Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakur

07/04/2024
in Uncategorized
A A
Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakur
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Sih û yekê meha Adarê li Bakûr û Tirkiyê hilbijartinên herêmî hatin kirin. gelê Kurd û hêzên demokrat di bin banê DEM Partî de vîna xwe dan der. Hema bêje hemû bajar û navçeyên xwe yên ji aliyê qeyyuman ve hatibûn desteserkirin, girtin. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê çend cih, li xwe zêde kirin. Hûrguliyên vê pir zêde ne. Mînak li Bakur şaradariyên qet nebûne yên gel yan jî hin caran hatine girtin lê cara dawî ji dest çûne jî hene: Erzerom, Xerpêt, Qers, Şirnex, Semsûr û hwd, encam bi xetên giştî wisa bin jî ji xwe rewşa niha heyî ne encamên misoger ên fermî ne; dibe ku bên guherîn.

Wekî me gotiye, hûrguliyên wê pir in û dê hê bi rojan, bi mehan ji aliyê her kesî ve li ser axavtin çêbibe. Lê dîsa jî yek dikare li ser rewşa giştî çend tiştan bêje.

Ya din jî ji beriya vê hilbijartinê hesabê dewleta dagirker, hesabê Tayip ew bû ku li Rojav û Başûr derkeve seferê dagirkeriyê. Ev plan hê jî di rojevê de ye. Ji beriya wê şaredariyên bajarên sereke yên Tirkiyê û hin ên Bakur bigire. Lê hin tiştên bi hilbijartinê, berûvajî bûn. Herî kêm encam, ne wekî dixwestin derket.

Di hilbijartinên Bakur û Tirkiyê de tiştek teqez bû; Tayip Erdogan li xwe mukur hat ku vê carê têk çûye. Li gorî dîtina me, ev ya herî girîng bû. Çima? Ji ber ku ev destpêka binkeftina pergaleke xwînmij ku li ser ked û xwîna gelan hatiye avakirin nîşan dide. Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê faşîzmeke req, tariya herî tarî, zilamperest, yekperest serdest e. Li gorî vê hişmendiyê, li gorî fikra şexsî ya Bahçeli û Erdogan jixwe dema ku ‘pêşeroja Tirkiyê bû mijar, hilbijartin û tiştên din hûrgulî ne’. Ev, nîşan dide ku li Tirkiyê şaradarî, parlemen, hilbijartin, mafên mirovan û hwd. hwd. Wekî hin lîstokan, wekî xapandina raya giştî ya cîhanê û gelê Kurd û gelê Tirkiyê tê dîtin. Jixwe ji beriya van hilbijartinan nîqaş hebû ku qeyyumekî li şûna şaradarê Stenbolê diyar bikin. Faşîzma MHP-AKP pergala qeyyuman tenê ji bo Kurdistanê nedifikirî û nafikire jî. Îro li Tirkiyê ji sedî 99’ê welatiyan ji dewletê zêdetir dewletperest û nijadperest e. Ev bi hewldana bi dehan sal a pergala faşîst wisa bûye. Yanî hema bêje wekî ku di nava qeloxa seriyê her kesî de dewletek hebe, qeyyumekî hişmendiya faşîst hebe… Wate û manaya herî sereke ya faşîzmê ev e. Dibêje ‘ne pêwîste gel bihizire ez ê li şûnê bihizirim, ne pêwîste Kurd şaredarên xwe hebin, em ê ji Enqerê yekî bişînin bila ew bibe şaredar’.

Ne tenê ev, qeyyum ne tenê li şûna şaradariyekê dihizirin. Em ê mînakekê bidin, hûn ê bêjin ‘çi peywendiya vê bi hilbijartinan û qeyyum heye’. Hişmendî û feraseta qeyyum û faşîzmê digihîje vê: Di demên derbas bûyî de li Tirkiye û Bakur çend Kurd ji ber ku bi Kurdî stran gotibûn ji aliyê nijadperestan ve hatin kuştin. Çima? Çima bi Kurdî stran dibêje? Çima bi Tirkî nabêje? Angu li şûna zimanê Kurdî, Tirkî wekî qeyyum diyar dike. Ma ne Ahmet Kaya wisa linç kirin, rejm kirin?

Niha li Tirkiye bi deh hezaran zindaniyên Kurd, yan jî girtiyên ku ji pergala faşîst cuda dihizirin hene. Ev jî mînakeke din a qeyyum û hişmendiya faşîst e. Yanî dibêje ‘ji dewleta faşîst cuda nehizire, li vî welatî her kes, Tirk e, Misilman e, Sunne ye, nijadperest e, zilam e û hwd.’ dema ku welatiyek vê faşîzma ji keviran reqtir û ji tariya dojehê tarîtir guhdar nake jî wî/wê ji ser kar û jiyana asayî digirin û diavêjin zindanê; jixwe eger welatiyeke/î bê wezîfeya fermî ya dewletê be li şûnê qeyyum jî diyar nakin. Yanî ji kîsê xwe diçe zindanê!

Vayê çend tiştên ku me li jorê behs kirî dibe ku ji encamên faşîzma qeyyumperest çendek bin, heta pir girîng bin jî; lê wekî ji ava deryayekê çend dilop bin: Ewqas.

Dibe ku hûn bêjin ‘ma tu çawa evqas tiştan bi derûniya ji ber hilbijartinê xirabûyî ya Tayip ve girêdidî?’ Dibe ku hûn rast jî bin. Lê dema ku mirov dihizire ku pergala faşîst a dewleta Tirk, li ser êş û xwîna gelê Kurd a sedan sal û bi taybetî jî çil-pênce salên dawî xwe ava kiriye, têkçûna ji aliyê derûnî ve ya serkêşê faşîzma Tirk wekî pir tiştekî biçûk xuya be jî dîsa girîn e. em ji bîr nekin; dawiya Nemrût jî bi pêşiyekê dest pê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.