Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amadekariyên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk didomin

20/04/2024
in NÛÇE
A A
Amadekariyên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Komîteya Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Hesen Mihemed Elî got 30 hêzên siyasî yên sûriyeyî, bi dehan kesayetên serbixwe û siyasetmedar dê tev li kongreyê bibin.

Komîteya Amadekirin û Peywendiyan a ku ji nûnerên hêz, tevger û kesayetên sûriyeyî pêk tê, amadekariyên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk didomînin, da ku hêzeke siyasî ava bibe ku opozîsyona Sûriyeyê bike yek.

Endamê Komîteya Amadekirin û Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Mihemed Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ji demeke dirêj ve hewl didin vê kongreyê li dar bixin û  ji bo wê, li welatên Yekitiya Ewropayê (YE) gelek komxebat hatin lidarxistin.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku komxebata dawîn li Brukselê bû û di wê komxebatê de komîteya amadekar a lidarxistina kongreyê hat avakirin. Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku sala 2021`an dest bi lidarxistina panêl û komxebatan li Stokholmê di bin çavdêriya Navenda Olf Palma kirine û hejmarek çavdêr ji Amerîka û dewletên YE`yê tev li wan bûn.

Hesen Mihemed Elî der barê hejmara kesên tev li komxebatên wan bûne de diyar kir ku çavdêrên amerîkî, siwêsrî, îtalî, siwêdî, brîtanî, Human Dialogue ya Mirovî û koma El Şêx jî di nav de 35 heta 40 kes tev li her komxebatekê bûn.

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku bi beşdariya bi dehan tevgerên siyasî û bi sedan kesan 4 komxeba li dar ketin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me bi zêdetirî 300 kesayetî û nûnerên rêxistinan re civîn û komxebat li dar xistin.”

Têkildarî encamên wan komxebatan, Hesen Mihemed Elî diyar kir ku beşdaran li ser mijarên nenavendîbûnê, laîk  û nasnameya nîştimanî ya komkar, lihev kirin.

Hesen Mihemed Elî bi domdarî got: “Ji bo diyarkirina dema lidarxistina kongreyê me civînek li Parlamentoya Ewropayê li dar xist. Parlamentoyê ewropî, nûnerên gelek dewletan tev li wê bûn. Di wê civînê de biryar hate dayîn ku komxebat ji jin û ciwanan re jî bên lidarxistin. Komxebateke ciwanan hate lidarxistin. Lê belê ji ber hin şert û mercan û amadekariyên lidarxistina 4`emîn Kongreya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) komxebata jinan li Lubnanê li dar neket.”

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku hewldanên lidarxistina kongreyê berdewam in, belgeyên pêwîst hatine hazirkirin û tenê diyarkirina dema kongreyê maye.

Girêdayî cihê lidarxistina kongreyê Elî got: “Heta niha, komîteyê cihê lidarxisitna kongreyê diyar nekiriye. Ihtîmal heye ku di Parlamentoya Ewropayê de yan Siwêd, yan Misir an Urdun be.”

Endamê Komîteya Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk da zanîn ku dê cihek guncaw li gorî şert û mercên siyasî bê diyarkirin.

‘JI BO SÛRIYEYIYAN HÊVÎ YE’

Hesen Mihemed Elî aşkera kir ku wê parlamenterên ewropî tev li kongreyê bibin ku ji bo sûriyeyiyan bûye hêvî.

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku 30 partî, hêzên siyasî ji derveyî MSD`ê, gelek kesayetên Suryan, Ereb, Turkmen û Kurd, muxalifên berê yên nêzî Îtîlafê, siyasetmendarên Kurd, kesayet û tevgerên din ku pê re civîn hatine lidarxistin, dê tev li kongreyê bibin.

Di dawiyê de endamê Komîteya Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Hesen Mihemed Elî îşaret pê kir ku aliyên siyasî li ser nasnameya nîştimanî ya komkar û nenavendîbûnê û pêşeroja Sûriyeyê li hev kiriye û got: “Em hêvî dikin ku guhertineke siyasî li Sûriyeyê çêbibe. Hêzên demokratîk jî hêvî dikin kongre bi encamên baş bi ser keve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.