Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Radyoya Rojava dengê şoreş û azadiyê ye

02/04/2024
in NÛÇE
A A
Radyoya Rojava dengê şoreş û azadiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

11`emîn salvegera damezrandina Radyoya Rojava ye. Radyoya Rojava di rewşên zor û zehmet de hat damezrandin û bû dengê şoreşê û her çiqas dijmin xwest wê bide rawestandin, lê bi îradeyeke xurt armancên wê vale derketin.

Radyoya Rojava ku di 1`ê Nîsana 2013`an de li çiyayê Qereçoxê dest bi weşanê kir. Dema ku Rojava û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dîrokeke tijî berxwedan û serkeftinên binirx re derbas dibû. Radyoya Rojava jî şopdarê vê şoreşê bû û li gel pêşketinên leşkerî, siyasî û qada civakî para xwe di eşkerekirina rastiyê de hebû. Di rewşên zehmet de xwe gihandina hemû pêkhateyên herêmê û şiyariya civakî li hemberî dijminên dîrokî yên gelê bindest û azadîxwaz, yek ji hedefên sereke yên xeta weşangeriya Radyoya Rojava bû.

Damezrandina radyoya Rojava

Radyoya Rojava di hundirê odeyek biçûk de li quntara çiyayê Qereçoxê û bi alavên teknîkî yên kevin û derfetên kêm, dest bi weşana xwe kir û komek heval ku nîvê wan îro tevlî karwanê şehîdan bûne, karîbûn dengê rastiyê bigihînin cîhanê û berxwedana lehengî ya li himberî çeteyên kirêt, dagirkerî û zilmê belge bike. Her wiha di nava 11 salên derbasbûyî de û bi taybetî bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û avakirina Rêveberiya Xweser, projeyek ku bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan pêk hat, Radyoya Rojava karîbû bibin dengê şoreşê.

Dengvedana dengê Radiyoya Rojava valaderxistina dagirkeran bû

Piştî 4 salan ji weşana Radyoya Rojava li çiyayê Qereçoxê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer ku nêzîkî 25 balafir bûn, êrişî navenda Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û di nav de navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel û navenda Radyoya Rojava kir. Di êrişê de 20 pêşeng û şervanên (YPG û YPJ) di heman demê de 3 qehremanên çapemeniya azad ên radyoyê şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi vê êrişa hovane xwest dengê azadî asteng bike, lê dengvedana Radiyoya Rojava û berxwedana şervanan, armancên wê vala derxistin.

Radyoya Rojava bi vîneke xurt dixebite

Radiyoya Rojava di roja îro de deng, helbest, berhem û efsaniyên berxwedaniyê yên şervanan radigihîne, kêlî bi kîlî dengê berxwedaniyê dişopîne. Piştî êrişa dagirkeriya Tirk a li ser Qereçox, di 10`ê Îlûna 2018`an de, Radiyoya Rojava bi vîneke xurtir careke din weşana xwe domand, gav bi gav û sal bi sal Radiyo Rojava pêş dikeve, her wiha weşana wê firehtir dibe.  Niha 4 pêlên weşanê yên radiyo Rojava hene; li kantona Cezîrê li ser pêlên 91,2 û 88. 90 tê guhdar kirin, li herêma Firatê li ser pêla 93.5 tê guhdarkirin û li Helebê, Şehba, Izaz, Mari û Efrîna dagirkirî jî li ser pêla 108 F.M tê guhdarkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.