Rojnameya Ronahî

Kampanya hezar jin yek deng

Amara Baran/Qamişlo

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de kampanya “Hezar Jin Yek Deng”  destpêkirin

TJK-E, di çarçoveya pêngava cîhanî a “Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin, dest bi kampanyayeke nû kir.

Armanca kampanya “hezar jin yek deng” li dijî pergala qirkirinê ya sistema îmraliyê dengê jinên ji çandên cuda û gelên cuda bîne gel hev.

Ev Kampaniya wê bê navber berdewam beke, her wiha di nava vê Kampaniyê de wê hezar dîmenên jinan werin komkirin, ev dîmen jî her jinek nameyekî dide ji bo azadiye Rêber Abdullah Ocalan. Ev Kampaniya li ser asta cîhanî tê meşandin, Maxmûr, Şengal, Rojava û hwd.  Hemû ziman û netew cîhê xwe di nav de digrin.

Girêdayî vê yekê jî  wê bi rengên cur be cur . video bên pêşkeşkirin