Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3’ê Milyon û 700 hezar Îmze hatin komkirin

09/04/2024
in NÛÇE
A A
3’ê Milyon û 700 hezar Îmze hatin komkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna xwe ya girseyî di Kampaniya komkirina Îmzeyan de ku di 9’ê Sibatê de ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin û di 4’ê Nîsanê de di Roja Rojbûna Rêber Apo bi dawî bû, peyam dan tevahî hêzên komploger ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê dewam bikin. Herwiha gel bi beşdarbûna xwe  asta hezkirin, piştevanî û baweriya bi felsefeya Rêber Abdullah  Ocalan nîşan da.

Di çarçoveya Pêngava Cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li ser asta cîhanê hatibû destpêkirin û li tevahiya cîhanê deng veda.

Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selamiye û Tertûsê îmze hatin komkirin. Bi taybet gelên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî girseyî tevlî kampaniyê bûn û helwesta xwe anîn ziman.

Di 4’ê Nîsanê de Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de kampaniya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 8’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê encamên kampanya komkirina Îmzeyan  aşkera kirin.

Li gorî Insiyatêfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên kampaniya komkirina îmzeyan wiha ne:

Minbic: 711,180

Reqa: 701,845

Qamişlo: 625,343

Hesekê: 603,800

Dêrezor: 337,70

Tebqa: 281,332

Firat: 134,570

Heleb: 103,857

Efrîn û Şehba: 51,212

Hundirê Sûriyeyê: Şam, Heleb, Laziqiye, Suweyda, Quneytera, Selamiye, Tertûs, Hama, Hums: 6,243

Koçberên Kurd li Lubnanê: 12.000

Hêzên Parastina Civakê: 100.000

Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 669 090

Kampaniya komkirina  Îmzeyan ku di 9’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh dest pê kir û belavî bajarên din wekî Şam, Heleb, Selemiyê, Humis, Hema, Siwêda, Laziqiyê û Quneytîra bûn. Hate diyarkirin ku berfirehbûna kampanyayê asta girêdana tevahî, netewe, mezheb û beşên civakê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îsbat dike û hate gotin: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, aloziya Sûriyeyê jî di nav de ji tevahî doz û pirsgirêkên bi girêk ên asêmayî yên li Rojhilata Navîn re zemîna çareseriyê ye.”

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna xwe ya girseyî de di kampaniya imzeyan de îmzeyên de , peyam dan tevahî hêzên komploger ku ewê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê dewam bikin. Her wiha hate diyarkirin ku ev peyam di heman demê de asta hezkirin, piştevanî, baweriya bi felsefeya Rêber Ocalan û israra gel a ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan nîşan dide.

Di demên pêş de wê encamên Kampaniya Komkirina Îmzeyan ji  bo Konseya Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar ên navneteweyî bê şandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.