Rojnameya Ronahî

Qazî Mihemed; rêzan û xizmetkarê gel û welat

Hêvî Melek/Qamişlo

Komara Mehabadê di 22`ê Çileya sala 1946`an de ji aliyê Qazî Mihemed ve hatiye ragihandin û Qazî Mihemed wek serokomar hat hilbijartin. Herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di 22’ê Çileya sala 1946’an de li Meydana Çarçira ji aliyê Qazî Mihemed ve hate ragihandin. Piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şêx Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê hat îlankirin, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo kurdan tecrûbeyek bû. Lê belê hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê feda kirin. Komara Mehabadê ku tenê 11 mehan dewam kir, di dema rêveberiya xwe de di warê sazîbûnê de serkeftinek mezin bi dest xistin. Hinek ji van destkeftinên bingehîn artêşê yên nûjen ên girêdayî Komarê, avakirina rêxistinên îdarî û rêveberî, avakirina dadgehan, berhevkirina bac, avakirina xezîneyan, çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê bûn. Komara Mehabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê.

Komara Mehabadê bû navenda siyaset û rewşenbîriyê

Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hat bilind kirin. Herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî hatin sazkirin. Rojname û kovar derketin. sîstema Rêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Zimanê kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14’ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin. Hevjîna Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke mezin lîstiye. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê. di sala 1945`an de Komale belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya Qazî Mihemed Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê hate avakirin. Di bernameya partiyê de ji bo kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê kurdî te qebulkirin.

Bernameya komara Mehabadê:

-Kurd dê serbixwe bin di nava xaka Îranê de, di kar û xebatên xwe yên herêmên kurdan de dê serbixwe bin

-Ji bo karên rêvebirinê dê kurdî were serbest kirin û di kar û xebatan de kurdî dê were bikaranîn

-Rêvebirên dewletê yên li vê derê dê ji nav xelkê deverê were hilbijartin

-Bi lezgînî endamên Konseya Deverî ya Kurdistanê bi çûna zagonên hilbijartinê dê werin hilbijartin ku kar û xebatên deverê bikin

-Bi zagoneke giştî, pirsgirêkên di navbera xwediyên erdan û rênçberan de dê werin çareser kirin û ji bo paşerojê rolên wan bên aşkera kirin

-Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê kedeke taybet xerc bike ku biratî yekbûnê di navbera gelê Azerbaycanê û gelên din yê Azerbaycanê (asûrî,ermenî, hwd) de pêk bîne.

-Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê dê bixebite ku aramiyê ji bo xelkê Kurdistanê pêk bîne

-Gelên di Îranê de dijîn dê ji bo azadiya xwe û aramiya xwe bi hev re bixebitin.

Artêşa Komara Kurdistan ji du beşa pêk tê. Beşa Yekem leşkerên perderweyî ne, hejmara wan 3 hezar Pêşmerge bûn. Beşa duyem ji leşkerên eşîran pêk dihatin ku hejmara wan nêzî 15 hezar kesan bû. Perwerdeya van pêşmergeyan di salên 1940`î de ji aliyê leşkerên peyabilind yên ji Artêşa Îraqê veqetîn re dihate dayîn. Peyva Pêşmerge  yekemîn car di artêşa Komara Kurdistan de tê bikaranîn.

Aboriya Komara Mihabadê

Aboriya Komara Mihebadê li ser bac û şirketa Terakkî ve birêve diçû. Di nav bajarên girêdayî Kurdistanê ve bac dihatin standin. Ji bo bac standinê du komîsyon hatibûn ava kirin. Komîsyonekê li navendên bajaran ji bazirganan bac digirtin, komîsyona din jî li gundewaran ji xwediyên erdan bac digirtin. Piştî rûxandina Komara Azerbaycanê ji aliyê dewleta Îranê ve bi awayeke xirab, di nav Komara Kurdistanê de jî tirs çêbû. Qazî Mihemed biryara radestkirina xwe da. Ji ber ku nedixwast ew hovîtiyên li Azerbaycanê çêbû li Kurdistanê jî çêbibe. Soz da gelê xwe ku heta dawiyê wê li Mahabadê bimîne ku zerar negihîje  li Kurdistanê dê bixebite.

Dema têkçûna Komara Mehabad

Her wisa gelek eşîrên piştgirî didan Komarê ji komarê veqetiyan. Piştî ku hate zanîn Kurdistan nikare xwe li dijî dewleta Îranê biparêze; Serokomarê Kurdistanê li Miyandûabê hat girtin û biryara darvekirina wî hat. Berî ku bê darvekirin axaftineke xwe ya dawî got û axaftina wî wiha bû: ‘‘Hûn niha Qazî Mihemed dikûjin, Lê sibê dê ji her dilopeke xwîna min gelek Qazî Mihemed rabin û di vê riyê de bimeşin’’. Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyf Qazî û birayê wî Ebdulqasim Qazî ku nûnerê Mahabadê bûn di parlamena Îranê de, li meydana Çarçirayê di 31`ê Adara 1947`an de hatin darvekirin. Gelek rêveber û berpirsiyarên Komara Kurdistanê hatin darvekirin an jî hatin zindanîkirin. Hêjayî gotinê ye ku piştî van darvekirinan li hurremabada a girêdayî Loristanê li dijî van darvekirinan nerazîbûnên mezin di sala 1947`an de hatin nîşandan.