Rojnameya Ronahî

  Jineolojî (zanista jiyanê)

Deriya Çiya/Qamişlo

Jinelojî, wek navê ‘zanista jinê’ yekem car di sala 2008’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşniyarkirin. Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Civaknasiya azadiyê” de anî ser ziman. Di nava 28´ê sibatê û 2´yê adara 2014´an de bi care pêşî konferansek bi navê jineolojiyê li zanîngeha Berlînê ji aliyê jinên akademisyen ên kurd û ên cîhanê ve hat li darxistin.

Jineolojî yekem car di sala 2008’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşniyarkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bivê zanistê diyar dike ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe her wiha diyar dike ku azadiya jinan asta azadiya civakê diyar dike. Jineolojî cara ewil di sala 2011’an de rêxistinbûna xwe li çiyayên azad ava dike. Her wiha yekem car konferansa xwe di sala 2015’an de bi tevlibûna 140 delegeyan pêk tîne. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku jineolojî şaxên xwe belavî tevahî cîhanê bike û xwe bigihîjîne tevahî jinên cîhanê.

Çima Jineolojî

Pêwîstiya zanista Jineolojî zanisteke erênî ye. Li dijî zîhniyeta seqet û perçebûyî hatiye afirandin. Ji xwe yek ji berhemên ked û hizrandina jinan e. Tiştên nû li jiyanê zêde dike ji bo wê jî qadeke berfireh û zanisteke dewlemend şîrove dike. Zîhniyetên serwer û ji halketî civakê ji hev xistibûn, mirov dikare ji bingeha Jineolojiyê ve sereraskirinekê çêbike û pê re jî civakê vegerîne pergala wê ya rast. Jineolojî bi îdiaya ku bibe zanista jiyanê, zanista jinê, zanista jiyana civakî û zanista hevjiyana azad radibe. Jineolojî xwe dispêrê aliyên hundirîn ên dinyaya jinan û potansiyala ku di cîhana wan de heye ji bo ku derkevin holê û bi mirovahiyê re werin parvekirin dixebite. Li kêlek wê yekê tundiya li dijî jinan, rastiya dagirkerî, biçûkxistina jinan, bîrdoziya ku pê hatiye tunekirin, înkar û qirkirina jinan, li ser van yekan kar dide meşandin. Her wiha armanca Jineolojiyê ew e ku pergala civakî ya dayiksalarî ava bikin, bi rêxistin bikin û bidin meşandin. Jineolojî kesayeta jinan di aliyê, dad, bereket, aştî, bîrkarî, hesabên zirav, eyarkirina dem, jîrekiya analîtîk û hestiyarî de lêkolîn dike. Jineolojî  tiştên aîdê jinan ku beriya hezar salan hatine dizîn yek bi yek keşif dike û dibe bersiva çima Jineolojî. Jineolojî çanda fedîkirinê ya ku şaristaniyê di derdora nasnameya jinan de honandiye parçe dike. Jineolojî nirxên jinan veduguherîne rastiyê, zanebûna wan xurt dike, belge dike û ji dîroka jinan re dihêle. Jineolojî di sedsala 21’ê de xwe bi rêxistin kir û hedef dike ku rastiya jinan a ku hatiye tunekirin ronî bike. Jineolojî koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin ji holê radike û pênaseya wê ya rast derdixîne holê.

Bi zimanê cuda jin

Peyva jinê di Kurdî de bi zaravayî kurmancî “jin, jinik, pîrek, afret. Bi zaravayî zazakî cin, cenî. Bi zaravayî soranî afret tê îfadekirin. Di Kurdî û hin zimanên din de koka peyva “jin” û jiyan, xweza û azadî wekhev e. Bi Kurdî jin, jiyan, şên, giyan, cîhan û cih ji heman kokê tên. Dîsa peyvên jîndar, jîndarî, jînde, zindî û peyvên jin û jiyan ji heman kokê tên. Bi Erebî Mer’a, di heman demê de jiyan “aiş” e. Navê Ayşe ji vê kokê hatiye dariştin. Her wiha heyat jî dîsa peyveke mê ye û navekî jinê ye. Di Erebî de peyva “Nîsa” ku di maneya “Jinan” de ye û peyva “Însan” yanê mirov  e. Bi Tirkî kadin. Bi Îranî xweten-hatun. Bi Hûrîkî aşt. Bi Sumerî nîta. Bi Farisî zen. Bi Ermenkî gîn. Bi Rûmî gyme. Bi Almanî fraû. Bi Latînî femîna. Bi Fransizî femîna. Bi Çînî gyn. Bi Yewnanî gyno. Bi Îbranî îşşa te bi karanin.

 

Ji bo gihîştina raza jiyanê

Mirov û civaka ku wate nede jiyanê û di nava bêwateyê de bifetise pir zehmet e ku bigihîje raza jiyanê. Divê tevî hemû rastiya jiyanê ya bi êş û îşkence mirov ji xwe pirsa “kî ye” bike. Kesên ku vê pirsî jî ji xwe bikin jin bi xwe ne. Loma jineolojî teqez dike jin, xweza û civak her çiqas hatibe kuştin jî wê di dawiyê de bigihîje raza jiyanê ya jinan. Her wiha ji bo gihîştina raza jiyanê girêdana jin, jiyan û civakê esas digre.

