Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Şaredariyê ya Efrîn û Şehbayê serkeftina hilbijartinên DEM  Partiyê pîroz kir  

04/04/2024
in NÛÇE
A A
Desteya Şaredariyê ya Efrîn û Şehbayê serkeftina hilbijartinên DEM  Partiyê pîroz kir  
Share on FacebookShare on Twitter

Îro Desteya Şeredariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê, bi daxuaniyekê serkeftina hilbijartinên şeredariyan yên DEM Partiyê yên li Bakurê Kurdistanê pîroz kir. Herwiha di daxuyaniyê de bi vê serkeftinê hat tekezkirin ku gelê kurd xeyalên faşîzma toranî hilweşand.  

Zana Roj/ Şehba

Li herêma Şehbayê serkeftina partiyên kurdî di hilbijartinên ku li Tirkiriyê û Bakurê Kurdistanê hatine lidarxistin, bi coşeke mezin ji aliyê gel ve hat pîrozkirin.

Di 4’ê Nîsanê de Desteya Şeredariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê serkeftina hilbijartin û perlementerên Şeredariyên gel li Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Herwiha daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê Elîf Mihemed û Şervîn Şêxo ve hat xwendin.

Daxuyanî jî wiha hat destpêkirin: “Dewleta Tirk a faşîst ku polîtîkayên herî qirêj meşandin û hîna jî dimeşîne, ji dîroka xwe ya osmanî ya bi xwîn li dijî gelên herêmê û heta niha bi îdeolojiya xwe ya DAIŞ’î ku di şexsê AKP-MHP’ê de temsîl dike, û ji bo berdewamiya zihniyeta xwe ya neteweperest û nijadperest hemû şert û helwestan li gorÎ xwe bi kar tîne. Herwiha bi rê û rêbazên curbecur, ji kuştin, girtin, qirkirina çandan û berovajîkirina hemû rastiyan li pêşberî raya cîhanî, hewl dide îradeya gelan bişkîne û nasnameya wan ji holê rake.”

Xeyalên faşîzmê hilweşiyan

Di pêşveçûna daxuyanê de hate diyarkirin ku xeyalên faşîzma toraniya dewleta Tirk hat hilweşandin û wiha hat domandin: “Gelê me yê qehreman li Bakurê Kurdistanê ji hemû cîhanê û bi taybetî jî ji hikûmeta Erdogan re tekez kir ku tu siyaset rê li ber hêz û îradeya gel bigire tune ye. Di heman demê de nîşaneya herî mezin jî hilbijartinên şaredariyan yê li Bakurê Kurdistanê ne, ku ji faşîzma turanî re careke din îspat kir ku xeyalên wan li hember fikir û felsefeya demokrasiyê ya hemû gelan hilweşiya. Êdî dem dema şikandina zincîrên zilmê û serkeftina îradeya gelan e ku bi destên xwe dîroka xwe binivîsin. Dîroka komkujî û qirkirinê bi volkana serhildanan û qîrîna gelan a ku li ser her tiştî li Bakurê Kurdistanê bilind dibe ji holê rakin. ”

Bi dengê ‘Berxwedan jiyan e’ hilbijartin hatin pîroz kirin

Di dawiya daxuyaniyê de bi silogana ‘Berxwedan jiyan e’ hilbijartinên Bakurê Kurdistanê hatin pîrozkirin û wiha hat gotin: “Em li kantona Efrîn û Şehbayê bi navê rêveberiya herêmî û şaredariyan serkeftina gelê xwe yê li Kurdistanê bi giştî û li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li ser faşîzmê bi dengê xwe dibêjin ‘Berxwedan jiyan e pîroz dikin. Herwiha em ji  Şehbaya berxwedêr dengê xwe bilind dikin û bi ruhê felsefeya Netewa Demokratîk em ê bi hev re faşîzma Tirk têk bibin û azadiyê bi dest bixin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.