Rojnameya Ronahî

Roja Rojnamegeriya Kurdî

Deriya Çiye/Qamişlo

Li welatek mîna Kurdistanê ku dagirkeran herdem hewil dane dîrok, nasname, çand û zimanê wê bidin pişaftin û gelê wê qir bikin, damezrandin û pêşxistina rojnamegeriya kurdî bi serê xwe şoreşeke mezin bû.

Lewra yekemîn rojnameya Kurd a ji aliyê Bedîrxaniyan ve di sala 1898’an de li Qahîre hatiye çapkirin, ji bo şoreşa ku qala wê hat kirin gava yekemîn û dîrokiye ku her sal 22’yê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pênasekirin û pêşwazîkirin. Bê guman avakirina rojnamegeriya Kurd xwe dispêre bedelên giranbuha ku di oxira şopandin û ragihandina heqîqetê û rastiya dagirkeriya li ser welat tê meşandin, hatiye dayîn û heya roja me ya îro jî bi ked û hewildanên pir mezin îro xwe bi awayekê hîn bihêztir birêxistin dike.

Nêrînek giştî girêdayî medya û medyaya kurdî

Ragihandin bi destpêbûna mêjûya mirovan destpêkirîye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kirîye. Lê di nava amûrên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avêtin û di sedsala 17’an de bi awayê rojnamegerîyê derketîye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabloyên 3500 sal berê hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabloyên ku ji dema imparatoriya Roma hatîye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê “The weekly News From Italy and German”, “La Gazette”, “Avisa”, Gedenck Wurdige Zeitung” û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne. Niha jî rojnamegerî bi giştî media bi amûrên cûrbecûr didome. Niha rojname, kovar, tv, radio, înternet û amûrên hwd. Di rojnamegerî de tê bi kar anîn. Medya di roja îro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin. Dibe ku di dahatû de bibe hêza yekemîn. Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayî ye. Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim, postmodernîzm, ol, guherîna civakî, têgihiştina hêz û desthilatdarîyê, pêşketinên idolojîk, pêşketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê, pêkanîna guherînên bingehîn û gewre, veşartina karên qirêj a deshilatdariyê, pergala aborî û hwd. De heye. Em dikarin gelek xalên bipeywendî zêde bikin. Her xal hêjayê nirxandinêye, lê ev tişt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be. Lê ev rewş bo kurdan hinek diguhere. Ji ber ku dewletekî navendî ya Gelê kurd tuneye. Ji ber vê him şêweya rojnamegeriyê di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye. Piştî peymana Lozanê welatê kurdan bû çar perçe. Di her parçeyê de dewleta ku vê parçeya xakê kurdan dagir kiriye, bi şêwazên cuda hemberî hebûna kurdan derketiye. Ji ber vê yekê jî di her parçeyekî de rewşa gelê kurd jî ji parçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku ji bona medyaya cihanê dabaşa gotinê ye, di medyaya kurdî de hêmanên wekî standartize kirin û pêşxistina zimanê kurdî, hewla rizgarkirina xaka Kurdistan, dîplomasî, pêşxistina muzîk û bi giştî çanda kurdî, pêk anîna hîşa neteweyî ya kurdî, modernîze kirina civaka kurdî, pêk anîna hişmendiya dîrokî ya kurdî jî zêde dibin. Her wiha partiyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî ji bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin. Ev yek li ber medyaya kurdî de astengiyek din e ku divê were bihartin. Rojnamegeriya kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî, êş, asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em îro di navdene ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya kurdî ye, her wiha rêwingiya bibiryar, dijwarî û serkeftinê ye.

Peyama yekemîn a rojnameya Kurd: Kurdistan heye

22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Mixabin rojnamegeriya Kurdî jî bi berdêlên giran û bi nirxên gelek giranbuha hatiye avakirin û vê rojê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî cihê xwe di dîrokê de girtiye. Rojnamegeriya Kurdî yekem car bi kovara bi navê ‘Kurdistan’ hatiye destpêkirin. Di sala 1898’an de ji aliyê Mîr Bedirxan ve li Kahîre hatiye çapkirin. Wê demê navê Kurdistanê, hebûna Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve dihat qedexekirin. Pêyama ku rojnamegerên Kurd ên wê demê xwestin bidin dagirkeran jî ew e ku ‘Kurdistan heye, Kurdistan mêtînger e û pêwist e ev welat were naskirin’. Derketina rojnamegeriya Kurdî peyamekê bi vê awayê bû. Bê guman ev bi hêsanî çênebû. Bi berdêlên mezin çêbû. Di nav bê derfetiyan de Rojnameya Kurdistan bi zimanê erebî weşan kir. Ji ber ku li Kahîre derdiket. Piştî vê li Şamê li Siwîsreyê, li Cenevreyê, li Îngîlîstanê ji bo were çapkirin û belavkirin bi hewildanên gelek mezin ev rojname temenê xwe berdewam kiriye. Bê guman Rojnameya Kurdistanê ji bo rojnamegeriya Kurdî dibe bingehek.

Rojnameya serxwebûn jî di dîroka tekoşîn û tevgera azadiyê de bû bingeh û hîmê avakirina ragihandina azad û demukrat û bû çavkaniya gihandina rastiyê û mîna yekemîn çavkaniya bîrdozî, fikrî û navenda pêzanînan ji bona civakê.

