Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistina Stêrk ji bo parastina mafê zaroka li herêma Şehbayê navendek vekir

04/04/2024
in Uncategorized
A A
Rêxistina Stêrk ji bo parastina mafê zaroka li herêma Şehbayê navendek vekir
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Stêrk ji bo parastina mafê zarokan herwiha piştevanî û mezinkirina pêşxistina zarokan navendek navendî li herêma Şehabyê vekirin. Navend bi gelek beşan dagirtî ye û wê di aliyê çalakî û zanistê de xebatên xwe bide meşandin.

Zana Roj/ Şehba

Rêxistina Stêrk di 3’ê Nîsanê de Navendek navendî ji bo parastin û piştgiriya zarokan li kampa Serdem vekir. Ev navend di herêma Şehbayê de û bi taybet ji bo zarokên ku rojane di zehmetiyên koçberî û bi atmosfera êrişan re rû bi rû ne, wê cihê alîkarî û destek dayînê be.

Di derbarê vekirina navendê li herêma Şehabyê endama Rêxistina Stêrk a li herêma Şehbayê Emîne Qadir ji rojnameya me re axivî.

Bandora koçberiyê li ser zarokan

Emîne di destpêkê de ev navend li tavahî zarokan pîroz kir, herwiha têkildarî bandora koçberiyê û êrişan li ser zarokan û wiha got: “Rewşa koçberiyê herî zêde li ser zarokan bandor dike. Guhartina cih û war, bi tayebt di nava kampan de jiyankirin di aliyê piskeolojî û tenduristî de gelek bandorên çêdike. Bi dirêjahiya 6 salan em dibînin ku çawa zarok rastî wan rewşan tên. Koçberî, siyasetên dijmin yên dorpêç û êriş rasterast dihêlin ku zarok ji atmosfera xwe ya zaroktiyê dur bike û bibe sedem ku ev zarok  asta hêz û enerjiya xwe têneghêje. Bê guman diviyabû  berî niha ev navend bihatiba vekirin, lê ji ber rewşa herêmê ya ewlekarî û dorpêçê bi derengî hate vekirin. ”

Armanca anvendê

Emîne Qadir girêdayî girîngî û armanc ji avakirina navendê wiha anî ziman: “Naved li kampa Serdem ji bo pêşwazîkirina hejmareke herî zêde ji zarokan hat vekirin. Rewşa berbiçav ya kampan û koçberiyê rê li ber xulqandin û afrîneriya zarokan girtiye. Ev yek jî heyanî ku zarok derbasî dibistanê nebin wê nikaribin çalakî û zanistê fêr bibin. Armanca ya sereke parastina mafê zarokan e. Herwiha piştgirî û mezinkirina hêz û enerjiya li gel zarokan e. Ev yek jî wê bi çalakî û perwerdeyên zanistî pêk werin. Di navendê de wê perwerdeyên zanistî û fikrî bên dayîn. Li aliyekî din jî wê beşên weke huner, spor û wênexêzî û çalakiyên din werin vekirin. Di heman demê de wê gelek aktîvîstên din yên ji bo başkirina rewşa zarokan bi awayekî tendurist bên pêşkêşkirin.”

‘Bi hêvî ne em bibin cihê hêvî û alîkariyê’

Endama Rêxistina Stêrk Emîne Qadir bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Rewşa ku herêm tevî gel û zarokên xwe ji 6 salan ve derbas dibe; rewşekî ne normal e. Rojane siyasetên dijmin bi riya ferzkirina dorpêçê û êrişên ku rojane tên kirin, tenê ji bo şikandina îradeya gelê herêmê ye. Lewma em banga tevahiya gelê xwe dikin ku nehêlibin ev rewş li ser hêz, enerjî û qudretên zarokên wan bandor bike. Heyanê ku dikarin bila bi zarokan re bibin alîkar. Em jî weke Rêxistina Stêrk, bi hêvî ne ku em ji bo hemû zarokan bibin cihê hêvî û alîkariyê. ”

Hêjayî bîranînê ye ku Rêxistina Stêrk di sala derbasbûyî de navendek li navçeya Ehdas vekiribû. 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.