Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bajarê Qamişlo pîrozbahiya 4`ê Nîsanê 

05/04/2024
in NÛÇE
A A
Li bajarê Qamişlo pîrozbahiya 4`ê Nîsanê 
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahî li baxçeya Azadî ya bajarê Qamişlo bi girseyê hat li darxistin. Ji qadan banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya wî ya fizîkî hat kirin.

Bi boneya roja rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê, bi pêşengtiya Kongra Star şahiyeke girseyî bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêkên Kurd re çareserî” li bexçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo girsaya gel vî rojê wekî roja vejîn û azadiyê tê dîtin, pîrozkirin.

Di şahiyê de bi sedan welatiyên Qamişlo, Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclisa Malbatên Şehîdan û hwd. bi cil û bergên xwe yên gelêrî amade bûn.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û bi alên kesik sor û zer hatibû xemilandin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên şoreşê hat dest pê kirin.

Piştre bênavber dirûşmên ku rojbûna Rêber Ocalan pîroz dikin û 11’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê silav dikin hatin berzkirin. Paşê li ser navê Kongire Star Gulîstan Gilo axivî û wiha got: “Heger îroj weke jin em rabûne ser piyan û dibêjin “jin, jiyan, azadî”, ev yek xwe dispêre têkoşîna Rêber Apo. Ger ku em îro wek pêkhateyên herêmê bi hev re rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, ev yek jî bi saya bîrdoziya serokatiyê ye. Ji ber vê divê ku em di sala nû de, bikaribin têkoşîneke mezintir bidin ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê. Em her kes deyndarên keda Rêber Apo ne, bi taybetî jî weke jin divê ku em ranewestin.

Piştre bernameya hunerî bi hunermend Nisrîn Botan, koma pale, koma şehîd welat a govendê, koma Sakîne ya muzîkê, koma şehîd Botan û hunermend Esed Zekî û Mihemed Kakilo destpê kir. Di dawiya şahiyê de gel xelekên govendê gerandin û bi berzkirina dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Hêjayê gotinê zêrîn Hesaf ciwaneka ku di nava tevgera ciwanê şorerşger de cihê xwe digirt, bi vê boneya pîroz soza tevlîbûne xwe di şoreşa azadiyê de da.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.