Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarçoveya têgînî…. desthilatdarî

17/04/2024
in Uncategorized
A A
Çarçoveya têgînî…. desthilatdarî
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ji remanê Rêber Apo

Desthilatdarî

Têgîna desthilatdariyê di serê wan têgînan de tê ku herî zêde di warê jihevderxistina rastiya civakî de rê li ber zehmetî, şaşî û nakokiyê vedike û mîna ku ji aliyê naverok û şêweyê ve ji bo neyê naskirin li ber xwe dide. Hakimiyeta di xwezaya wê de xwe di danasîna wê de jî nîşan dide, li hemberî danasîneke bi rastî li ber xwe dide, xwe nade dest. Mîna ku nutr e, lê dest jê nabe û fena diyardeyeke xwedayî xwe dike giştî û bi vî awayî xwe mutleq dike. Mirov dikare desthilatdariya civakî jî bi awayê herî rast weke mêtinkariya zêde ya ekonomîk û potansiyela hêzê (derfetên hêzê) bide naskirin. Desthilatdarî potansiyela hêzê û mêtinkariya mîna genetîkê (mîna DNA’yê) bûye xwedî karektereke kombûyî ya di tevahiya çaviyên civakê yên mejî û avahiyên wê de ye, hêzên civakî yên ev mekanîzmaya desthilatdariyê xistine destê xwe jî bi awayekî berbiçav dewleta dîrokî, elîtên mêtinkar û çînên wan pêk tînin. Gelekî girîng e ku mirov desthilatdariyê timî weke derfeta kanên potansiyela pêkhatinên dewlet û çînan fêhm bike. Kengî potansiyela desthilatdariyê berbiçav dibe, her çi dewlet û elîta hukim lê dike çîna mêtingeh a civakî ya xwe disipêrinê (koledar, feodal, bûrjûwa û hwd.) pêk tînin. Mirov dikare desthilatdariyê hem fizîkî, hem jî weke potansiyela hêzê ya entelektuel jî bifikire. Li ser civakê xwe weke hewcedariyekê, mutleq û domdar ferz dike. Yek ji sedemên din ên girîng ê vê yekê jî ew e, xwe bi pêdiviya rêveberiya xwezayî ya civakî re wekhev dibîne. Kengî desthilatdariyê xwe bi diyardeya rêveberiyê re kir wekhev, hingê xwe dike ku dest jê nebe. Dema ku desthilatdarî ji pêşengiya civakî ya xwezayî hat veqetandin, wê baş were dîtin ku desthilatdarî çawa weke girêkeke kansêrê çiziriye binyeya civakî û lê belav bûye.

Girîng e ku mirov cudahiya di navbera dewlet û desthilatdariyê de jî bibîne. Desthilatdarî li civakê zêdetir belav e, û ketiye tevahiya çaviyan, lê dewlet nasnameyeke desthilatdariyê ya bêhtir teng û bi pîvanên berbiçav îfade dike. Dewlet şêweyekî desthilatdariyê ye, zêdetir di kontrolê de ye, bi pîvanan ve hatiye girêdan, her diçe huqûqî dibe û di warê xwerewakirinê de nazik tevdigere. Mirov dikare desthilatdariyê weke rewşa hukimraniyeke giştî binirxîne û ji bo rewşa bêdesthilatbûnê jî mirov dikare weke koletiya giştî hukim bide. Şêweyên koletî û desthilatdariyê yên cuda bi xisletên giştî yên dewletê ve girêdayî ne, û ji wê feyza xwe digirin. Mirov dikare li ser wan weke dijberê azadiyê hukim bide. Di civakê de çiqasî potansiyela desthilatdariyê hebe, ewqas jî civak ji azadiyê bêpar dibe. Desthilatdarî çiqasî were kêmkirin, ewqasî rewşa azadiyê pêş dikeve. Divê mirov gelekî hay ji hesreta ji bo desthilatdariyê ya di nava civakê de hebe. Ev hesret û bêrîkirin çiqasî belav be, ewqas jî wê despotokên civakî zêde bibin. Ev jî dikare bi tevahî demokrasiyê biqedîne. Despotî nexweşiyeke desthilatdariyê ye. Kengî li derveyî kontrolê bimîne, çawa di mînaka Hîtler de jî hat dîtin, dikare har bibe û bibe cinawirekî serî pê re derxistin zehmet be. Despotîzm di dîrokê de ji nava şêweyên rêveberiyê yên keyfî derdikeve û weke girêkên faşîzma civakî bi cih dibe. Di pêvajoyên desthilatdariya kapîtalîzmê de dikare bi lez mezin bibe, li tevahiya çaviyên civakî belav bibe û weke rêveberiya hêza totalîter a civakê bi gewde bibe. Şêwegirtina desthilatdariyê bi awayê dewleta netewe têkiliya xwe bi rejîma kapîtalîst-faşîst re heye û rewşa wê ya pêşek îfade dike.

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.