Piştî wê em dizanin ku gelek kesayet, gelek rojnamevan ji bo hebûna Kurdan bidin nasandin, ji ber li gel asîmîlasyon û gelek êrişên parçekirina Kurdistanê li ser hebûna Kurdistanê jî êrişek gelek dijwar heye, yên ku herî zêde bikaribin pêşî li dagirkeriyê bigrin, pêşî li kuştin, talan û parçekirinê bigrin rojnamegerî û nivîskarî ye. Ev kevneşopî berdewam kir û her çendî kovara Kurdistanê ji bo vê buye bingehek jî bi serhildanên Kurdan re, bi pêşketinên li Kurdistanê diqewimin re rojnamegeriya Kurdî jî pêş ketiye.

Yekemîn weşana ku ji bo çar aliyên Kurdistanê têdikoşe: Med Tv

Weke televîzyon cara yekemîn di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de û di dîroka gelê Kurd ê ku ji bo çar parçeyê Kurdistanê têdikoşe di sala 1994’an de bi Med Tv destpê kiriye. Bê guman ew jî weke kovara Kurdistanê destpêkê ku em îro jî lê binêrin weşangeriya Kurdî ya bi bandor li derveyî welat tê kirin. Ji ber ku li çar hêlên Kurdistanê, Kurdistan di bin dagirkeriya desthilatdaran de ye, rojname û çapemeniya Kurd jî, ji ber zextan, neçar ma ku li derveyî welat weşangeriya xwe bike. Med tv û piştre Medya Tv li Brukselê, paşê bû Roj Tv, piştre bû Nûçe Tv û piştî wê bû Sterk Tv, her wiha Medya Haber, News Kanal û her wiha her tim navê xwe ji ber êrişên hatine kirin, cezayên ku li van kanalan hatine birîn bi navên cûda cûda vê kevneşopiyê berdewam kirine.

Îro weke rojnamevanên Kurd, weke artêşekî tê binavkirin. Ji ber ku êdî televîzyonên Kurdan ji dehan zêdetir bû. Dîsa li her parçeyên Kurdistanê bi awayekî xweser ajansên wan hene. Ev weke roja çapemeniya Kurd a ji me re weke mîrate hiştiye, li ser wê bingehê pêk hatiye. Mînak niha li Rojavayê Kurdistanê ANHA kêlî bi kêlî dibe dengê şoreşê. Li Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê, li hemberî gendeliyê, ji bo berxwedan û berdêlên li Kurdistanê dîtbarî bike Rojnews hatiye avakirin. Car din li Bakurê Kurdistanê tevî hemû zextan DIHA û niha jî Ajansa Mezepotamya weke berdewamiya vê kevneşopiyê weke ajans kar dikin. Dîsa li gel van ajansên ku me qala wan kir li Bakûrê Kurdistanê ji Özgür Gündemê bigre heyanî Azadiya Welat, niha Xwebûn heye, Yeni Yaşam heye û gelek weşanên ku rojane û heftane weşanê dikin jî hene. Bê guman heta ev roj ku em weke artêşek bi nav dikin bi hêsanî nehat, bi berdêlên mezin hate bidesxistin.

Di Rojnamegeriya Kurdî de jin

Jina Kurd di hemû qadan de xwedî rol û misyonên pêşengiyê ne di qada çapemeniyê de jî xwe rêxistin kiriye, televzyon, ajans û radyoyên xweser vekiriye. Jina yekem di xebatên rojnamegeriyê de kar kiriye Rewşen Bedirxan e, di rojnemeya Kurdistanê de qûncik nivîsî kiriye. Ya duyemîn jî Sayma Aşkin ku di sala 1978`an de di Kovara Serxwebûn de xebitî ye. Yekemîn kovara xweser li Akadimiya Mahsûm Korkmaz bi navê YJWK di 1982`an de dest bi weşanê kir. Bi navê Kovara Jina Serbilind di 1983’an de li Almanyayê weşana xwe domandiye.

Di 8’ê Adara 1997’an de li Başûrê Kurdistanê (Silêmanî) rojnameya heftane bi navê Jiyana Azad bi pêşengiya Şîlan Kobanê dest pê dike û di 1999`an de tê girtin. Di 2000`an de berdewamiya Jiyana Azad rojnameya Roj Hayat dest pê dike, heta 2004`an weşana xwe didomîne. Di rojnameya Roj Heyat de Leyla Walî (Viyan Soran) dixebitî. Li kêlek van Kovara Jina Azad, Dengê Jin, Dengê Jina Azad, li Rojhilat Kovara Zenanê Şerq li Başur jî Kovara Truske, li Bakur Rojnameya Binevş û li Rojava Asoya Jin, Kovara Taniriça Zîlan, Kovara YJA STAR, Kovara Zîlan, Buhara Jin, Kovara Dengê Jiyanê, Rojnama mehane Newaya Jin, Ajansên JINHA, Şûjin, JINNEWS, radio Star Fm û JIN tv hene.

Li Rojava jî bi şoreşa Rojava re Rojnameya Ronahî mîna yekemîn dezgehên ragihandinê di 16’ê Cotmeha 2011’an de bi komeke biçûk û bi derfetên kêm dest bi kar û xebatên xwe kir. Rojnameya Ronahî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû deng û çavkaniya gihandina rastiyê ji bona tevahî civakê û bû dengvedana şoreşê. Rojnameya Ronahî bi fikir û remanê Netewa Demukratîk û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû hîmê avakirina civaka azad û wekhev.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle