Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘4`ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e’

07/04/2024
in Uncategorized
A A
‘4`ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/ Qamişlo

Endamên saziya malbatên Şehîdan, hunermend û rewşenbîrên bajarê Qamişlo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Abdullah Ocalan li tevahiya gelên azadîxwaz pêroz kir û gotin, “Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz yên cîhanê, rojbûna azadî, demokrasî û wekheviyê ye.”

Rêber Abdullah Ocalan di 4`ê Nîsana sala 1949`an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ji dayik bûye. Navê dayika wî Uveyş e û navê bavê wî jî Omer e. Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe ya azad gelê kurd ji qirkirinê rizgar dike û ji bo jin û tevahiya gelên bidest bû hêviya azadiyê.

Ji ber wê roja 4’ê Nîsanê roja ji nûve zayîna civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e. Zayîna Rêber Apo ji zayîneke fîzîkî wêdetir zayîneke, civakî, siyasî, fikrî û bîrdozîye. Di şexsê Rêber Apo de zayîna gelekî û ji zayîna gelekî, zayîna hemû gelan pêkhat. Rojbûna Rêber Apo di rojhilata navîn de, ji bo gelan serdemeke nû, jiyaneke nû, felsefeyek nû, fikrekî nûjen û heqîqeta mirovê azad afirand û berbelavî cîhanê tevahî bû. Di roja îro de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan li ser bingehê paradîgmaya Netewa demokrtîk ji bo gelên cîhanê bûye çavkaniya hêvî, bawerî û nîşaneya jiyaneke wekhev û azad.

Di derbarê 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Apo endamê Koma Şehîd Xebat a Stran û Awazan Keder Hisên, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl hevserokê HRRK`ê MIstefa Ebdo ji rojnameya me re axivîn.

Keder Hisên diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan û bi taybet gelê Kurd mizgîniyek bû û wiha got: “Bi hatina Rêber Apo re derfet, hêvî û jiyaneke nû ji bo gelê Kurd ava bû. Netew û zimanê Kurdî ber bi qirkirin û tunekirinê ve diçû, lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelê kurd kefenê mirinê çirand. Herwiha ji bo tevahiya gelên bindest bû vejîna azadiyê. Ji ber vê yekê Rêber Apo weke ronahî, vejîn û jiyanek nû da destpêkirin.”

‘Bi felsefeya Rêber Apo cîhanê têkoşîna kurdan naskir’

Hisên da diyarkirin ku xeta Rêber Apo xeta 3`emîn e ku xwe naspêre dewletên hegomonîk, kapîtalîzim û lîberalîzimê û wiha domand: “Bi fikir û felsefe û pirojeya Netewa Demokratîk li ser asta Rojhilata navîn, Rêber Apo ji bo gelan bû Rêberê azadiyê. Mînaka wê jî pirojeya Netewa Demokratîk e ku îro bedena wê Rêveberiya Xweser e , êdî gelê Kurd bi hêsanî bi ziman, çand, huner, stiran, govend û her tiştê ku li ser Kurdan hatibûn qedexekirin, bi riya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji tevahiya cîhanê re da nasîn.

Endamê koma Şehîd Xebat Keder Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Ev 26 salin ku Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ye û demeke dirêj çêbûye ku tu agahî di derbarê rewşa wî de nayên girtin, ji bo vê yekê jî daxwaza me ewe ku em di rojbûna Rêber Apo de wî azad di nava xwe de bibînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê xurtir bikin.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo şoreşa azadiya jinê ye’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl jî diyar kir ku ji di roja rojbûna Rêber Apo de ronahiyek derket li ser ruyê cîhanê û wiha got: “Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û pirsgirêka Kurdî xwe feda kir, em jî niha amadene ku em xwe ji bo wî feda bikin û li hemberî dijmin sekneke bi hêz nîşan bidim. Em ê bi mal, can û zarokên xwe ji bo azadiya Rêber Apo xwe feda bikin. Ronahiya ku Rêber Apo da cîhanê ne tenê ji bo gelê Kurd bû, lê belê ji bo tevahiya cîhanê bû. Bi taybet bi fikir û felsefeya Rêber Apo tevahî jinên kurd xwe naskirin û di her qadên jiyanê de bi rola xwe lîstin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl di dawiya axaftinê xwe de wiha anî ziman; “Em weke jin daxwaz û peyamên me ji her kesî re ew e ku em bi hev re kar bikin û xwe fedekariyê bikin da ku em Rêber Apo di nava civaka Kurd de azad bibînin û ji navbera her çar dîwarên zindana reş û tarî derxînin. Ji ber ku Rêber Apo gelek piştgirî dide jinê û şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê nirxandiye.”

Bi riya nivîsên xwe fikir û felsefeya rêber APO li cîhanê belav bikin

Di heman çarçoveyê de hevserokê HRRK`ê Mustefa Ebdo da zanîn kuşoreşa Rêber Apo da destpêkirin, şoreşa azadiya tevahiya gelên bindest yên cîhanê bû û wiha got: “Ji ber ku fikrê Rêber Apo ne li gor berjewndiyên hêzên desthilatdar yên navneteweyî bû, van hêzan komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo pêk anîn. Şoreşa Rêber Apo şoreşa jin,  ciwan û şoreşa tevahiya civakê bû.Herwiha bû şoreşa gelên azadîxwaz.

Ebdo da zanîn ku rojbûna Rêber Apo roja vejîna gelê Kurd bi giştî ye û wiha pê dde çû: “Bi fikir, felsefe û ramanên Rêber Apo gelê Kurd hebûn, maf û nasnameya xwe naskirin. Hewceyî gotinê ye ku barên ku dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran jî ewe ku bi riya nivîsên xwe fikir û felsefeya rêber Apo li cîhanê belav bikin.”

Hevserokê HRRK`ê Mustefa Ebdo di dawiya axaftinê xwe de wiha got: “Arê Rêber Apo di zindanê deye, lê fikir û felsefeya wî herdem li derdora me ye em bi ramanên wî mezin bûn û têgihiştin. Daxwaza me ewe ku rêber Apo azad bibe û bi çavên xwe bibîne bê çawa ramanên wî li hemî cîhanê belav bûye û asta têkoşîna gelê Kurd gihaştiye asteke pir bilind.”

Post Views: 134
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.