Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di nava kêliyên mirinê de avakirina jiyana azad

03/04/2024
in Uncategorized
A A
Di nava kêliyên mirinê de avakirina jiyana azad
Share on FacebookShare on Twitter

Rustem Jiyan

Dikare bê gotin ku Newroz ji bona gelê Kurd rojeke gelek pîroz û di heman demê de roja qehremaniyê ye. Heya mirov dikare bêje Roja ku împaratoriya Med di nav agirê berxwedana Kawayê Hesinkar de şewq vedaye. Her kes çîroka Newrozê cûda dinase, lê hemû jî biagir ve girêdayîne. Ew agirê Kawayê Hesinkar pêxistiye û di sala 1982’an vê carê agirê berxwedanê di zindana Amedê de bi îradeyek xurt Şehîd Mazlûm Doxan geş û gur kiriye. Çalakiya Heval Mazlûm bandorek gelek mezin dike û têkoşîna wê ya bêhempa li her derî dibe mînak.

Her wiha Heval Mazlûm dibistanê berdide û tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Di nav têkoşînê de û bi çalakiyên cûr be cûr cîh digre. Di sala 1979’an de dema dixwaze ji Riha derbasî Qoserê bibe, li Wêranşarê tê girtin û dijmin Heval Mazlûm dibe zindana li Amedê. Heval Mazlûm bi ruhê şerê Alîşêr û Zarîfeyan û bi yekbûyina ruhê berxwedêr yê Şeyîd Riza’yan li hemberî dewleta faşist û qirker bi berxwedaniyek bêhempa û xurt sekinî, ti caran teslîmiyetê qebûl nake.

Kesayeta Heval Mazlûm kesayetekî çalakvan bû, ji hemû hevalên xwe re zanîstî belav dikir, ji ber ku xwedî kesayetek lêkolîner bû. Bi terz û sekna xwe derdora xwe birêxistin dikir û pêşengtî dikir. Sekna Heval Mazlûm li beramberî zihniyeta dewletê pîvanek berxwedaniyê diyar dikir, ruxmê ku di nav zindanê de bi her awayî zext û işkenceyê re rû bi rû dimîne jî, her hevalên xwe perwerde dike û tu carî ji zextên Esat Oktay Yildiran natirse. Bêdeng bûyinê ti carî qebûl nake, bi felsefeya “Ji bo wî tarîtiyê ronahiyek pêwîste” tevdigere û tevlî jiyanê dibe. Her roj xwe xurtir dike, bi xwesteka destpêkirina greva birçîbûnê dike û li hemberî dewleta qirker disekine. Lê belê heman demî roj bi roj sebra Heval Mazlûm jî li hemberî wê pergala faşîst û qirker kêmtir dibe.

Gelê me, jin û ciwanên Kurdistanê yên ku xwe bi ruhê Newrozê xemilandine, berxwedana xwe ya bêhempa nîşanî dost û dijmin didin ku şopdarên meşa azadiyê ya mezin in ku Mazlûm Doganan daye destpêkirin. Bi şiyara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Kurdistana azad û Jin Jiyan Azadî nexşerêya sedsalê diyar dike. Ev serhildana ku ji hemû qadan bilind dibe rêya bingehîn a veguheztina mezin diyar dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku sala 2024’an bi ruhê Newrozê pêşwazî dikin, bi şerê mezin ê li çiyayên Kurdistanê didin asta xwe ya serkeftinê diyar dikin. Şerê gerîla yê ku bi pêngavên serkeftî dijmin wêran dike û êrîşên dagirkeriyê pûç dike, li tevahiya Kurdistanê, herêmê û cîhanê belav dibe û pêvajoyê diyar dike.

Gerîlayên modernîteya demokratîk ku dibe mîna Newrozê, bi îdiaya mezin a têkoşînê ber bi qonaxeke nû ve diçe, bi têkbirina dagirkeran û bi destkeftiyên nû mizgîniya serkeftinê dide. Jinên Kurd ên bi pêşengiya Zekiye, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvanan Newrozê pîroz dikin li her qadê, li herî pêş pêşengiya têkoşînê dikin. Rêbertî û têkoşîna jinan di şer, siyaset û veguherîna civakî de serdemeke nû vedike. Rastiya ku hişmendiya serdest a mêr herî zêde jê ditirse, bilindbûna têkoşîna civakî ya ku jin pêşengtiya wê dikin. Dema ku rastiya gelê Kurd a pîrozkirina Newrozê hişmendiya neteweyî diafirîne, jinên Kurd ku Newrozê pîroz dikin bi derbaskirina sînorên neteweyî veguheztina civakî diafirîne. Ev veguheztin bi xwe re têkoşîna me sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Di vê wateyê de îro jî li cihê ku şoreşa gelan pêkhatiye Newroz bi rihê şehîdên rojavayê Kurdistanê tê pîrozkirin û êdiaya civaka me girêdan bi mirovan re dide afrandin. Li ser vî bingehî newroza vê salê di gelek aliyên xwe de cihrengî dide diyarkirin. Gel bi xwe xwedî li vê rojê derket û careke din bi rengên xwe yên gelerî diyarkirin ku Kurdistana azad misoger e.

Post Views: 139
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.