Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kedkarên rojane; Nepeydakirina kar astengiya herî mezin e

21/04/2024
in Uncategorized
A A
Kedkarên rojane; Nepeydakirina kar astengiya herî mezin e
Share on FacebookShare on Twitter

Emîna Mihemed/Qamişlo

Karkerên karên rojane yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ji ber nebûna karên rojane rewşa wan ya aborî roj bi roj xerabtir dibe. Herwiha bang li şaredariyên gel kirin ku derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Karkerên karên rojane, ji bo ku debara jiyana xwe bikin, çi kar i wan tê xwestin dikin. Lê ji ber rewşa aborî ya ku tevahiya herêm tê re derbas dinin, îdê karê rojane jî pir kêm bûye û ev jî bûye sedema nepêdakirina kar li cem karkerên karên rojane. Bi derketina rojê re, bi 10’an karkerên karên rojane yên bajarê Qamişlo, li ber çerxeriya Şehîd Yûsif Gulo kom dibin. Lê piraniya wan tu karî peyda nakin û dest vala vedgerin malên xwe.

Derbarê karê rojane de kedkarên karên rojane yên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Karkerê bi navê Xalid Elezîz diyar kir ku kêmderfetên kar dibe asteng li hemberî debara jiyana wan û wiha got: “Ez ji gundê Til Marûf yê girêdayê bajarê Qamişlo me, temenê min 50`î saliye, ez bavê 7 zaroka me, herwiha ez rojane ji gundê Til Marûf têm taxa Hilêliyê da ku kar bikim û zarokên xwe bi xwarin bikim, di heman demê de perê ku derdixim jî li kiriya xwe ya rojane didim. Gelek rojan pereyên ku ez ji kar bi dest dixim ji bo nan tenê ne bese. Em  zêdeyî 40` karkerî li vê derê ne, lê  kar tune ye ku em bikin.”

 ‘Roja ku kar tune be malbata min bê xwarin dimîne’

Di heman çarçoveyê de kedkarê bi navê Xidir Selmo da xwiyakirin ku roja ku kar tune be, malbata wî bê xwarin dimîne û wiha got: “Ez Ji gundê Til Stêh Xerbîtê me temenê min 26 salî me, ez bavê 6` zaroka me û  rewşa me ya aborî pir nebaşe. Ji bo pkar bikim ez têm vê derê, lê kar tune ye, kesên ku malbata wan mezin be, gelek astengiyan dikşînin ji ber ku kar zêde tuneye û her tişt buha ne û tiştên me bi tevahî bûne bi dolar, herwiha em bi pereyê  sûrî kar dikin. ”

‘em her roj astengiyan dibînin’

Li ser heman mijarê kedkarê bi navê Osman Salih  bang li şaredariya gel kir ku derfetên kar ji kedkarên rojane re peyda bike û wiha got: “Ez ji Til Berek ya girêdayî bajarê Qamişlo me û temenê min 26`saliye, ez bavê 5 zaroka me ev bûye  2` sal ku ez vî karî dikim, ez rojane ji Til Berek  têm Taxa hilêliyê da ku zarokên xwe bixwarin bikin. Herwiha ez 24` demjimêran karim  kar bikim ji bo ku malbata xwe xwedî bikim. Ji ber vê jî banga me ji bo şaredariya gel heye ku derfeta karê rojane ji me re peyda bikin û em karibin karekî fermî bikin da ku em malbata xwe xwedî bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.