Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamên dawî yên şerî Îsraîl û Hemasê

02/04/2024
in NÛÇE
A A
Encamên dawî yên şerî Îsraîl û Hemasê
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî amarên fermî di encama şerê di navbera Hemas û Îsrailê de ku di 7’ê Cotmeha 2023‘an de dest pê kir û heta niha bi hemû heza berdewame, zêdeyî 32 hezar filestînî hatine kuştin, Xeza ji sedî 80’ê wêran bûye û nêzî 2 milyon kes bi birçîbûnê re rûbirû man e

Di 7’ê Cotmeha 2023’an tevgera Hemasê ya filestînî li dijî  Îsrayilê êrişeke dijwar pêk anî û di encamê de 1200  Îsrayîlî ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin, 543 kes birîndar bûn û 239 îsrayilî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.

Piştî êrişî artêşa Îsrayilê bi awayekî dijwar êrişî Gezayê kir û heta roja îro jî ev êriş û şerê di navbera Hemas û Îsrayî de bi hemû hêza dewam dike

Li gorî amarên fermî di vî şerî de heta niha, zêdeyî 32 hezar û 705 filestînê hatine kuştin û zêdeyî 75 hezar û 190 jî birîndar bûne. Ji wan zêdeyî 13 hezar zarok hatine kuştin. Hewiha 8900 jin hatine kuştin, 23000 birîndar bûne, zêdeyî milyonek jin jî koşber bûne. Herwiha 2100 jin nexuane. 60 hezar jinên ducanî bi nexweşî û kêmxwariniyê re rû bi rû mane.

Li gorî rêxistina Tenduristiya cîhanî zêdeyî 2 milyon filestînî bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Serokê Rêxistina Tenduristiya cîhanî rewşa xeza wiha vedibêje,”Xeza bûye navçeya mirinê.”.

Li gorî raporên NU Xeza ji sedî 75 hatiye rûxandin û bi sed hezaran filestînî koçberî Refehê bûne û di şert û mercên pir zehmet de jiyan dikin. Di milê tendurstiyê de jî rewşa xezayî pir zehmet bûye û piraniya nexweşaniyên wê ji ber êrişan jikar derketine. Tenê niha nêzî 10 nexweşxaniyan bi awayekî beşkî kar dikin. herwiha pêwîstiya 9 hezar kes bi tedawiya acl heye.

Li aliyekî din hejmara kuştiyên artêşa Îsrayîlê gihişt 600 leşkerî. Herwiha heta niha hejmareke mezin ji îsrayîliyan di destê Hemasê de ne.

Di rewşa heyî de çareserî nepêkan e

Geşedanên leşkerî û siyasî yên li Xezayê nîşan didin ku şer ber bi nediyarbûnê ve diçe û hemû senaryo gengaz in, ji ber ku herdu aliyên şer vî şerî wek qonaxeke girîng û dawîn dibînin, ku eger Îsraîl bi ser bikeve dê di encamê de Hemas bi temamî bi dawî bibe û di herêmê de koalîsyoneke herêmî, navneteweyî û erebî bê avakirin û armanca wê koalîsyonê hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê ye.

Eger Îsraîl bi ser neket û rewşa Xezayê nehat guherîn jî wê demê Hemas dê vê yekê wek serkeftinekê li dijî Îsraîlê ragihîne.

Di encamê de dibe ku bandor li Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê bibe nexasim ku di çend rojên dawîn de piştî xîtaba sekreterê giştî yê Hîzbullah Hesen Nesrellah rewşa li ser sînorê Lubnan û Îsraîl tevlihev bû.

Di encama analîzkirina borî de diyar dibe ku li pêşiya hewldanên rawestandina şerê Xezayê gelek astengî hene nexasim piştî zêdebûna piştgiriya ji Hemasê re û şermezarkirina êrişên Îsraîlê ku ev ji bo Hemasê baş e.

Pêkanîna van armancan divê bi hemleyeke leşkerî ya mezin be û pê re zexta navneteweyî, erebî û herêmî ya li dijî Îsraîlê dê zêdetir bibe, hem di aliyê çalakkirina hêzên Îranê û vejandina rêxistinên tundraw li Rojhilata Navîn û cîhanê, hem jî di aliyê bandorên siyasî û aborî de.

Tevî ku hemû hêzên navneteweyî û herêmî ji encamên şer tirsiyane lê dîsa jî hemû çareseriyên pêşniyarkirî dûrî rastiyê ne, wek avakirina rêveberiyeke ji aliyê dewletên erebî yan navneteweyî ji bo rêvebirina Xezayê ku ev jî ji bo şêniyên Xezayê dagirkirineke nû ye. Serokê Amerîkayê Joe Biden di çend rojên borî de çareserî pêşniyar kir û tê pêşbînkirin ku ev pêşniyar ji aliyê Îsraîlê ve bên redkirin. Di encamê de alozî kûrtir dibe û çareseriya herî guncaw avakirina pergaleke demokratîk e ku tê de hemû pêkhate cih bigirin, ev jî fikrê neteweya demokratîk e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.