Rojnameya Ronahî

Binyad Cizîrî: MED TV şoreşa ragihandina gelê kurd bû

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rojnemevan Binyad Cizîrî diyar kir ku televizyona MED TV mîna şoreşekê ragihandinê ku di dîroka gelê kurd de cihê xwe girt û wiha got; hewldanên dewleta Tirk bi rawestandina MED TV nebû astengiya avabûna bi 10 destgehên ragihandinê.   

Derbarê wateya salvegera yekemîn televizyona kurdî MED TV de Rojnemevan Binyad Cizîrî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Girîngiya vekirina televizyona MED TV wek yekemîn televizyona kurdî ji bo gelê kurd û herêmê tê çi wateyê?

Televizyona MED TV yan jî destpêkirina weşana MED TV ku di Adara 1995`an de destpêkir, wate û girîngiya wê ji bo gelê Kurd û herêmê mîna şoreşekê ragihandinê ku di dîroka gelê kurd de, cihê xwe girt. MED TV dikarîbû mohra xwe li ragihandina azad bixe û bibe bingehek ji bo ragihandina azad. Şoreşa vejînê ya ku bi rêya PKK`e têkoşîn û xebatên ku dan meşandin, berhemên xweyên  bingehîn di aliyê ragihandina MED TV de nîşan da û ev wek mizgîniya yekê ji bo gelê kurd bû. Herwiha dema ku şoreş hat destpêkirin  ba û fikirê şoreşê derbasî seranserî Kurdistanê bû, pêwîstiyek gelek girîng hebû ku ragihandinekî yan jî saziya yeke bi zimanê kurdî weşan dike mîna MED TV hebû.

MED TV çi guhertin û veguhertin di nava civakê de da avakirin?

Guhertina televizyona MED TV ku li ser gelê kurd da avakirin ew bû ku gelê Kurd di riya MED TV re nasname û dîrok xwe nas kirin. Ewqas komkujîyên ku li ser gelê kurd hat meşandin, lê vekirina MED TV ruhekî mezin da gelê kurd, herwiha ji bo naskirina zimanê kurdî bandorekî mezin hebû. MED TV tevî rawestandina xwe jî, lê di aliyê hizir de nehat rawestandin. Bi lidarxistina şoreşa Rojava pêdivî bi ragihandinekî ku bibe dengê şoreşê, dengê jina kurd dengê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû, lewra tê zanîn ku çawa bingehekî gelê kurd di aliyê têkoşîn û berxwedanê de heye, di heman demê de di ragihandinê de jî xwedî wî mîrasî ye. heger îro em li xebatên ragihandinê li rojavayê kurdistanê meyze bikin bi lez û bez pêşketiye, ev hemû pêşketin jî ne bi hesanî pêk hatin.

MED TV çiqasî karîbû rastiya dijmin derxîne pêş û di parastina çanda gelê kurd de roleke çawa list?

Di nava MED TV de fikirên azadiyê li tevahî Kurdistanê hat belavkirin, bi taybet jî çawa şervanên azadiyê karbûn xwe bigîhînin tevahî gelan û li gorî şert û merên wê demê ku zor û zehmetiyeke gelekî mezin hebû, ruxmê kêmbûna derfetan lê dema ku MED TV dest pêbû, wek ku di her malekê de şervanekî azadiyê ku karîbû hizirên azadiyê bi çand û dîroka gelan bide naskirin û rastiya dijmin derxîne pêş, bi taybet ku êrişên berfireh yên li ser hebûna gelê kurd dihat kirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk ên cîhanê ku dîroka gelê kurd bi rengekî ne dûrist nîşan didan, di heman demê de rastiya gelê kurd dihat berovajkirin ji aliyên dagirkerên kurdistanê ve, bi vî rengî MED TV ji bû derxistina rastiya dijmin û parastina çand û zimanê gelê welatparêz xwedî rolekî sereke bû.

Sedema rawestandina xebatên televîzyona MED TV çibû?

Ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hebû, dewleta Tirk a dagirker hewl da dengê şoreşa gelê kurd bide rawestandin, bi vî rengî her çiqasî di aliyê dewletên Ewropî de yên ku xwe wek parestvanên mafên çand, ziman û mirovan dibînin, lê di encamên têkiliyên Rojava bi dewleta Tirk re û dewleta Tirk bi xwe jî endamekî nato ye, lewra li gorî siyaseta van dewleta û ji bo bercewendiyên hevdû biparêzin, dewleta Tirk bandora xwe kir û karîbû xebata Televîzyona MED TV di sala 1999`an de bide rawestandin. Di riya rawestandina Televîzyona MED TV de xwestin dengê gelê kurd bibirin û îradeya gelê kurd ji raya giştî re nedin xuyakirin, lê gelê kurd xwedî tecrobeyekî mezin e, lewra tevî hemû zextan jî nikarîbûn deng gelê Kurd bêdeng bikin, lewra piştî rawestandina MED TV Medya TV hat vekirin û xebatên ku di MED TV de destpêkiribû berdewam kir.

Di salvegera televizyona MED TV de gotina we ya dawî çiye?

Di salvegera destpêkirina xebata MED TV de hemû hevalên ku keda wan di vê xebatê de hebû pîroz û silav dikim, di destpêk de jî keda mezin ya Rêberê gelan ya Rêber Apo ye, herwiha berdewamkirina mîrasê ragihandinê dilsoziya xebatê MED TV ye, her çiqas dijmin karîbû bandoriyê li hêzên navnetewî bike û demek ji deman hin sazî bidin rawestandin, lê nikarîbû hebûna gelê kurd tune bike. Dema ku îro roj em meyze dikin ku MED TV bi yekem televîzyona kurdî dihat naskirin, îro bi 10`an televîzyon rojname û ajans yên ragihandinê hene, ev hemû bersivdayina şoreşê ji siyastên desthilatdaran re bû. Dewleta Tirk çiqas xwest têkoşîna gelê kurd asteng bike, lê gelê kurd bi xîna xwe ev astengî ji holê rakirin. Lewra erka dikeve ser milê her rojnemevanekî xwedîderketina li mîrasê bingeha ragihandina kurd MED TV ye. ji ber siyasetên ku îro roj li ser gelê Kurd tê meşandin ragihandina azad wê pûç dike. Di heman demê de serkeftinên ragihandinê Rêber Apo ye, Rêber Apo karîbû gelekî ji windabûnê xelas û hişyar bike.

Hêjayî gotinê ye ku tenê şoreşa Rojava di riya ragihandinê de li cîhanê deng veda û rastiya veşartî da ronîkirin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle