Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Kongra Star salvegera KJK’ê li hemû jinên cîhanê pîroz kir

17/04/2024
in Uncategorized
A A
Meclisa Kongra Star salvegera KJK’ê li hemû jinên cîhanê pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Em Wekî Kongra Star Salvegera KJK’ê li Rêber Apo, jinên li her çar aliyê cîhanê di bin dirûşima Jin Jiyan Azadî de li ber xwe didin, jinên li serê çiyan şer dikin, ên di zîndanan de û tevahî jinan pîroz dikin.

  Wekî ku em hemû dizanin KJK’ encama ked û hewildana Rêber Apo ya zêdetirî çil salî ye. KJK nêrîna, vîn û nasnameya jina azad û pêşenga konfederaliya demokratîk e. Bi rêya vê danaheva dîrokî ya sîstema Konfederal ve em bûn xwedî vîna azad û me dikarî bû em li hemberî vê sîstema baviksalarî li ber xwe bidin û îro xwe di vê astê de rêxistin bikin.

Bi saya vê rêxistinê îro jinên Kurd, ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin, xwe kirin artêş, ji felsefeya Netewa Demokratîk re pêşengtiyê bikin. Bi rihê Bêrîvan, Zîlan, Arîn, Sara û Yusrayan ve ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin. Di pêşengtiya felsefelsefeya jina azad de, ya bi KJK’ê re sîstembûyî jin dibin kirdeya jiyanê û dibin ayîdê xwe.

Berhema bi hezaran jinên ref bi ref berê xwe didan çiyan û ji bo azadiya xwe şer kirin, îro li deşt û bajêran gul vedide. Bi vê sîstemê, bîr û baweriyê ve li hemberî sîstema zilamê bûyî dewlet li ber xwe didin.

Ger em îro dikarin di nava vê sîstemê de, bi awayekî ji xwe bawer pêşngtiyê bikin, encama vê ked û danaheva zêdetirî çil salî ye.    

   Ev pratîka tekoşînê ya xwe dispêre xeta Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan a ku dibêje; “Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe.” û ev yek divê destpêkê di pêvajoya şoreşê de were pêkanîn. Jinên Kurd palpişta dîrokî û felsefî ya tekoşîna azadiyê li ser wê perspektîfê ava kirin.

Em ê jî li ser felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje ;“bi jina kole,  şoreş nabe” dest pê kiriye. Heta dawiyê bimeşin.

Em cardin di wê baweriyê de ne ku em ê bi sîstema KJK’ê ve, karibin di Rojhilata Navîn de guhertin û veguhertinê bidin çêkirin. Em ê xwe bi erdnîgariyê ve sînordar nehêlin, heta ku ji me were em ê li ser vê xeta ku bûyî danaheva dîrokî û nasnameya jina azad em ê bi awayekî serbilind lê xwedî derkevin. Em ê bi vê sîstema gerdûnî ve,kar û xebatên xwe jî gerdûnî bikin, heta ku jinek jî bê rêxistin nemîne, ji heremî ber bi gerdûnîbûnê ve, ji bo em karibin hîn pirtir piştgiriya jinên Afganîstan, Efrîn û bi hezaran jinên niha di bin dagirkeriya zilam de dinalin  bikin û ji hêviyên wan re bibin bersiv,  em ê bi înad li vê sîstemê xwedî derkevin û pêş bixin.

Di wê bîr û baweriyê de ne ku wê bi vê sîstema konfederalî ya ku di kesayeta jinên Kurd de bawerî, lêgerîn, hêza cewherî, birdozî, leşkerî, siyasî û civakî pêşxistî ve,  sedsala 21. Wê bibe sedsala jinê û wê bi rengê jinê ji nû ve li ser van axên xweda û xwedewanda jiyana azad wê pêş bikeve.  Ji bo ev pêkwere, ango sedsala 21’ê bibe sedsala jinê, em hîn pirtir  li derdora Rêber Apo, mîmarê azadîya jin kom bibin, karibin xwe di bin desthilatdariya sîstema zilamsalarî ya 5 hezar salan rizgar bikin, dibêjin ku em ê wekî Kongra Star heta dawiyê li vê sîstemê xwedî derkevin û li ser vî bingehî, careke din salvegera KJK’ê li tevahî jinên azadîxwaz, Rêber Apo û şervanên azadîyê û jinên cîhanê pîroz dikin. 

Meclisa Kongra Star

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.