxistin 

Yehye anî ziman ku vekirina vê firinê di aliyê zêdekirina berhemên nan ji bo gel gelek girînge û wiha domand: “Herêma Şehbayê heremeke dorpêçkirî ye û gelê Efrînê ji 6 salan ve di vê dorpêçê de berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Hikumeta Şamê di aliyekî de siyaseta ambargoyê didomîne û di aliyê din de jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê tên zêdekirin. Di destpêka ku em li Şehbayê bi cih bûne rêveberî mecbûr dima ku nan ji Niblê û Zehrayê bikire û ji bona wê gelek zehmetî dihatin kişandin. Firinên nan çêkirinê li Şehbayê kêm in û heya niha jî pirsgirêkên kêmbûna nan tê jiyan kirin. Ji lewra diviyabû altirnatîf bên danîn û hem jî malbat sûdê ji vê pirojeyê bibînin. Rûxmî hemû mercên dorpêçê û kêm derfetan lê bi biryardariyeke mezin firin hat vekirin”.

`Nêzî 16 malbat sûdê ji firinê dibînin`

Yehye diyar kir ku di demên pêş de wê berhemdana firinê bêhtir bibe û wiha got: “Firin li navçeya Ehdasê hat vekirin. Di aliyê teknîkî de kesên xwedî tecrûbe tê de dixebitin, her wiha di aliyê rêveberiyê û dabeşkirina nan de jin tê de kar dikin. Nêzî 16 malbat tê de kar dikin û di aliyê aborî de sûdê ji vî karî dibînin. Heyanî niha firin tenê danekî kar dike û rojê 300 rapte nan tê derxistin, lê di demên pêş de wê du dana kar bike û wê nan li gelek gundan bê belavkirin”.

`Em bi hêvî ne pirojeyên berfirehtir ji jinê re pên pêşxistin`

Her wiha berpirsê firinê Zêneb destnîşan kir ku ev firin ji gelek jinan re dibe cihê alîkariyê û wiha got: “Bi rastî pêşxistina xebatekî bi vî awayî ji bo jinan gavekî gelek girînge. Gelek jin hene dixwazin kar bikin û heyanî astekê ji vî karî sûdê ji bona xwe bigrin. Ger niha ev piroje ji firinekê hatiye destpêkirin, em bi hêvî ne di demên pêş de pirojeyên berfirehtir ji bo jinên civakê bên pêşxistin. Heya niha nêzî 6 jin di firinê de kar dikin û tenê 5 satan kar dikin. Hemû jinên ku di firinê de kar dikin bi hezkirin û coşeke pir cuda xebat dikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.