Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komkujiya Enfalê; Birîna gelê kurd a bê derman

13/04/2024
in NÛÇE
A A
Komkujiya Enfalê; Birîna gelê kurd a bê derman
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hîna birîna Helebçeyê nehatibû dermankriin, Enfal jî bi ser de hat û kul û êşa Kurdan zêdetir kir. Rejîma Be’s a Iraqî berî 36 salan, li sernaserî Başûrê Kurdistanê bi navê Enfalê dest bi êrişêne berfireh kiribû. Di vê êrişa hovane de 182 Hezar kurd hatin şehîdxistin. Li şûna ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li pey sûcdarên Enfalê bikeve û wan darizîne, îro bi heman rêbazî bi destê dijminên Kurdan girtiye û hevkariyê bi wan re dike.

Wê rojê Kurdan 182 hezar kes winda kirin

Rejîma Sedam a Be’sî sala 1988’an, 5 hezar kurd li Helbçe ya Başûrê Kurdistanê bi kîmyabaranê kuştin û di Enfalê de jî ev jimar kir dehqat. Êrişên Enfalê yên li Dola Cafayetî û sala 1989 li Behdînanê bi dawî dibin û weke ku li cîhanê qanûn tune ne cenazyên Kurdan bi ser hev de hatin binaxkirin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî piştî desthilata Sedam têk çû, komgorên Enfalê vekirin. Li gorî wê heta niha 63 komegor hatine vekirin.

Di 18 salên dawiyê de bêhtirî 3 hezar û 730 cenaze hatin derxistin. Serokê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên û kurmamê wî Elî Kîmawî, bi tewanên Enfal û Helbçeyê hatin bidarvekirin. Dadgeha Bilind a Sizayan a Iraqî piştî 60 rûniştinan, Hezîrana 2007’an “Komkujiya Enfal û Kîmyabara Helebçeyê”, weke qirkirin nas kirin. Di 14’ê Nîsana 2014’an de jî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve Enfal weke komkujî hate naskirin. Wê demê biryara girtin û darizandina gelek kesan hat dayîn.

Lê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê heta niha tu kes ceza nekirine. Li şûna ku li pey sûcdaran bikeve û di vê der barê de gavan biavêje tawanbarên Enfalê diparêze û wan di saziyên rêveberiyê de bi cih dike. Ne tenê ev, niha di êriş û qirkirina gelê Kurd de hevkariyê bi dijminan re dike û bi wan re dibe alîkar. Malbatên qurbanên Enfalê tevî derbasbûna ewqas salan, heta niha jî birînên wan derman nebûne û êşa wê demê ji bîr nekirine. Daxwaza wan ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ew e dev ji hevkariya tewanbarên Enfalê berdin, sûcdaran darizînin û dosyaya Enfalê bixin mijareke xwe ya neteweyî.

Komkujiyên Enfal, Helebçe, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Efrîn û Serê Kaniyê. Ev hemû navnîşanên bêbextî û dûrûtiya cîhanê li hemberî Kurdan eşkere dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.