Rojnameya Ronahî

Jin û xweza nirxên jiyanê ne

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di destpêka mirovahiyê de jin bi her awayî jîndewerên jiyanê ye û nirxên sereke yên jiyanê jin û xwezaye, lewra modernîteya kapîtalîst xwest jin û xweza talan û qir bikin. Endama Platforma Jinên Ekolojîk Bêrîvan Omer diyar kir ku li hemberî vê qirkirinê têkoşîna jinê tê meşandin û got; jin li derdora xwe xwezayê geş dike.

Di destpêka mirovahiyê de jin bi her awayî jîndewerên jiyanê bû û ev berbiçav bû, ta ku mêrên fenek zanebûna jinê jê dizî û kire para xwe. Bi awayekî ew jiyana jîndewer kire dojeheke ku ji modernîteya kapîtalîst pêk tê. Mêr xwe weke zordestê xweza û jinê dibîne, talan û bindestkirina jin û xweza li ser xwe ferz dibîne, lê ne sîstemên kapîtalîst ne jî mêrê serdest ekolojî û jinê ji hev vedqetîne. Talankirina xwezayê talankirina jinê ye, talankirina jinê talankirina xwezayê ye di heman demê de. Yanî pirsgirêkên ekolojîk bi temamî ji mafê xwe dîtina mêr ve destpê dike, ev bi xwe re alûziya civakê û krîza ekolojiyê derdixîne holê, zêdebûna tundiya li ser jinê an kuştina wê ji vê derdikeve holê.

Jiyan û azadî wê bi rengê jinê şîn bibe

Yekbûna jin û jiyan ku çavkaniya sereke ya azadiyê ye, eger ne li gorî zanistiya ekolojîk be, ne ayidê jinê û ne aydê civakê ye. Jin û jiyan encex li gorî pîvanên civaka ekolojîk dikarin bi awayekî rast hevdû temam bikin, hevsengiyê çêbikin. Ji bo jiyaneke ekolojîk jî berî her tiştî divê jin bi cewherê xwe dest bide jiyanê û xwedî li xwezayê derbikeve, wê demê jiyan û azadî wê bi rengê jinê şîn bibe. Qûtbûna di navbera mirov û xwezayê de, bi hezarên salan bi desthilatdariya li ser jinê hat dest pê kirin, lê ev yek wê bi têkoşîna ekolojîk a jinê ji holê rabe.

Desthilatdar bi zihniyetên xwe jin û xwezayê qir dikin

Ji dîrokê ve heya niha mêtingeriya li ser jinan û pê ve girêdayî mêtingeriya li ser xwezayê di heman wextê de dest pê kir. Lewre dema em li roja me ya îro dinêrin, dibînin ku bi polîtîkayên qirkirina xwezayê re êrîşek mezin li ser jinan jî heye. Jin zêde nêzî xwezayê bûn, hevsengiya wê diparastin û gelek afirîneriyên wê bi zanista xwe keşif kir. Civaka xwezayî bi rêvebirina jinan tendurist bû, destdirêjiyên ewqas qirêj li ser ekolojiyê tunebûn. Lê dema ku rêvebirina civakê bi sedema sîsteman ji destên jinan derket. Êdî jê û şûn de sîstemeke desthilatdar derket holê û zîhniyetek li dijî jin û xwezayê bi pêş ket. Pê re jî şerê berjewendiyan derket pêş bê çawa sîstemê xweza ji bo bikaranîna berjewendiyan dixist xizmeta xwe, piştî ku ew civaka xwezayî ji bo jiyanê her berhemdar bû.

Jin û xweza nirxên jiyanê ne

Nirxên sereke yên jiyanê xweza, jin, ked û azadî ye. Ji ber vê yekê pergala serdestiya mêr her tim êrîşî van kiriye û bi polîtîkayên dijminane dagirkeriya xwe berfireh kiriye. Ev her çar qadên mêtîngeriya pergalê, qadên bingehîn yên têkoşînê ne. Ji xwe di vê dagirkeriyê de hişmendî û rêbazên desthilatdariya zilam yê li dijî jinê û xwezayê bikar tîne jî yek in. Ev desthilatdarî weke jinê, xweza jî weke mal û milkê xwe dibîne. Hizirê mêr bi piştgiriya dewlet, ol û hiqûqê li ser civak, jin û xwezayê qirkirineke bê serûber dimeşîne û vê rewa nîşan dide.

