Rojnameya Ronahî

Pîrozkirina Cejna Çarşema Sor Li Şehbayê

Zana Roj/ Şehba

 Di ola Êzîdiyan de cejna  çarşema Sor salê  carekê tê pîroz kirin. Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyan li Kantona Efrîn û Şehbayê Silêman Cafer di derbarê cejna Çarşema Sor û pîrozkirina wê de got ku; “Cejna Çarşemê Sor cejna tavahî gelê Kurd e û roja daketina Tawusê Melek li ser ruyê erdê ye”.

Di dîroka ola Êzîdiyan de gelek merasîm û cejnên balkêş yên vê gelê hene. Yek ji wan rojên pîroz jî cejna Çarşema Sor e. Di salê de rojek ji bo vê cejnê hatiye veqetandin û ew roj di roja çarşemê de tê pîroz kirin. li gorî olî û baweriya Kurdên Êzîdî di vê rojê de Tawusê melek yên pîroz yê ku weke melaîketa herî sereke yên Xweda pênase dikin daketiye ser rûyê  erdê. Ev yek jî di qewl û pirtûkên Êzîdiyan de hatiye tesbît kirin.

Tawusê Melek di gelek ol û baweriyan de  hatiye vegotin û pênaseyên şaş lê hatine kirin. hin ol û bawerî hene navên cuda lê kirine. li di ola Êzîdiyan de Tawusê Melek pîroz e û ji pîroztirîn melaîketên xweda ye. ji ber wê jî roja Çarşema Sor ji bo pîrozkirina vê buyerê hatiye veqetandin.

Derbarê Ola Êzdî û Cejna Çarşema Sor de Hevserokê Yekîtiye Êzîdiya ya Kantona Efrîn û Şehbayê Silêma Cafer ji rojnameya me re axivî.

`Ji serweriya Sasaniyan û vir de Kurdên Êzîdî rastî qirkirina hatine`

Silêma Di destpêka axaftina xwe de bal kişad ser ol û dîroka Êzîdiyan û wiha got: “Gelê Êzîdî di seranserî dîrokê de û ji aliyê hin bawerî  û olên cuda de rastî gelek hewildanên qirkirin tunekirinê hatine. Dijberê gelê Êzîdî her xwestina ola me reş bikin û weke ku em tersê ol û baweriyên xweda ne nîşan bikin. tavahî dijminên ku li hember gelê Kurd derketine yekemîn derbe li Kurdên Êzîdî dixistin da ku ev ol ji binî de bê tunekirin. Piştî hilweşandina imparatoriya Medan ku  Sasanî bûn serwer û hetanî vê kêliyê Gelê  Êzîdî roj bi roj rastî derbe û qirkirinê hatin. Bi xwendin û lêkolînkirina dîrokê re bê guman me jî nedizanî ji ber çi em ewqas tên hedefgirtin heyanî ku me  felsefeya Rêber APO”naskir.

`Yekemîn Felsefeya ku xwedî li Kurdên Êzîdî Derketiye, Felsefeya Rêber Apo bû`

Silêman bal kişand ser nirxandina Rêber Ocalan ji Kurdên Êzîdî re û wiha domand: “Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan di salên 90 î de dema ez weke kes min xwest li Helebê gotina yekemîn ji min re gotiye ew bû ku `Hûn Kurdên resen in, ger ola Êzîdî winda bibe wê di demeke pir zû de Kurd jî winda bibin` min ev gotin ji xwe re kir binhgeha  jiyana xwe û li ser wê esasê me di doza azadiya Kurdistanê de berdewam kir. ji ber yekemîn felsefe ku banga parastina yek ji pîroztirîn olên Xweda kiriye û bi taybet Kurdên Êzîdî felsefeya Rêber APO bû. Bi vê tevgerê re em Kurdên Êzîdî  bûn weke ew giyaya ku bi sala ye di bin kevir de maye û li ser hat rakirin û ji nû ve şîn bûn. Ji wan rojan û heyanî vê demê em sal bi sal  cejnên xwe pîroz dikin. heyanî demekê me cejnên xwe  veşartî pîroz dikir, lê bi şoreşê re êdî  me serbest cejênê xwe bi hemû gelê Kurd re pîroz kir”.

Roja Çarşema Sor

Silêman derbarê Cejna Çarşema Sor de ev anî ziman: “Em vê cejnê weke cejna xwezayî, aşîtiyê û ya tavahî gela pênase dikin. û hemû gelê Arî vê rojê pîroz dikin. Li gorî baweriya me di vê rojê de Tawusê Melek bi fermana Xwedê daketiye ser rûyê erdê. Her wiha gelê Êzîdî di kevin de miletekî zanistî ye, ji beriya zayînê bi 4 hezar sal me gotiye gerdûn weke hêkekê ye. Lê zanyaran beriya zayînê 1436` an de nû gotine gerdûn gilover e, lê Kurdan beriya wê bi  5 hezar sal gotine erd mîna hêkê ye. di heman demê teqîna atomê jî di qewlên bav û kalên me de hebû û hatibû xwendin, lê piştî em mezin bûn me zanî ku zanyar dibêjin gerdûn di encama teqînekê de hatiye çêkirin. Di ola Êzîdiyan de û bi taybet cejna Çarşema Sor bi hêkan tê pîroz kirin. Di êvara beriya roja cejnê de gelê Êzîdî kulîlkên Sor (Gungilîk) tînin û li ser deriyên xwe dixin. Di roja cejnê de bi taybet jin derbasî ser goristanan dibin û mêr jî mal bi mal ziyaret dikin û pêwîste her malek qurbaniyekê bide (serbirek) û xwerinekê çêbike. Û di wê rojê de aciziyê di navbera miletê Ezîdî de radibe, û bi dawîbûna gerê de hemû mêr li gel şêxê mezin kom dibin”.

Yek ji rê û resmên cejnê kelandina hêkan e

Silêman di berdewamiya axaftina xwe de wiha domand: “Di wê rojê de 12 hêk li gorî 12 mehên salê tên reng kirin, bê guman hejmareke mezin ji hêkan tê kelandin. Kelandina hêkan jî tê wateya çawa ku xweda gerdûn bi hêza xwe avakir û cemidand, em jî ji ber şibandina gerdûnê bi hêkê em vê bûyerê pîroz dibînin. her wiha keç û xurt wan hêkan li hev du dixin,  ka kî dikare ya din bişkîne û qalikên wan hêkan li zeviyên xwe direşînin weke nîşaneya xêr û bereketa wan zeviyan tê pênase kirin”.

Silêman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku çawa  wan li Efrînê cejnên xwe pîroz dikirin li Şehbayê jî cejnên xwe pîroz dikin û wiha got: “Rûxmî koçberiyê û zehmetiyên ku tavahî gelê Efrînê di encama şer de tê re derbas bûne, lê ji 6 salan ve bi hemû merasîm û rê û resmên ola Êzîdiyan em cejnên xwe bi pêkhate û baweriyên din re parve dikin û pîroz dikin. her wiha di dawiyê de ez dibêjim ev cejin ne tenê cejna Kurdên Êzîdiye cejna hemû gelê Kurd e û divê her kes li vê yekê xwedî derkeve. Em bi hêvî ne ku sala bê bi aşîtî û aramî em careke din li ser xaka Efrînê cejnên xwe pîroz bikin”.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle