Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi cesareta ku min ji Rêber Apo girtiye ez  jiyan dikim’

09/04/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi cesareta ku min ji Rêber Apo girtiye ez  jiyan dikim’
Share on FacebookShare on Twitter

 Vîndar Roj/ Şehba

Bi Rojbûna Rêber Apo re, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû. Navê vejîn bû. Di rastiya gelekî ku li ber pença qirkirinê bû, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Dayika bi navê Sûreya Hebeş diyar kir ku ew bi fikrê Rêber Apo bû aşiqa azadiyê.

Di Nîsana sala 1949’an de, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû. Navê vejîna nû rojbûna Rêber Apo bû. Rojbûna Rêber Apo, di rastiya gelekî li ber pença qirkirinê bû, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Rêber Apo, di temenê zarokatî de jiyan xiste ber lêpirsînê. Ji bo bigihêje bersiva vê lêpirsînê, nakokiyên mezin jiya û dev ji xwe gîhandina xeyala jiyana azad berneda. Rêber Apo, ji bo jina Kurd, gelê Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz bû dîrok, hêvî û baweriya bi jiyana wekhev û azad. Bi rojbûna Rêber Apo re, li Kurdistanê, bedena ruh ji dest dayî ruh pê hat, hîşa ku ji hebûn, cewher û evîna xwe ya jiyanê biyanî bûbû jinûve jîndar bû.

Bi buneya rojbûna Rêber Apo ji kevintirîn jinên ku di nava şoreşê de kar kiriye û Rêber Apo dîtiye her wiha di Saziya Malbatên Şehîdan de cih digire Sûreya Hebeş ji rojnameya me re axivî.

`4 ê Nîsanê Zayîna azadî û mirovahiyê ye`

Sûreya di destpêkê de Rojbûna Rêber Apo li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha axivî: “Kêfxweşiya herî mezin ji bo me derketina Rêber Apo û Felsefeya wî ya azadî û demokrasiyê ye. Rojbûna Rêber Apo ne weke rojbûneke normal em pîroz dikin. Bi zayîna Rêber Apo re li hemû cîhanê tava azadiya mirovahiyê û şikandina zincîrên koletiyê hatiye hilatin. Rêber Apo ji zaroktiya xwe ve jî weke însanekî ji rêzê nebû û gelek caran ev yek aniye ziman. gotiye “Bi serê derziyê min bîrek dikola” ew bîra ku bi derziyê hatiye kolandin niha bûye deryayek ji felsefê û îdeolojiya azadiya mirovakiyê û demokratîzekirina civakan. Ev rojbûn rojbûna azadiyê û mirovahiyê tê pênasekirin û destgirtin.”

`Hebûna gelê Kurd di nava pencên qirkirinê de parast`    

Sûreye bal kişand ser têkoşîna ku Rêbertî meşandiye û wiha got: “Têkoşîna ku bi 4 qehremanan hatiye destpêkirin, tu kes bawer nedikir ku ev têkoşîn bigihîna asta xwe ya îro hêza îradeya hevgirtî û baweriya ku Rêbertî di nava komên xwe de çandibû hêşt ku niha bi milyonan însan li ser felsefeya Rêber Ocalan bimeşe her wiha bibe terzê têkoşînê li hember faşîzmê û hêzên navnetewî. Rastiya vê têkoşînê heye ji lewra jî kêliyekê nehat rewestandin û her mezin dibe. hêviya vejînkirina doza gelê Kurd û azadiya gelên bindest tenê bi şexsê Rêbertî re pêş ket. Ji bo parastina dîrok, çand, nasname, hebûna gelê Kurd têkoşîn destpêkir. Ji lewra bi Rojbûna Rêbertî re rastiya hebûna gelê Kurd her wiha rastiya siyaseta ku Mordernîteya Kapîtalîst li ser tavahî gerdûnê dide meşandin were zelal kirin.”

`Bi naskirina fikirê Rêbertî re ez bûm aşiqê şoreşê`

Her wiha yadê Sûreya qala naskirina xwe ji fikira Rêbertî re kir û her wiha bandoreke çawa li ser kesayeta wê da avakirin û wiha got: “Fikira Rêber APO di sala 1984 an de me nas kir lê di sala 1988 an de li helebê em pê ve hatin girêdan. Ev fikir bi riya Kasêtan û deng qeydkirinê dihat belavkirin. Hemû malên me bûn qeregeh û cihên xwendina fikira Rêbertî. Di wê demê de êdî em bûn aşqê şoreşa ku rêbertî ji me re diyar kiriye. bi awayekî acayîb ez bi vê xebatê ve hatin girldan. Rûxmî zarokên min biçûk bûn û çanda malbatên berê pir hişk bû lê dîsa jî ez derketim ji malê. Bandora ku li ser kesayeta min hatiye kirin, hêşt ku ez wê demê bibim jinek ku li ser tavahî malbatê bandora xwe hebe.”

`Bi cesareta ku min ji rêbertî standiye jiyan dikim`

Yadê Sûreya anî ziman ku wê 2 cara Rêbertî dîtiye û cara yekemîn bi doza azadiya jinê bihîst û wiha domand: “Hevdîtina me bi Rêbertî re 2 caran li Libnanê hat pêk anîn. Bê guman ev naverokên her du hevdîtinan jî gelekî giran û girîng bûn. Yekemîn care bi xwediyê felsefeya azadiyê û bi taybet bi serokê gelê Kurd re mayîn cihê heyecan û morale bû. Bi taybet di wê demê de me yekemîn car bi awayekî zelal û nêzî rastiyê me bi doza azadiya jinê bihîst û em jin çi ne. em yekemîn car ketin ferqa girîngiya hebûna xwe û rastiya jinê di civakê de. ji wê demê û heyanî niha ez bi wê hêz, îrade û cesareta ku min ji kesayeta Rêbertî standiye jiyan dikim.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.