Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xelîl Dag bi heskirin û bawerî nêzî karê xwe dibû

09/04/2024
in Uncategorized
A A
Xelîl Dag bi heskirin û bawerî nêzî karê xwe dibû
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

 Jina Şoreşger Jinda Asmen da zanîn ku şehîd Xelîl Dax di sala 1995’an de biryara kişandina fîlmên sînema da û wiha got, “Dema mirov dibêjin Xelîl Dag Çiya tên bîra me. Xelîl Dag bi dispilîn, moral û bawerî nêzî karê xwe dibû, dema karek dida meşandin bi her tiştên xwe tevlî wî karî dibû.

Xelîl Dag li Elmaniya jidayîk bûye û li Ezmîrê mezin bûye, hîn ji zaroktiya xwe ve kêfa wî ji kemîre û kişandina wêneyan re dihat.  Dema ku kenala MED TV hat damezrandin wî jî cihê xwe têde girt. Êdî gelek mereqbûyîn pêre çêdibû di naskirina Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de, dema berê xwe dide qadên Gerîla û ji nêz ve Tevgera Azadiya dibîne, hîs dike ku cihê wî di nav gêrîla de ye û tevlî nava Refên wan dibe.

Di derbarê kesayeta têkoşer û sînameger Xelîl Dag û bandora wî li Şoreşa Rojava Jina Şoreşger Jinda Asmen ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Xelîl Dag bi kar û hezkirina xwe bû Sînemager’

Jina Şoreşger Jinda Asmen diyar kir ku Xelîl Dag gava karek dikir ne ji bo xwe dikir, ji bo derdorê, gel û welatekî dikir û wiha got:” Mirov çiqas li ser biaxive û pesnê wî bide hindike. Dema ez behsa hevaltiyê dikim Xelîl tê bîra min, dema dibêjin serkeftin Xelîl tê bîra min. Dema Xelîl Dag tevlî refên Gerîla bû, xwe kir parçeyek ji wan, bi kar, nêzîkbûn û hezkirina xwe bû şoreşger û sînemagerekî pir mezin. Herwiha karê huner û sînema li ser vî esasî dida meşandin, xwest ku tiştên tên jiyan kirin wan bi riya hunerê bîne ziman û ji dîrokê re bihêle. Jiyana heval Xelîl riya azadiyê bû û sînema jî parçeyek ji vê riyê bû. Herwiha heval Xelîl xwest vê yekê bîne ziman ku Bêrîtan zaroka vê civakê ye û yek ji me ye.  Îro roj ku em bi kurdî diaxivin ev bi saya heval Bêrîtane û heval Xelîl jî xwest vî tiştî bîne ziman, di heman demê de dema heval Xelîl têkoşîna heval Bêrîtan anî ziman bû têkoşîna wî jî. Sînemaya kurdî bi hewildana heval Xelîl gavên pir mezin û xurttir avêtin, heya niha di Rojavayê Kurdistanê de jî şoreş hat li darxistin û hîn jî berdewame. Ev feraset û hêza ku heval Xelîl ji Rêber apo girtibû xwestiya di hunera xwe de bide jiyan kirin û bîne ziman. Heval Xelîl bi filmên xwe û bi nêzîkbûna sînema, huner teyîsand Rojava jî. Di şoreşa Rojava de dema filim tên çêkirin bi vê ferasertê tên dîtin.”

Jinê jî cihê xwe di sînemayê de git

Jina Şoreşger Jinda Asmen dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê gelek kes hewil didin ku filmên sînema çêbikin, heger heval Xelîl nasbikin yan nasnekin jî ne pirsgirêke ya girîng ew e ku heval Xelîl ev huner gihand wan, herwiha bi têkoşîneke pir mezin ev huner gihand şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Bi saya wî wê berhemên xweştir derkevin, netew wateya xwe bibînin û Şoreşa Rojava hîn zêdetir bi riya hunerê wateya xwe bihêle û jiyaneke hîn xurttir avabike da ku ji bo zarokên wan bimîne. Di vê riyê de jinê jî cihê xwe girt û hevaltiya heval Xelîl kirin, heval Xelîl çi gav avêtiban wê bi meyzandina jinê lê nêrîban, niha jî jinên kurd yên ku di aliyê sînemayê de têkoşîn dikin bi çavên heval xelîl nêz dibin. Dema sînemayekê çêdikin heval Xelîl tînin ziman, ev yek hêzekî avadike û dide xuyanî ku bi têkoşînekî heya têkoşînekî wê bighêje ekadembûyînê. Derfetên ku bi şer, şoreş û çekdarî me girtiye, niha ew derfet me dighîne huner, ekonomî û derfetên jiyanê yên gelemperî. Dema şoreşek çêbibe û huner nebe ev şoreş bi ser nakeve, hunermendên ku bikaribin hunerekî çêbikin divê xwe bigihînin asta şoreşgerekî. pêwîste her kurdek bibe şoreşgerek. Şoreşa Rojava bi hunera şoreşê jî xwe gihand asta civakeke nû ya azad.”

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Di dema qirkirinê de strîna strana azadiyê

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.