Heta hilşweşîna welatên li pişt perdeya hesinî, têkeliya Waşîntinê ya bi Tirkiyeyê re xwediya bingeha rêlbergirtina Yekitiya Sovyetan bû. Di Krîza fuzeyên Kubayê de di sala 1962’an de ku Sovyetê çekên nuklerî biribû vêderê, navê Tirkiyeyê gelekî hatibû hilanîn. Lewra Sovyetê ji Amerîkiyan xwestibû ku, fuzeyên xwe yên li Tirkiyeyê rabike. Lê di encamê de, Amerîkî û Rûsan li hevkirin û haya Tirkiyeyê ji naveroka vê hevdîtinê tunebû.
Piştî vê Tirkiyeyê xwe li Kibrisê sor kir ku hingê Îsmet Înunu bahsa dagirkirinê kiribû. Rojek ji wan rojên germ, nameyek ji Înunu re hat. Xwediyê nameyê 36. Serokê Amerîkayê Lyndon B. Johnson bû. Di nameya xwe ya 5’ê Hezîrana 1964’an de Johnson ji Înunu re gotibû ku ew dizanin Tirkiye amadekariya îşgala Kibrisê dike û ew vê yekê naxwazin. Eger Tirkiye li gorî daxwaza wan tevnegere, ewê NATO’yê bicivînin. Ev gotin jî dihat wê wateyê ku, wê endametiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bihatiba cemidandin û li hemberî Sovyetê wê bi tenê hatiba hiştin.
Di vê pêvajoyê de Suleyman Demirel derdikeve ser dikê. Hingê Serokê Partiya AP’ê Ragıp Gumuşpala ku ji xeta Ataturk tê, bi awayekî gumanbar -ku gelek kes dibêjin CIA’yê wî kuştiye- li otela lê dima mirî hatibû dîtin. Li dewsa wî jî Demîrel ê ku li Amerîkayê perwerde dîtibû, hatibû hilbijartin. Bi hatina îktidarê ya hukumeta Demîrel re jî têkeliyên aliyan baştir bû.
Piştî vê krîzê jî aloziya herî mezin a di vê têkeliyê de, hatina ser hukum a hukumeta Bulent Ecevît bû. Lewra beriya wî hukumeta darbeyê û piştre jî hukumeta li gorî dilê Amerîkiyan îktidar bû. Amerîkiyan qedexe danîbûn ser hilberîna haşhaşa li Tirkiyeyê ku hatineke mezin a gelê Anadoliya navîn aleqedar dikir. Ecevît ev qedexe rakir û ev krîz bi dageriya Kibrisê gihaşte asteke bilind ku Amerîkayê li hemberî Tirkiyeyê ambargo pêk anîbûn. Piştî vê ambargoyê jî, di wê dema şer sar de Ecevît çûbû Moskovayê û dixwest bi Sovyetan re têkeliyên xwe xurt bike. Ev krîz jî îbret-î alem darbeya 12’ê îlonê berdewam kiribû.
Krîza 3. a mezin jî di dema şerê duwemîn ê kendavê de derketibû. Hingê meclîsa Tirkiyeyê destûr nedabû ku hêzên Amerîkî ji bo êrişkirina Iraqê, erd û ezmanê Tirkiyeyê bikar bîne. Vê krîza dawî her hate rojevê. Lewra wê roja 1’ê adara sala 2003yan darbeya herî mezin a li têkeliyên stratejîk ketibû û hê jî tesîra wê didome. Lewra Amerîkiyan hemû amadekariyên xwe li gorî ku di ser Tirkiyeyê re derbas bibin pêk anîbûn. Lîmanên Mersîn û Îskenderûnê bi malzemeyên leşkerî dagirtibû. Lê belê teskereya dastûrdayina ketina leşkerên Amerîkî ya Tirkiyeyê li meclîsê hatibû redkirin. Amerîkî mecbûr mabûn ku ji başûrê wê bikevin Iraqê û di encamê de, Iraqa Seddam bêyî alîkariya Tirkan hatibû hilweşandin.
Weke tola vê yekê hêzeke ji sûbayên Tirk ku dixwestin li Başûr operasyonekê li dar bixin, bûbûn hedefa Leşkerên Amerîkî. Cihê vê operasyonê bajarê Silêmaniyeyê bû. Li vêderê qerargeheke nîv-eşkere ya artêşa Tirk hebû ku armanca wan êrişên li dijî Kurdan bû. Leşkerên taybet ên Amerîkiyan roja 4’ê tîrmeha 2003’an avêtin ser vê qerargeha Tirkan. Sûbayên payebilind ên Tirk hatin girtin û ji bo bibe îbret-î alem çewal xistin serê van sûbayan û dîmen û fotoyên wan li çapemeniyê belav kirin. Lê piştî vê jî krîza têkeliyan her berdewam kir, ku hefteya pêşiya me emê li ser encamên wê rawestin.
Burhan ERDEM