Ji bo avakirina hevjiyana azad

Xwezaya jiyanê dualî ye, yek  mêr ya din jin e. Ger têkiliyek watedar di navbera her du zayendan de hebe, wê jiyan, xweza, azadî û wekhevî baş û bi xweşî bimeşe û berdewam bike. Her wiha xwezaya jin û mêr hev temam dike. Rewşên van her du zayendan ku ji aliyê desthilatdaran ve ji xwezayên xwe hatine dûrxistin û biyanîkirin. Lêkolîn, sedem û encamên destwerdanên ku hêzên desthilatdar pêk anîne di berpirsyariya Jineolojî de ye. Dîsa her du zayend ku di aliyê azadî û estetîkê de, ji nû ve bigihîjin hev, rêgezên dildariyê bi pêş bixin, berpirsiyarî û îdeaya Jineolojiyê ye. Di heman demê de Jineolojî bi xwe navê bipêşxistina teoriya hevjiyana azad û sosyolojiya wê ye. Pêşxistina sosyolojî û jiyana rast hevjiyana azad bi xwe ye. Her wiha Jineolojî di destpêkê de hevjiyan û têkiliya heyî analîz dike, bi nav dike, çareserî û projeyên wê bi pêş dixe. Di roja me ya îro de bi taybetî mêr, nikare jinê mîna mirovek, dostek, hevsereke jiyanê û hevjiyana ruhî bibîne. Ji ber ku çanda desthilatdariya mêr, jinê mîna bindesta xwe, metîngera xwe, jina xwe, yara xwe û milkê xwe dibîne. Her wiha di roja îro de her du zayend jî di aliyê ruhî de hev qetil dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê xalê de wiha dibêje: “Divê mirov baş zanibe ku hevjiyana azad bi awayekî civakî hatiye avakirin. Ev civak di navbera mê û nêr de pêk nayê, di navbera jinîtî û mêrîtiya civakî ya avakirî de pêk tê. Divê neyê jibîrkirin ku avabûna hegemonîk her du cînsan jî seqet kirine, têkiliyên di navbera her du zayendan de bi bandor kiriye û weke têkiliya hegemonîk xwe nîşan daye.” Loma îdiaya Jineolojiyê ew e ku beriya her tiştî bi naskirin û watedayîna xwezaya jin û mêr wê jiyanî bike. Loma teoriya hevjiyana azad wê ji bo jineolojiyê bibe yek ji qadên esasî.

 

 Ji bo ronîbûna jinê were avakirin

Bi hezaran salan e ku rastiya jinê di tarîtiyê de hatiye hiştin, ji bo ku di tarîtiyê de bifetise gelek karên qirêj û kiret hatine meşandin. Jineolojî armanc dike ku rastiya jinan a ku hatiye tarîkirin ber bi ronîbûnê ve bibe. Her wiha armanc dike ku zanista jineolojiyê di nava civakê de bi pêş bixe da ku dîroka jinan ber bi ronîbûnê ve biçe. Jineolojî ji bo ku cîhana tarî ya li derdora jinan hatiye honandin,  beden, ruh û aqilê wê ber bi ronîbûne ve bibe gelek xebatên kûr dimeşîne. Ji bo qirkirina jinan bisekine û bingeha saxlam a azadiya jinan were avakirin bersiva herî guncaw Jineolojî ye.

DI DÎROKÊ DE BEDELA HERÎ MEZIN JINA DAYE

Jin û zanist bi tena serê xwe xuliqkariyeke civakî ye û karakterê vê xuliqkariyê îfade dike. Ji ber vê jî jineolojî têgîneke resen e. Dîroka berxwedana jinê jî dibe parçeyekî zindî yê jineolojiyê. Ev dîroka berxwedanê xwe dispêre bi hezaran salan. Di dîrokê de yê ku her tim bedelên mezin dane jin in. Bedela herî mezin jî dest danîna ser azadiya wan e. Herhal di dîroka mirovahiyê de ji vê girantir tiştekî din tine. Ligel vê bedela mezin şer, qirkirin, birçîbûn, sirgûn, asîmîlasyon, koletî, çewisandin, destdirêjî, bênasnamebûn bû para jinan. Tenê jinan ev tişt ne jiya, sîstemê bi tevahiya civakê ev hovanetî dan jiyandin. Ji ber vê yekê di sîstema me ya roja îro de hîn girantir berdewam dike. Ji ber vê yekê jineolojî têkoşîna jinan tenê weke mîraseke dîrokî nagire dest. Weke bêndereke bûyeran hat-çû nanirxîne. Têkiliya wê ya bi rojane re datîne û tecrûbeyên di vê mijarê de derketine holê ji xwe re dike hîmê bingehîn. Jineolojî ji dîrokê heta roja îro dibe îfadeya zanist a têkoşîna jinan. Di heman demê de ji bo jinan dibe zemîneke hevpar a têkoşînê.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle