Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li Efrînê tevahiya pîvanên mirovî tên binpêkirin’

09/04/2024
in NÛÇE
A A
‘Li Efrînê tevahiya pîvanên mirovî tên binpêkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Daliya Henan diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê û heya niha, kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber didomin, herwiha li hemberî van kiryaran jî tevahiya cîhan bêdenge.

Ji 18’ê Adara 2018’an ve roja ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin û heya roja îro kiryar û binpêkirinên wan li ser welatiyan didome. Dewleta Tirk a dagirker Efrîn kiriye cihê sûcên dijîmirovî. Ji kuştinê bigre heta revandina mirovan, tiştek tune ku dagirkerî nake. Lewra bi sed hezaran welatiyên resen ên herêmê ji ber neqebûlkirina dagirkeriyê li ser axa xwe koç bûn û berê xwe dan herêma Şehbayê. Di heman demê de gelê ku li Efrînê man jî bi zext û kiryaran re rûbirû dîmînin. Ev binpêkirinên ku tên jiyîn li Efrîna dagirkirî, rastî û heqîqeta siyaseta dewleta Tirk a derheqê tunekirina gelê Kurd de nîşan dide.

Li Efrînê guhertina demografîk berdewam e

Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ji bilî sûcên dijmirovî ku li Efrînê pêk tîne, guhartina demografiya Efrîna dagirkirî û çewisandina nasnameya wê ya resen jî dike, herwiha kiryarên avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê bi armanca guhartina demografiya herêmê, berdewam in.

Derbarê kiryarên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku li Efrîna dagirkirî pêk tîne, endama Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Daliya Henan ji rojnameya me re axivî.

Daliya Henan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji sala 2018’an û heya niha sûcên xwe li Efrînê berdewam dike û wiha got: “Di encama dagirkeriyê de, gelê Efrînê neçar man ku bi darê zorê dest ji cih û warê xwe berdin û koçberî herêmên cûda bibin. Herwiha koçberî jî zemetiyên cûda cûda bi xwe re tîne, him jî bandoriyên xwe yên aborî, civakî, perwerdeyî û hwd… hene, ji ber piştî dagirkirina Efrînê hijmareke mezin ji zarokan ji xwendina xwe qut bûn, ev tişt hemû bandorê li ser biskolojiya civakê dike. Herwiha gelên Efrînê yên ku di piştî dagirkirina wê di Efrînê de man, tevî ku hejmareke kêm jî, lê ew hejmara mayî ji komên çete rêzgar nebûn, her tim di bin zext û zorê de ne. Rojane kuştin, girtin, işkencekirin, destirêj û revandin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Efrînê pêk tê.”

‘Sûcên ku li Efrînê pêk tên, derveyî pîvanên mirovî ne’

Daliya Henan di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku guhertinên demografîk li Efrînê pêk tên û wiha got: “Li şûna mirovên resen yê Efrînê, xelkên Xûta û herêmên cûda li Efrînê tên bicihkirin. Niha jî bi 10`an kompên mîtîngeriyê tên avakirin û malbatên çeteyên girêdayî dewleta Tirk lê tên bicihkirin. Ji derveyî vê yekê Efrîna ku bi darên xwe yên zeytûnê dihat xemlandin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin birîn, şînwarên wê tên dizîn, yanî sûcên di astên bilind de di derheqê gel û xwezaya Efrînê de tê kirin, di heman demê de cihên olî jî hatin rûxandin, ev hemû komî ser hev bikin ne binpêkirinin ev sûcên şer in. Ev sûcana deveyî zagonên navnetewî, mirovî û hiqûqî ne.”

‘Zagonekî ku mafê wan biparêze tune’

Daliya Henan anî ziman ku ne ji mafê tu dewletê ye ku civakekê ji axa wê dûr bixe û wiha got: “Ne mafê tu dewlet û mirovekî ye ku civakekê ji çand, ziman û axa wî bêpar bike, lê li Efrînê ev hemû sûc pêk hatin û hîn jî berdewamin. Bi 10`an mirovên Efrînê ji ber sûcên çeteyên dewleta Tirk mirine û beramberî van kiriyarên ku têne kirin bê çare ne, ji ber tu hêzekî piştgiriya wan bike, zagonekî ku mafê wan biparêze, dadgehekî ku berê xwe bidênê û heqê xwe jî bistînin tune, ji ber ku ên ku wir birêve dibin çeteyên girêdayî dewleta Tirk in, heyanî nexweşaneyên li Efrînê jî gelek mirovên Efrînê nexweş derbasî wan bûn mirî derketin, ji ber perçeyên laşê wan dihatin dizîn.”

‘Pêkanîna biryara 2254 misogeriya aramiyê ye’

Endama Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Daliya Henan axaftina xwe wiha qedand: “Divê bendek ji kiryaran dewleta Tirk yên li Efrînê pêk tîne, bê çêkirin, ev bend jî encex di riya zagonên navnetewî be. Herwiha divê hêzên navnetewî û civakên navnetewî tevger bikin ji bo ku rê li ber van kiryaran bigire. Lê mixabin em dibînin ku civaka navnetewî û Saziyên Mafê Mirovan wek tê xwestin bi erkê xwe ranabin, ev jî dide diyarkirin ku ew hevkarên sûcên van kiriyaran ne. Pêwîste ev kiryarên di dadgehên navnetewî de bên nîşandan û ev kûjer werin dadgehkirin, di destpê de dewleta Tirk ê ku piştgiriyê dide van komên çeteyan. Banga me jî biryara 2254 pêk were, ji ber ev biryar pêk were wê aramî pêk bê.”

Hêjayî gotinê ye ku ruxmê ewqas sûcan jî, gelê Efrînê nasname û çanda xwe parastiye ji ber girêdanekî wanî xurt bi axê re heye û ew bi gelê berxwedêr tên naskirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.