Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

4`ê Nîsanê ji bo tevahiya gelan rojbûna azadiyê ye

09/04/2024
in Uncategorized
A A
4`ê Nîsanê ji bo tevahiya gelan rojbûna azadiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/Qamişlo

4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye û gelê Kurd her sal çalakiyên cur be cur bi vê boneyê li dar dixin. Kanîwar Şêxo diyar kir ku ew jî wekî wênesazên kurd xwestin ku dest bi pirojeyekê bikin û pirojeya me jî ew e ku em di riya wêneyan de çîrokên civaka xwe bi tabloyan vedbêjin.

4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan e, rojbûna wî ji bo gelê Kurd roja rizgarkirina ji ‎bindestiyê û rêya ronahiyê, zanist û fikrê azad e. Her wiha gelê Kurd ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan her sal çalakî û pirojeyên cur bi cur destpêdikin, yek ji van pirojeyên ku ji bo rojbûna Rêber APO hatine dest pêkirin, pirojeya xêzkirina wêneyan li ser dîwarên lîstikgeha 12`ê Adarê ye ku ji aliyê 3`ê wênesazên girêdayî navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ve hatiye dest pê kirin.

Di derbarê vê mijarê de endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo wênesaz  Kanîwar Xêşo ji rojnameya me re axivî.

Rêze dîroka serhildanên Kurdan

Kanîwar diyar kir ku me xwest weke navenda çand û hunerê pirojeyekê ji bo rojbûna Rêber Apo bidin destpêkirin û wiha got pirojeya me jî ewe ku wêneyan li ser dîwarên lîstikgeha 12`ê Adarê xêz bikin mijara van wêneyan jî li ser rêzedîroka avabûna PKK`ê ji ku derê dest pê kir çawa ava bû. Wêneya yekem mijara wê li ser civîna ku Rêber Apo li ser bendava çibûkê bi awayekî veşartî li dar xistibû û serkeftiyên ku PKK`ê bi dest xistin ji wê demê heya roja îro, mijara din jî li ser avabûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG)`ê, QSD`ê û serkeftiyên ku bi dest xistin û ber bi firehbûnê ve diçû, Kanîwar da zanîn ku 29 tablo ne û her yek ji van tabloyan serkeftinên Kurdan nîşan dide. Mijarên wan jî ji hev cudaye, dema ku em van wêneyan çêdikin kêfxweşî û coşek pir mezin dikeve dilê me de ji ber ku ev wêneyên ku em çêdikin temsîla ked, êş û azarên gelê Kurd têde derbas bûne tê kirin û em dîroka Kurdan ji her kesî re didin xwiya kirin her wiha li beramberî wê jî gelek serkeftî jî hatine bi dest xistin, pirojeya wêneyan jî wê heta meha Gulanê bi dawî bibe.

Di riya wêneyan de çîroka gelê Kurd hat pêşkêşkirin

Endamê navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo wênesaz  Kanîwar Xişo di dawiya axaftinê xwe de wiha anî ziman ku Pirojeya xêzkirina wêneyan li ser dîwarên lîstikgeha 12`ê Adarê ji bo rojbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji aliyê 3`ê kesan ve hatiye amadekirin Kanîwar Şêxo, Mehmûd Şêxî û Qasim, di baweriya me de em karekî pîroz dikin ji ber ku em behsa dîrokeke demdirêj dikin  kar, xebat, destkeftiyên ku bi dest xistine heta ku gihaştine vê astê dibe ku kêmaniyên me jî derkevin ew jî ji ber ku em di 29 tabloyan de behsa dîrokeke dem dirêj dikin lê em hewil didin ku gelek çîrokan bînin ser ziman.

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Di dema qirkirinê de strîna strana azadiyê

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.