Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê

02/04/2024
in NÛÇE
A A
KCK: Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê
Share on FacebookShare on Twitter

KCK’ê destnîşan kir ku Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê, gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, siyaseta înkar û qirkirinê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne û li gorî wê tevbigere.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serketina gelê Bakurê Kurdistanê bi dest xistî hemû parçeyên Kurdistanê kêfxweş kiriye, hemû gelê Kurdistanê bi vê serketinê serbilind e û wiha got: “Serketina dîrokî ya di hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê de di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de li cihekî girîng bi cih bûye û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt kiriye. Bê guman di vê pêvajoyê de tevkariya yên ku berpirsyarî girtine û ked dane, ji bo vê encama dîrokî diyarker bûye. Me hemûyan dît ku kedeke bê hempa hat dayîn. Ji xwe gelê me encameke dîrokî wergirt û bi rengekî herî baş teqdîra vê kedê da. Em jî van hevalan pîroz dikin. Dîsa em dayikên Kurd, ciwan û jinan pîroz dikin. Sekna jin û ciwanan lîstokên navenda şerê taybet pûç kir, bû sedem ku felsefeya me ya jiyana azad a li ser esasê azadiyê jinê bi ser bikeve.”

‘Kurddistanê rê neda faşîzmê’

KCK’ê da xuyakirin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gel li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, rejîma qeyûm a ku îradeya gelê Kurd desteser kirî, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke vekirî û zelal raber kiriye û wiha domand: “Îradeya mezin a di Newrozê de di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî hate nîşandan, gelê Kurd got ku ji tecrîd û faşîzmê re cih nîne û bersiva herî xurt da. Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê. Faşîzma AKP-MHP’ê ku 9 sal in nikare serî bi gelê Kurd bide tewandin, gelê Kurd ji Rêber Apo û sekna azadiyê cuda bike û civaka Tirkiyeyê bike dijminê Kurdan, ji civaka Tirkiyeyê jî şeqameke dîrokî xwar û serî bi jêr ve qulipî. Xeta têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk a ku gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê re pêş xistî, bi ser ketiye. Serketina ji hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê hatî wergirtin, pêşketina feraseta netewa demokratîk îfade dike. Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye û feraseta netewa demokratîk ku xwişk-biratiya gelan û jiyana hevpar îfade dike, bi ser ketiye. Lewma ev serketina dîrokî, serketina têkoşîna hevpar e ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ev têkoşîna hevpar bi feraseta netewa demokratîk bi hev re pêş xistin.”

KCK’ê da zanîn ku hilbijartin di hewirdorek demokratîk de pêk nehatin, bi taybetî jî li Kurdistanê bi temamî di hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatiye û wiha domand: “Li Kurdistanê hilbijartin bi temamî di bin zextê de pêk hatin. Jixwe Kurdistan 9 sal in ji aliyê mufetîşên mêtinger ve di bin qanûnên leşkerî de tê birêvebirin. Qayûm tenê aliyekî vê ne. Li Kurdistanê bi temamî hawireke leşkerî-faşîst heye. Hilbijartin di vî hawîrdorê de pêk hat û gel di nav hawireke zext, gef, şantaj û şîdetê de çû hilbijartinê. Bi deh hezaran mirovên weke leşker, polîs, sivîl, memûr û hwd. anîn Kurdistanê û deng bi wan hatine danîn. Ev pêkanîn radixe pêş çavan ku faşîzma AKP-MHP’ê xwedî feraseteke çawa ye û di dijminatiya xwe ya li Kurdan de çiqasî kûr e.”

‘Divê her kes îradeya gelê kurd bibîne’

KCK’ê  diyar kir ku helwesta gelê Kurd a di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de, rola ku lîstiye û serkeftina dîrokî ya ku bi dest xistine divê ji hêla her kesî ve rast were fêhmkirin û wiha got: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi gotin û polîtîkayên nîjadperest, neteweperest, olperest ên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan pêk tîne, zerara herî mezin daye Tirkiyeyê. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi salan e li dijî vê zîhniyeta faşîst a dij mirovahiyê têdikoşe. Vê têkoşînê encamên dîrokî bi xwe re anî, mîna ku di hilbijartinên dawî de jî hate dîtin, polîtîkayên dagirker û mêtingeriyê ya AKP-MHP’ê hilweşand û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê têk bir. Di qonaxa em gihaştinê de em di wê baweriyê de ne ku wateya têkoşîna gelê Kurd baştir tê fêmkirin. Gelê Kurd hem di Newrozê de hem jî di hilbijartinan de bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da û da diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo were mixatabgirtin. Divê her kes vê helwest û vîna gelê Kurd bibîne. Banga me ji dewletên herêmê û hêzên navneteweyî re ev e; bila tu kes piştgiriya planên AKP-MHP’ê yên ku qirkirina Kurdan kûrtir dike û di navbera gelan de şer û pevçûnan derdixe, neke. Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne û li gorî wê tevbigere.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.