Rojnameya Ronahî

Meclisa Civakî ya Ermenî li ser komkujiya Ermeniyan semînerek da

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Bi boneya salvegera komkujiya Ermeniyan, Meclisa Civakî ya Ermeniyan bi beşdarbûna Saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan semînereke li Baxçeya Xwendinê ya bajarê Qamişlo da.

Bi boneya bîranîna salvegera Komkujiya Komî ya Ermeniyan ku di 24`ê Nîsana sala 1915`an ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kirin û di encama wê de zêdetirî 1,5 milyon kes hatin qetilkirin, Meclisa Civakî ya Ermenî semînere li Baxçeyê Xwendinê ya kantona Qamişlo da.

Di semînerê de saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan beşdar bûn, herwiha semîner ji hêla lêkolîner Hena Somî ve hat dayîn.

Di semînerê de bi giştî behsa dîroka gelê Ermenî her wiha sedema pêkanîna vê komkujiya komî derheqê gelê Ermenî hate eşkerekirin. Herwiha di semînerê de hate destnîşan kirin ku ev komkujî di encama lihevkirin û berjewendiyên mezin ên navdewletî bi dewleta Osmanî re hat kirin.

Di heman çarçoveyê de bal hat kişandin ser sûcên dewleta Tirk û awayên hovane ku der heqê gelê Ermenî pêk anîn ji qetilkirina ciwana û desavêtina jinan û qetilkirina jinên ducanî.

Di dawiya semînerê de rê li ber beşdaran hate vekirin da ku mudaxele û pirsên xwebînin ziman.