Rojnameya Ronahî

‘Komkujiya zindana Hesekê’

Hêvî Melek/ Qamişlo

Şewata zindana Hesekê yek ji tawan û hovîtîya ku li ser gelê Kurd hatiye kirin. Şewata zindana Hesekê di 24 Adara sala 1993`ê de rûda, û di encamê de zêdeyî 70 kesî şewitîn ku piraniya wan kurd bûn.

Bûyera di şeva 24’ê Adara 1993’an de dema girtiyan li dijî şert û mercên girtîgeha navendî nerazîbûn nîşan dan. Hêzên ewlekariya Sûriyê di 24`ê Adara 1993`an de avêtin ser girtîgehê û agir bi girtiyan xistin û di encamê de 72 girtî şewitîn. Piştre 5 kesên din jî hatin darvekirin û hejmara qurbaniyên komkujiya zindana Hesekê bû 77 kes.

Nimûneya gendeliyê ya ku Rejîmê temsîl dike

Ew zindana navdar nimûneyeke gendeliyê di derdorên rejîmê de temsîl dike. Nêzîkî 700 kes di  girtîgehê de bûn, lê ji bo 200 kesan hatibû amade kirin, û jûrgeh an hucreya ku ji bo 30 kesan hatibû amadekirin, zêdetirî 125 kesan tê de bûn. Bertîl, alîgirî û tehdîd di wê demê de rewşekî dijwar û serdest bû. Ji bona ku zêdetir zilmê li wan bikin, deshilatdaran dest danî ser girtiyên di zindanê de û  bi sûcê dizî, destavêtin, qaçaxçî û narkotîkê tê tawanbarkirin, dihatin ceza kirin.

24`ê Adara 1993`yan de, tevgereke nexwezayî çêbibû

24`ê Adara 1993`yan de. Ew rojek ne asayî bû, tevgereke nexwezayî, aramiyek ku tirs û xofê diafirand, her tişt diyar dikir ku dê tiştek biqewime, Ji nişka li hundirê girtîgehê de tiştekî neçaverêkirî qewimî. agir û şewatên gur dîwarên zindanê û her kesên têde şewitandin û dengên ji pişt bendan banga alîkariyê dikirin, girtîgeh bi hemû kesên tê de şewitîn.
Di girtîgehê de girtiyên kurd ên ji malbata Hasû Mişkînî jî hebûn ku li ser dosyaya kuştina zilamekî xiristiyan ku xwedî bandoreke mezin di desthilatdariyê de ye, gelek kesên ku beşdarî merasîmên şehîdên Kurd bibûn hatin girtin û di wê zindanê de hatibûn bi cihkirin. Hevjîna yek ji qurbaniyan dibêje ku hevdîtina wê ya dawî bi hevjînê wê re di 23`ê Adarê de bû, jê re behsa amadekarî û tevgerên rejîmê ji bo şewitandina zindanê kir û piştre xebera şewata zindanê belav bû.

Plansaziyek çêkirî ji aliyê asayîşa girtîgehê ve hatiye amadekirin

Rêveberiya girtîgehê bi tozek spî erd û betanînên razana duyemîn ku şahidiya destpêkirina agir bû, rijand. maddeyek bi bîhneke xweş, bi hinceta  li dijî kêzikan bi karbînin, lê piştre hat dîtin ku dibe agir zêde kiribe û piştre jî rêveberiya girtîgehê deriyên razan bi tundî girtin. Li gorî îfadeyên girtiyên din ên ku ji komkujiyê rizgar bûne, şewat derdora saet 8`ê êvarê dest pê kir û berfireh bû ji kontrolê derket. ji ber firehî û gurbûna agir, mirina piraniya girtiyên li razana 2`emîn, ji bilî girtiyên mayî yên razanê, lewma weke komkujiyek li dijî kurdan bû. Di bûyereke çêkirî û plansaziya ku ji aliyê asayîşa girtîgehê ve hatiye amadekirin de zêdetirî 70 kes hatin şewitandin û fetisandin. Piştî 2 mehan ji sûcê desthilatdaran li Meydana Marşo ya navenda bajarê Hesekê 5 kes bi sûcdariya şewitandina girtîgehê hatin darvekirin.

5 ciwanên bi sûcdariya şewitandina girtîgehê hatin darvekiein

Elî Mehmûd Qasim, ji Hesekê

Ferîd Mehmûd El Cebrî, ji Hesekê

Qehreman Cemhûr Mihemed, ji Qamişloyê

Mohamed Amin Mohamed, ji Dêrikê

Mihemed Ferhan Sakfan, ji Qamişloyê

Şewata zindana Hesekê di 24 Adara sala 1993ê de rûda, û di encamê de zêdeyî 70 kesî şewitîn ku piraniya wan kurd bûn. Piştî bûyera şewata zindana Hesekê, ta niha rastiya şewatê nehatiye diyar kirin, Hin kesên ku ji agir rizgarbûn dibêjin ku sedema sereke nermatî û alîkariya polîsan bi wan kesên gunehker û sûcder re hebû ku hiştin agir were vêxistin. tevgera siyasî ya Kurdî tekez dike ku rêjîma Sûriyê tawanbar e û dixwest tevlîheviyekê di navbera Kurdan û pêkhateyên deverê de çê bike, piştî şewitandina zindana Hesekê, xizmên qurbaniyan hîn jî li benda pêkanîna edaletê ne.