Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konfidralîzma Demokratîk şêwazekî Rêveberiya Xweser e

17/04/2024
in Uncategorized
A A
Konfidralîzma Demokratîk şêwazekî Rêveberiya Xweser e

CREATOR: gd-jpeg v1.0 (using IJG JPEG v62), quality = 100

Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed diyar kir ku Konfidralîzma Demokratîk şêwazekî Rêveberiya Xweser e, ku bi rêveberiya Îdarî ya ku bi riya Netew dewletê re nakokiyê dike, lê di hin şert û mercan de dibe ku ev herdû şêwe bi awayekî aşitiyane bi hev re bijîn.

Di sala 2016’an de çapa sêyem a pirtûka konfidralîzma Demokratîk a Abdullah Ocelan hat weşandin. Divê biroşûrê de Rêber Apo nêrîna xwe ya li ser pirsgirêka kurd û çawaniya çareseriya demokratîk vedibêje, isbat dike ku ev çareserî di formûla konfidralîazmê de cih digre.

Di derbarê guhrtina ku di TEV-DEM`ê de çêbûyî hevseroka TEV -DEM’ê Rûken Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

TEV-DEM bingeha xwe ji ofîsan digre

Rûken Ehmed diyar kir ku TEV-DEM carek din li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sîwana, xwe bi vî rengî  rêxistin dike û wiha got: “Ji ber ku kar û xebatên me berfireh bûn wek TEV-DEM` û li ser bingehê yekîtî  û sendîqayan li Rojava hatin avakirin. Lê dema bajarên wek Reqa, Minbic û Tebqa jî hatin rizgarkirin li wir TEV-DEM wek Civaka Sivîl hat avakirin û bi vî rengî kar û xebat hatin meşandin. Di kongira çaremîn a TEV-DEM`ê de jî biryar hat girtin ku sîstema TEV-DEM`ê  xwe bi rêxistin bike û sendîqa û yekîtiyên xwe berfirehtir bike. Her wiha li gor ofîsên rêxistinî, jin, ciwan, têkiliyên derve, aborî û şopandinên xwe birêxistin bike, lê pêwîstî hebû ku sîwaneke giştî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de bigrin were avakirin.  Ji ber ku meclisa TEV-DEM`ê tenê ji kantona Şehba, Cizîrê û Kobanê pêk dihat. Kordînasyona meclisê jî ji nava meclisê hatibû hilbijartin û li ser esasê Rojava van yekîtiyan xwe bi rêxistin kiribû. Ji ber vê yekê diviyabû ev xebat bi rengekî berfireh xwe birêxistin bike. Di konferansa 4’emîn de biryar hat girtin û li ser vî esasî jî qomîtekî amadekar ji bo vê xebatê hat destnîşan kirin û di encama kongirekê de Kongira konfederal hat damezrandin.”

TEV-DEM hebûna xwe diparêze

Rûken Ehmed axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: “TEV-DEM`ê carek din ji bo xwe rêxistinkirinê hebûna xwe diparêze, meclîs, koordînasyon û ofîsên wê jî hene. Her wiha yekîtiyên ku xwe birêxistin kirin hemû di bin sîwana TEV-DEM`ê de ne, di rêziknameya konfidralî de yekîtî nîne, ji ber ku li ser ofîsan xwe birêxistin dike; wek ofîsa jin, ciwan, rêxistinî, şopandin, ekolojî, aborî û mafnasiyê, bingeha xwe ji van digre. Di koordînasiyona federal de hevserok hene û 4 cîgir û 31 endamên koordînasiyonê jî hene, ji van 31 endamî 15 jê girêdayî TEV-DEM’ê ne û cihî xwe di vê koordînasiyonê de digrin. Konfidralî sîwana hemû sazî û dezgehane, ji ber vê yekê kevirê esasî yê di konfedraliyê de TEV-DEM’e. Her wiha TEV- DEM di destpêka Şorşê de xwe birêxistin kiribû û di sala 2018’an û şûnde jî xwe li ser esasê sendîqa û yekîtiyan bi rêxistin kir û di heman demê de ji bo rêxistinkirinê bingehekî wê yê xurt hat avakirin. Qadên me berfirehtir dibin, ji ber ku yekîtiyên me li Minbicê heta Dêrazorê û Reqa û Tebqa jî hene. Di navbera TEV-DEM û konfedraliyê de koordînasiyon heye, biryarên bingehîn yên girêdayî herêmên Bakur û rojhilatê Sûrî bi tevahî dide, her wiha di Meclisa Konfidralî de pilansaziya salane tê girtin.”

Di TEV-DEM`ê de tu guhertin çênebûn

Hevseroka TEV- DEM’ê Rûken Ehmed dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: ” Di heman demê de meclisa TEV-DEM jî her 4 mehan carekî civîna xwe çêdike, ofîsa wê ya rêxistinî jî mehê carekî dicive û biryarên girêdayî Rojava dide. Her wiha biryarên xwecihî û girêdayî kantonan didin. Ji beriya neha TEV-DEM di Rojavayê Kurdistanê de kar û xebatên xwe birêve dibir û biryarên xwe di nava xwe de digirtin û pêktanîn, lê niha biryarên giştî yên ku girêdayî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meclisa konfedralî de tên dayîn. Guhertinên ku îro roj çêbûyîn, ji ber ku TEV-DEM  dema berê meclisa wê ji 80’î kesî pêk dihat û hemû ji Rojava bûn; endamên wê ji Heleb heyanî Dêrikê bûn, lê rêxistinên me li Minbic, Tepqa û Reqqa jî hebûn. Ji ber vê yekê nedibû ku ev rêxistin ji derve bimîne. Ev qad bi navê civaka sivîl bû, ev yek hat guhertin bû Rêxistinên Civaka Demoqratîk, niha li hemû alanan nav hat Guhertin ji ber ku  sîstema me sîstema Netewa Demoqratîke, hemû di bin sîwana Netewa Demoqratîk de xwe bi rêxistin dikin, pêwîstî hebû ku ev guhrtin çêbibin. Di rêziknameya konfederiyalî de jî  ev yek hat guhertin. Di sîstema TEV-DEM`ê de tu guhertin çênebûne lê sîwaneke giştî ji bona kar û xebatênsendîqayên civakî hate avakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.