Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijî tecrîdê ji bo CPT’yê kampanyaya şandina nameyan hate destpêkirin

20/04/2024
in NÛÇE
A A
Dijî tecrîdê ji bo CPT’yê kampanyaya şandina nameyan hate destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda  Nûçeyan

TJK-E’yê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi kampanya şandina nameyan a ji bo CPT kir. TJK-E’yê got, “Em ê jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin.”

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û got, “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye û hewl tê dayin ku bê îzolekirin. Zêdeyî 3 sal in bi kiryareke ku mînaka wê li cîhanê nehatiye dîtin, destûr jê re nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku xwedî erka çûyîna Girava Îmraliyê ye, ne tenê têkildarî kiryarên antî demokratîk ên li welatên Ewropayê her wiha têkildarî kiaryên li Tirkiyeyê jî bi erka xwe rabe û bike ku dawî li van kiryaran bê anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber nêzîkatiya xumamî ya CPT, girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne navendên êşkenceyê. Divê tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, raporên rasteqîn bi raya giştî re parve bike û bike ku tifaqa AKP-MHP a faşîst ku berpirsyarê van pirsgirêkan e bê darizandin. Divê dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên antî demokratîk bîne ku ji ber têkiliyên dîplomatîk ên welatên Ewropayê bi vî rengî tevdigere û li aliyê têkoşîna mafên mirovan bisekine.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em ê 19’ê Nîsanê ji Ewropayê destpê bikin û bi rêya saziyên jinan nameyan ji CPT re bişînin. Bi rêya nameyên ku her roj ji bajarekî cuda bêne şandin, em ê daxwaza xwe bînin ziman ku mafên hiqûqî û qanûnî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne radestkirin, tecrîda mutleq bê rakirin û dawî li polîkîkaya îzolasyonê ya 25 salan bê anîn. Em ê erk û berpirsyariyên CPT li bîra wê bixin û bikin ku li aliyê mafên mirovan helwestê nîşan bide. Em careke din destnîşan dikin ku jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin û bang dikin ku di pêngava azadiyê de têkoşîn were mezinkirin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.