Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wêjeya zarokan

07/04/2024
in Uncategorized
A A
Wêjeya zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Helbestvan, çîroknivîs û nivîskarê lîstikên şanoyê bi zimanê Kurdî Alan Ebdullah ê ji Qamişlo ye, wek tevahî gelê xwe Alan ji nivîsandina bi zimanê xwe li ser çand û dîroka xwe bêpar mabû. Ji ber tunebûna nivîskarên helbest û çîrokên zarokan li herêmê, wî berê xwe da vê qadê.

Roja 2’yê Nîsanê mîna Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê tê naskirin û armanca wê ew e ku zarokan ber bi xwendin û lêkolînê ve bikişîne. Ev roj ji 1967’an ve ku rojbûna wêjevanê Danmarkî Hans Andersen e, hatiye diyarkirin.  Alan Ebdullah (35) bi rêya kovara Mizgîn dest bi tecrûbeya xwe ya wêjeya zarokan kir. Tê de helbest û çîrok weşandin. Di 2024’an de jî 4 pirtûkên şano yên zarokan çap kirin.

Der barê girîngiya berhemên wêjeyî yên zarokan de Alan got: “Ji gelek salan ve ji ber paşguhkirina fikrî, çandî û wêjeyî me gelek zehmetî kişandin. Ji bo avakirina civakê di aliyên fikrî, çandî û wêjeyî de pêwîstiya me bi wêjeya zarokan heye. Ji ber ku ew roleke girîng di vî warî de dilîze.”

Ew 4 pirtûk bi navên Gula Pîroz, Dîsa Bişaftin, Pêşeroja Windayî û Newrozê ne. Ew jî şanoyên zarokan in. Bi rêbazeke sade û dewlemend ku zarok bikarin tê bigihîjin, zarokatî û pirgisrêkên wan ên civakî tîne ziman. Alan di pirtûkeke taybet de hemû helbest, sirûd û çîrokên xwe yên berê berhev kirin.

Der barê rewşa vê qada wêjeyê nivîskarê wêjeya zarokan Ebdulcabir Hebîb got: “Di wêjeya zarokan de pêwîstî heye ku nivîskar ji zarokan nêzîk be. Tevî girîngiya wê lê dîsa jî asta wê li herêmê ne ew asta ku tê xwestin e. Nivîskarên vê wêjeyê li ser destan tên jimartin.” Li gorî agahiyên fermî yên Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2 salên dawîn de tenê 20 berhemên ji bo zarokan hatine çapkirin. Ew jî kovar, çîrok, roman, helbest û folklor in. Tevahî bi zimanê Kurdî ne. Ev yek ji aliyê xwediyên pirtûkxaneyan ve jî hat piştrastkirin.

Divê çi bê kirin?

Der barê asta wêjeyî ya berhemên heyî de Hebîb got: “Ji ber kêmbûna berheman mirov nikare wan rexne bike yan jî binirxîne.”Alan Ebdullah diyar kir ku dewlemendkirina pirtûkxaneyan bi berhemên ji bo zarokan û handana zarokan ji bo xwendinê ne tiştekî hêsan e û pêwîst e hemû berpirs, wêjevan, nivîskar, deste, saziyên çandî û hunermend keda xwe bikin yek. Alan wiha domand: “Pêwîst e nivîskar û wêjevan berê xwe bidin vê qadê û piştgiriya wê bikin. Ev erkê hunermendên destkariyê ye jî. Ji ber ku beşek mezin ji pirtûkên zarokan bi wêneyan ve girêdayî ye. Pêwîst e desteyên perwerdeyê di dibistanan de pirtûkxaneya zarokan veke û dersên taybet ji bo xwendinê veqetîne.”

‘Nivîskarê Siberojê’ teşwîqeke baş e

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê di 2020’an de bi navê “Nivîskarê Siberojê” li dar xist û ji wê demê ve salane li dar dikeve. Tê de bi sedan zarok bi berhemên xwe yên bi zimanên Kurdî û Erebî tev li pêşbirkan dibin. Li dawiyê berhemên herî baş tên hilbijartin û çapkirin. Hebîb der barê wê de got:”Ji bo pêşxistina rewşa wêjeya zarokan û teşwîqkirinê gaveke baş e ku nivîskar ji nifşê nû derkevin. Hêvî bi nifşê nû mezin e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.