Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bajarê Hesekê firoşgehên cilên Balê pir dibin

14/04/2024
in Uncategorized
A A
Li bajarê Hesekê firoşgehên cilên Balê pir dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Firoşgehên cilên kevin yê ku bi navê Balê tên naskirin roj bi roj pir dibin, li hemû deveran tên vekirin, bi taybet li taxan ji ber têkçûna rewşa aborî ya xelkên bajêr. Sedema ku dihêle ev firoşgeh kar bikin û bala welatiyan bikşîne, ji ber ku bihayê cilên ku li van firoşgehan li gorî deverên din erzane.

Firoşgeha cil û berg, pêlav û çenteyên ku ji derve tên girtin ku destpêkirina wê ji malan bi rêjeyeke şerim dihat dîtin. Di dawiya sala 2013’an de li firoşgeha Hesekê belav bû û heta sala 2014’an li ser rawestgeh û dikanan bi awayekî giştî ji bo firotinê xuya bû. Êdî gel xwe li cilên kevin digirin da ku bi navê (Balê) tê naskirin. Ji ber ku nirxên wan erzane li gorî rewşa madî ya nebaş ya ku Sûriye tê re derbas dibe.

Bazirganiya cilên kevin li bajarê Hesekê ji bo her kesê riya debarê ye. Ji bo jin û her wiha zilaman riya kar û bar e. Ji bo kesên ku li cilên erzan digerin, kirîna cilên xebitandî riyeke baş e. Ev bazirganî, heta niha ji bo mêran tenê bû, lê di van salên dawî de nîvê bazirganên jinên ku li hemberî xizanî û tunebûnê têdikoşin in.

Di derbarê firoşgeha cilên kevin (Balê) û sedema komkirin û kirîna gel ji wan re xwediyên dikanên balê Xalid Qasim û welatiyê bi navê Sumeye Alî ji Rojnemeya me re axivîn.

Xalid Qasim wiha di destpêka axaftina xwe de got: “Karê me di vî warî de baş e, her dikanek mişteriyên xwe hene, ku piştî anîna kelûpelan, em wan bi awayekî pak rast dikin û carinan em mişteriyên xwe agahdar dikin ku cilên bala wê di kîjan demê de were vekirin. Herwiha piraniya mişteriyên me ji gundên nêzîk û hin taxên dûrî bajêr in. Em cilên xwe ji welatên Ewropayê, Kenda yan jî Lubnanê tînin, her yek bi buhayekî cuda û li gorî qelîteya cilan ji hev cuda dibe. Piraniya cilên balê di deriyê Cerablusê an jî di deriyê Sêmalkan re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe

Firotina cilên Balê

Xalid Qasim diyar kir ku: “Kelûpelên ku bi rojan di dikanê de dimînin bêyî ku werin firotin, em didin mişteriyên xwe yên ku firoşkarên kolanan in û ew jî li bazarên gerok an jî li gundan belav dikin û ew jî van kelûpelan bi buhayekî erzantir difiroşin da ku karibin sûdê ji wan werbigrin. Tevî ku cilên Balê bi bihayekî erzan têne firotin û mişterî jî digrin, lê li milekî din jî ger ku ev cil bi rengekî paqij neyên girtin, wê bi xwere gelek nexweşiyan çêbike.

‘Ji ber kêm derfetên madî, welatî berê xwe didin cihên Balê’

Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Sumeya Alî diyar kir ku bi bilnd bûne nirxên dolar û bihabûne cilên nû, welatî berê xwe didin kirîna cilên kevin. “Ji ber ku cilên balê nirxên wan kêmtire û rewşa me ya madî pir lawaze û 5 zarokên min jî hene, herwiha 3`ê ji zarokên min diçin dibistanê û pêwîste ku em cilan ji wan re peydabikin.  Em bi hêvîne ku ev cilên kevin jî nirxên wan bilind nebin, pêwîste her firoşgihek bi malbatên ku nikarin debare jiyane xwe bikin bi wan re bibin alî kar.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.