Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

4’emîn Festîvala Amara Li Herêma Şehbayê hate Lidarxistin

07/04/2024
in Uncategorized
A A
4’emîn Festîvala Amara Li Herêma Şehbayê hate Lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Di bin dirûşmeya`Bi rihê şehîdan emê şoreşa çandê pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin` 4 emîn festîvala Amara ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kantona Efrîn û Şehbayê tê lidarxistin.

Zana Roj/ Şehba

Di 7 û 8’ê Nîsanê de li herêma Şehbayê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrîn û Şehbayê 4’emîn festîvala huner û sporê tê li dar xistin. Festîvala Amara ji aliyê Ciwanên Efrîn û Şehbayê ve  ji 4 salan tê rêxistin kirin.

Festîvala Amara her sal bi pêşketin û guhrtinên zengîntir tê lidarxistin. Festîvala Amara ya 4’emîn bi boneya pîrozkirina rojbûna Rêbertî hat rêxistin kirin û ciwanên Helebê jî cihê xwe di festîvalê de digrin.

Festîvala Amara ya 4’emîn wê 2 rojan berdewam bike. Roja yekemîn weke roja çalakiyên sporî hatiye veqetandin. Di vê rojê de hemû soprvanên ciwan û jinên ciwan wê bi lîstik, taxim û rengê xwe tevlî festîvalê bibin. Her wiha roja 2 yemîn weke rojeke hunerî bi tevlîbûn û beşdarbûna giropên hunerî yên ciwanan wê were destpêkirin û bi xilatkirina hemû giropan wê bi dawî bibe.

Roja yekemîn a festîvalê

Di roja yekemîn ji festîvalê de tavahî ciwanên herêmê beşdar bûn. Festival li ser Lîstikgeha football a Babinêsê hat li darxtin. Bernameya festîvalê di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtinê hat vekirin her wiha axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Meclîsa werzîşê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Keptên Mihemed Elî Mihemed ve hat kirin, û piştî wê dest bi bernameya werzîşê ya festîvalê hat kirin.

Derbarê roja yekemîn ya festîvala Amara û werzîşê de keptin Mihemed Elî Mihemed ji rojnameya me re axivî.

`Amara ji bo me zayîneke nû ye`

Keptên Mihemed di destpêkê de ev festival li Rêber Apo û hemû ciwanan pîroz kir û wiha pê de çû: “Festîvala Amara di asta yekemîn de ji bo Rêber Apo hatiye amedekirin ji lewra me navê festîvalê navê gundê Rêbertî lêkir. Amara ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz bû zayîneke nû ya azadiyê. Îsal jî bi boneya 4’ê Nîsanê em dest bi 4’emîn Festîvala Amara dikin”.

`Rihê hatiye pêşxistin wê bibe misogeriya serkeftina festîvalê`

Mihemed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Roja yekemîn bi lîstukên werzîşî hat destpêkirin, di vê rojê de hemû tîm û lîstukên werzîşê yên weke Football, Volayboll, lîstuka kişandina werîs, şatranc û gelek lîstukên tekane wê werin lîstin. Di van lîstukan de Ciwan û jinên ciwan cihê xwe digrin. Di heman demê de em dixwazin bi riya sporê îsbat bikin ku ciwan û jinên ciwan dikarin xwe di hemû aliyên jiyanê de pêş bixin. Spor jî yek ji lingên bingehîn yê pêşxistina hêz û enerjiya ciwana ye. Çawa ku me dît jinên ciwan û ciwanên me bi hezkirin û îradeya xwe tevlî sporê dibin, em bi hêvî ne ku ev rih bibe misogeriya serkeftina festîvala Amara”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.