Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin û Şano

17/04/2024
in Uncategorized
A A
Jin û Şano
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Tevî hemû zehmetiyên ku li hemberî jinan derdikevin wê xebata jin di milê şano de berdewam be û xurtir bibe, her wiha di riya şano de wê dozên civakê û pirsgirêkên jinan li ser dika şano derkeve pêş û bên çareserkirin.

Berî şoreşa 19`ê tîrmehê, rola jinên Rojavayê Kurdistanê di şano de pir lawaz û tune bû, ev yek jî ji ber hişmendiya civakê bû. Jinan pir zehmetî didîtin da ku cihê xwe di qada şanoyê de bigrin. Lê piştî şoreşa Rojava di tevahî qadan, jinê cihê xwe girt û bi rola pêşengtiyê rabû. Bi taybet di qada şano de roleke pir girîng lîst û bi hezkirin û baweriyeke mezin tevlî şano bû.

Derbarê rola jinê di şanoyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê mijarê şanogera Yara Sarim û derhênera jin Fatima Ehmed ji Rojnameya me re axivîn.

Şanoger Yara Sarim di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di civaka me de her tişt ji jinê re hatiye qedexekirin, bi taybet jî di qada şanoyê de ku çawa jineke wê derkeve ser dikê û xebata xwe pêşkêş bike. Divê em weke jin van nêrînan paş guh bikin û sînoran bişkînin tevlî warên jiyanê bibin bi hezkirin tevlî qada şano bibin û pirsgirêkên xwe di riya şano de pêşkêş û çareser bikin. Ji ber hişmendiya ku di serê jinê de hatibû çandin tenê karê xwe di malê didît tevlîbûna wê di warên jiyanê de kêmbû bi taybet di warê şano de, di gelek astengî û zehmetiyan derbas bû heta gihaşt vê asta ku îro tê de ye. Piştî şoreşa Rojava jinê cihê xwe di nava şano de bi awayekî balkêş girt. Jinan gelek pêşketin di nava xwe de çêkir û nêrînê çewt ên civakê ji hêla wê guhert, lê em nabêjin ku pirsgirêka tevlîbûna wê di nav şano de bi temamî hat rakirin hîn jî ev pirsgirêk berdewame lê bi awayekî kêm e.”

Şanoger Yara Sarim diyar kir ku jinê di riya pêşkêşkirina şano de bandoreke mezin li civakê dike û wiha got: “Derketina jinan li ser dikê û pêşkêşkirina şano bandoreke mezin li ser civakê dike, di riya şano de gelek mijaran ji civakê re diyar dike û gelek tiştan zelal dike, di şano de pirsgirêkên civakê yên zehmet û şaş tê çaresrkirin, herwiha hebûna jinan di nava şanoyê de gelek hestên xweş dighîne beşdaran û şanoyê zengîn û xurtir dike.”

Şanoger Yara Sarim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hezkirin û gotinên xwe yên bi wate û bi dansê şanoya xwe pêşkêş bikin, sînorên ku li ber azadiya we disekine bişkînin û tevlî qadên jiyanê bibin bi taybet di qada şano de ji ber ku di şanoyê de mirov azadiya xwe hîs dike. ”

Derhêner endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fatima Ehmed ji rojnameya me re axivî û got: “Şano hunereke nêzîkî civakê, piştî zehmetiyên ku jin têde derbas bû îro li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî rehet tevlî qada şano dibe û xebatên xwe pêşkêşî civakê dike.”

Di heman çarçoveyê de Nivîskar û derhêner Fatima Ehmed jî da zanîn ku piştî şoreşa Rojava jin bû pêşenga civakê û wiha got: “Piştî şoreşa Rojava rewşa jinê di tevahî warên jiyanê de hat guhertin, êdî jin tevlî hemû warên jiyanê bû, çi warê siyasî, leşkerî û hunerî bi taybet di şano de jinê cihê xwe girt û di riya şano de hemû hestên xwe diyar kir, îro baştirîn jinên şanoger xelatan distînin û li hemû herêman şanoyan pêşkêş dike û mohra xwe di vî warî de da. Ji ber ku jin dizanin şano jî weke nameyekê ji civakê re ye vê nameyê li ser dika şano pêşkêş dikin û hezkirina xwe ji şano re dixin xizmeta civakê de.”

Derhênera jin û endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fatima Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Em weke Tevgera Hîlala Zêrîn giringiyê didin wêje û hunera jinê di her milî de, çi mûzîk, guvend û bi taybet şano piştgiriyeke gelek mezin dide jinê di milê perwedê de an peydakirina pêdiviyên lazim ji wan re tê pêşkêş kirin da ku bi awayekî serkeftî derkevin nava civakê . Divê îrade û îsrar di kesayeta jinê de hebe daku vî karî bi hezkirin berdewam bike.

Post Views: 53
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.