Şoreşa çandinê ya jinê berhemên bê hempa afirand

Keda ku fidayî axê û xwezayê hatibû kirin fidayî mirovahiyê jî hate kirin. Şoreşa çandiniyê ku bi ked û pêşengiya jinê pêş ket bi vî awayî xwe gihand hemû mirovahiyê û berhemên xwe yê bê hempa afirand. Ked tim bi axê re dostanî kir; berhemên wê pîroz dît, xwedî li wan derket, ev ji nû ve afirand û dewlemend kir. Lê dûrketina mirovan ji xwezayê hişt ku ked jî were firotin. Ji ber dagirkeriya kûr a pergala kapîtalîst êdî îro ked jî dijberî axê ye û xwezayê tine dike. Lê ji bo jiyaneke azad û ekolojîk, pêwîste ev xiyaneta kedê jî bi dawî bibe. Weke şoreşa çandiniyê jin îro jî divê xwedî li kedê derbikeve û dostaniya di navbera xweza û mirovan de ji nû ve ava bike.

Bingehê jiyana xwezayî“jin e’

Her gava ku jin biavêje wê di jiyanê de encamên girîng bi xwe re bîne, herwiha bingehê jiyana xwezayî“jin e’. Têkoşîneke radîkal û alternatîf a di çarçoveya ekolojî, ked û azadiya jinê de were dayîn, dikare ji bo pirsgirêkên tevgerên ekolojîk ên weke marjînalbûn, elîtbûn, bi pergalê re sînordar mayîn û hwd… re jî çareseriyê bîne. Jixwe rewşa heyî jî vê bi her awayî ferz dike. Ji ber ku ev qirkirin hemû qadên jiyanê daye ber xwe. Ji bo têkoşîna ekolojîk îro jî pêwîstî bi tevgereke şoreşgerî heye û encex jin dikare pêşengiya vê bike. Yekbûna xweza û jinê ya li hemberî desthilatdariya zilam wê êniyên têkoşînê jî berfirehtir bike û bi her awayî hêz û piştgiriya jinan xurt bike.

Divê hîmê têkoşîna ekolojîk pêş bikeve

Di sedsala 21’emîn de têkoşîna bi armanca şoreşa jinê tê meşandin û divê bi her awayî li ser hîmê têkoşîna ekolojîk pêş bikeve. Lewra herî zêde jin dikarin ji xwezayê fêhm bike, mafê xwezayê biparêzin û jê re bibin mertal. Tê zanîn ku heqîqeta gerdûnê jî di xwezayê de veşartiye. Jin çiqas bi vê heqîqatê re bibe yek wê ewqas pêş bikeve, serbikeve û xwe nêzî azadiyê bike û deriyê azadiyê ji mirovahiyê re jî veke. Divê bizanin ku heger xweza neyê parastin ne jiyan û ne jî civak tiştek nekare were parastin.

Derbarê girêdana jin bi xwezayê re Cîgira Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyên kantona Cizîrê û endama Platforma Jinên Ekolojîk Bêrîvan Omer ji rojnameya me re axivîn.

Bêrîvan Omer diyar kir ku jin li derdor xwe xweza geş kiriye û wiha got: ” Heger em li dîroka civaka xwezayî vegerin, em dibînin ku têkiliyeke hevseng di navbera jin û xwezayê de hebû. Her jin li derdora xwe xweza geş kiriye, cihê ku lê jiyan kiriye û maye çandinî li pêşxistiye. Heta niha jî girêdana jin bi xwezayê re berdewame, ji ber jin xwezayê mîna zarokên xwe dibîne. Di dema niha de dibe ku cudahiyek di navbera jin û xwezayê de pêk hatibe, ew jî bandora hizirên kapîtalîzimê ye. Ji ber hizirên ku bi hezarên sala li ser jinê hat meşandin hişt ku jin û xweza ji hev dûr bikevin, lê çiqasî sîstema kaptalîzim hewil bide jinê ji xwezayê qut bike nikare, ji ber jin ya ku mala xwe şîn dike û bi xwezayê re bûye yek.”

‘Pêwîste ku xweşikbûna xwezayê were vegere’

Endama Platforma Jinên Ekolojîk Bêrîvan Omer axaftina xwe wiha bi dawîkir: ” Jin û xweza bi hev re hatin desteserkirin, ji ber dema ku jin hat kolekirin pêre xweza jî di heman de mê de hate talan kirin. Jin xweza diparast û lê hayil bû, lê dema ku mêr bû serdest, xweza talan kir, bi taybetî pêşketina pêşesaziyê bû sedema xerakirina derdorê. Hizirê desthilatdaran tenê berjewendiyên wan bû, xweza berbiçav negirtin.  Lewra di cîhanê de gelek qeyranên ekolojîk derketin. Lê niha jin hewl dide ku xweşikbûna xwezayê vegerîne cewherê wê û zirara heyî ji holê rake.”